Mîrneşînên Erebî yên Yekgirtî: nerêzgirtina ji mafê mirovan re rawestînin û Pijîşk Nasir Bin Xeys serbest bikin

28/3/2017. Hemahengîyek ji deh rêxistinên mafên mirovan îroj ji desthilatên dewleta Mîrneşînên Erebî yên Yekgirtî xwestin ku di cih de û bê şert û merc, pijîşk Nasir Bin Xeys yê ku berevanîyê di ber mafên mirovan de dike, zanyarekî abûrî ye û Akadîmîsyaneke payebilind e, serbest berdin. Ew ji çaxa girtinê ve (tebaxa 2015an) di zindana tenê de ye.

Ev hemahengî ji desthilatên Mîrneşînên Erebî yên Yekgirtî dixwaze ku sînorekî ji tawankirina derbirîna aştiyane re deyne, her weha derbirîna nerînên dijber jî û rêzê ji mafê azadîya derbirînê, azadîya çêkirina komeleyan û azadîya kombûna aştîyane re bigre.

Pênc tomet hatine spartin bo Xeys ku ne girêdayî çalakîyên wî yên sivîl in ji nav van tometan jî komêntine ku li ser Twitterê nivîsandibûn di wan de rexneyên xwe yên aştiyane bo tomargeha mafên mirovan yên hikûmeta Mîrneşînên Erebî yên Yekgirtî û Mesrê dide xuyakirin û doza rêzgirtina mafên mirovan û azadîyê dike. Her weha tometên wî girêdayî hevdîtinine ku wî ji wan re pilan nekiribû ku di çaxa gerên wî de li herêmê li gel çalakvanine siyasî çêbûne, ku hikûmeta Mîrneşînên Erebî yên Yekgirtî îdîaa dike ku ew kes ji endamên rêxistineke terrorist in. tometên wî ne bi awayekî bi rêk û pêk hatine spartin bow î û cihê wan di zagona sizayan, zagona dijatîya tawanên teknîkî û zagona dijatîya tawanên terorî de ne zelal e.

Eger Xeys bi van tometan hate mehkûmkirin, dibe ku cezaya wî herî zêde bigiha zindankirina dayimî an jî bidarvekirinê dema ku hukim ji alîyê “dadgeha îstînafa sizayan ya yekgirtî” di 29ê adarê de derkeve. Dibe ku li gor zagona ku ji mijdara 2016an ve pê tê karkirin, ev hukim li pêşîya (ofîsa ewlehîya dewletê di dadgeha yekgirtî ya bilind de) were rawestandin.

Xeys bêyî fermana dadgehê di 18ê tebaxa 2015an de hate girtin û sedema girtina wî ne ji wî re û ne jî ji malbata wî re hate diyarkirin. Desthilatan ew bi tenê xistin zindanekê de û cihê wî ta 9mehan jî nehate diyarkirin û ew ji pêwendîya li gel malbatê jî hate qedexekirin ji bilî çend carekên ku berpirsiyaran guhdarî li axavtina wî dikir, di wan caran de jî cihê girtina wî ji malbata wî re nehate diyarkirin. Ev kiryar dikevin rêza windakirina bineçarî û Zagona Navdewletî ya Mafên Mirovan bi awayekî yekser qedexe dike. Ew ji seredanên malbatê hate qedekirin û tenê piştî destpêka dadgehkirina wî dema ku ew di 18ê gulana 2016an de ji bo zindana ElSedir ya EbûZebîyê hate veguhestin, wê çaxê cihê wî diyar bû û qedexeya seredanan ji ser wî hate hilanîn.

Di rûniştina dadgehkirinê ya pêşîn de di 4ê nîsana 2016an de, Xeys diyar kir ku ew rastî îşkenceyê hatiye û ew ji xewê hatiye qedexekirin lê li şûna ku dadwer lêpirsîneke serbixwe der barê gotinên wî de çêbike, wî dengê wî yê ku bi rêya microfonê dihate bihîstin qut kir.

Di dema girtina wî de,  Bin Xeys ji axavtina li gel parêzerekî hate qedexekirin tevî ku ew gelek caran rastî lêpirsînê dihat, her weha tenê di rûniştina dadgehkirinê ya duyem de, di 2ê gulana 2016an de wî parêzerê xwe dît, di mehên piştî wê de, berpirsiyaran gelek bend danîn ser hevdîtinên wî û parêzerê wî, çi di hundirê dadgehê de be an ji derveyî wê be, vê yekê jî qelsî xist mafê wî yê berevanîyê de. Dadgehkirina Bin Xeys gelek kêmasîyên pabendîya bi pîvanên navdewletî yên dadgehkirina dadmend tê de peyda bûn.

Desthilatên Mîrneşînên Erebî yên Yekgirtî ji sala 2011an ve hemû dengên ku rexneya reftarên hikûmetê dikin, disekinîne, û kampanîya mezin li dijî opozisyona aştîyane bi rê ve dibe û komeleyên ku rexneya hikûmetê dikin hatin girtin. Her weha berpirsên ewlehîya dewletê acizî ji çalakvan û berevankarên mafên mirovan re çêkirin û ew bê sûc girtin û îşkence kirin her weha bi awayekî ketober dadgeh kirin û bo demeke dirêj wan zindan dike.

Kiryarên desthilatên Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt di hundirê welêt de berovajî daxuyanî û beyanên wan yên derveyî welêt in. di gotarekê de li pêş gera sîhûçaran ya Encumena Mafên Mirovan ya girêdayî NYyê de, roja 28ê sibata 2017an de, Enwer Qerqaş, wezîrê dewleta Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt di karûbarên derve de got ” Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt bi çesipandina rêzgirtina ji mafên mirovan re û mafên sereke pabend e…. her weha em bi kûrahî bawerîya xwe bi hevbûrî û qebûlkirinê tînin”.

Lê desthilatên Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt bi dadgehkirina Bin Xeys û paşguhkirina wesiyetên rêxistinên mafên mirovan û pisporên mafên mirovan di NYyê de ji nav wan jî pisporên “tîma NYyê ya mijara girtina ketoer” û biryara NYyê ya serxwebûna dadwer û parêzeran, pabendîya xwe bi zagonên navdewletî yên mafên mirovan û pîvanên navdewletî yên mafên mirovan paşguh dike, her weha pabendîya xwe bi “lihevkirina navdewletî ya dijatîya îşkencekirinê” ku ew jî alîyeke tê de, paşguh dike.

Eger desthilatên Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt der brarê pabendîya xwe bi mafên mirovan cidî ba, dê di cih de û bê şert û merc, Bin Xeys û hemû berevankerên mafên mirovan serbest berda ba, her weha dê rêz ji mafên wan yên azadîya derbirînê bigirta û azadîya çêkirina komeleyan û kombûna aştiyane peyda kiriba. Nabe ku Civaka Navdewletî çavên xwe girtî bihêle û divabe lêpirsînekê bi desthilatên Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt veke.

Rêxistinên mafên mirovan yên ku îmze kirine:

Doza serbestberdana bê şert û merc ji bo pijîşk Nasir Bin Xeys û hemû girtîyên nerînan ji desthilatên Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt dikin û doza rêzgirtina mafên wan di azadîya derbirînê de, azadîya çêkirina komeleyan û azadîya kombûnê dikin.

Ji desthilatên Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt dixwazin ku  pijîşk Nasir Bin Xeys ji hebsa bi tenê derxin ta dema serbestkirina wî, ji ber ku zindankirina di zindana tenê de bo demine dirêj dikeve çarçoveya îşkenceyê de li gor zagona navdewletî.

Hew weha ji hevalbendên xwe dixwazin ku bi rola xwe rabin da ku desthilatên Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt pijîşk Nasir Bin Xeys û hemû girtîyên nerîna xwe, serbest berde.

Paşxan

Ji ber daxwaza wan bo çaksakirinine abûrî, siyasî û civakî li Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt, pijîşk Nasir Bin Xeys berî nuha di nîsana 2011an de li gel çar çalakvcan û berevankerên mafên mirovan (ku wê çaxê bi nave îmarat 5 hatin naskirin) hatin girtin. Di mijdara 2011an de, bi tometa “piçûkxistina serok û cîgirê wî û welî El’ehid” hate tawankirin û bi du sal zindan hate cizakirin. Piştî şermezarkirina vê biryarê ji alîyekî navdewletî, serokê Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt, Bin Xeys û yên din efû kirin û ew serbest berdan.

Bo agahîne bêhtir der barê doza Bin Xeys, li vir binêre:

Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt: rêxistinine hiqûqî serbestkirina Akadîmîsiyan û pijîşk Nasir Bin Xeys  ji NYyê, dixwazin. 4ê mijdara 2016an http://www.gc4hr.org/news/view/1394

Rêxistina Efûyê ya navdewletî, Mîrneşînên Erebî yên Yekgirt: 22ê sibatê dema rûniştina dadgehkirina zanyarê abûrî: pijîşk Nasir Bin Xeys, rêxistina Efûyê ya Navdewletî, 21ê sibata 2017an.

https://www.amnesty.org/ar/documents/mde25/5738/2017/en

îmzekar:

  • Rêxistina Efûyê ya Navdewletî
  • Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan (ANHRI)
  • Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan, di çarçoveya rewangeha berevankerên mafên mirovan
  • Berevankerên Xeta Pêşîn
  • Navena Elxelîc ya Mafên Mirovan (GCHR)
  • Mafên Mirovan Pêşî
  • Xizmeta Navdewletî ya Mafên Mirovan (ISHR)
  • Rewşenbîrên di Metirsîyê de
  • Rêxistina Navdewletî ya Dijatîya îşkencekirinê (OMCT) di çarçoveya rewngeha parastina berevankarên mafên mirovan
  • Peymangeha Qahîrayê ya Xwendinên Mafên Mirovan