Mexrib: bo cara heftemîn, doza her heft berevankerên mafên mirovan tê derengkirin ev jî binpêkirineke ji mafên wan ye dadgehkirineke dadmend.

(Parîs – Cinêv) 2ê hizêrana 2017an: _ rewangeha Parastina Berevankerên Mafên Mirovan ku bi hevkarîya di nav  federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan û Rêxistina Cîhanî ya dijatîya îşkencekirinê hatiye damezrandin, binpêkirina nû ya der mafê dadgehkirina dadmend de bo cara heftem, şermezar dike. Ev cara heftan e ku dadgehkirina Elmotî Mincib, Hîşam Mensûrî, Hîşam Elmîrat, Mihemed Elsebir, Ebdulsemed Ayet Ayşe, Reşîd Tariq û Mariya Mekrîm tê bidûrxistin. Roja 24ê gulana 2017an û piştî rûniştinekê ku du xulekan berdewam kir, dadwerê Mexribî ji nû ve doza dîrokzan, rojnamevan, serokê rêxistina (elhuriye Elan)ya azadîya derbirînê li Mexribê û serokê berê yê navenda Ibin Ruşud ya xwendin û pêwendîyan; Elmotî Mincib, serokê Komeleya Mexribî ya Mafên dicîtalî; Hîşam Elmîrat, berpirsê projeya KOmeleya Mexribî ya rojnamegerîya lêpirsînê Hîşam Elmensûrî, serokê komeleya Mexribî ya perwerdekirina ciwanan Mihemed Elsebir, hevrêzkarê berê yê  projeya perwerdekirinê di Navenda Ibin Ruşudê de her weha rojnamevan û endamê Komeleya Mexribî ya Rojnamegerîya Lêpirsînê; Ebdulsemed Ayet Ayşe û her du serokên berê yên Komeleya Mexribî ya Rojnamegerîya lêpirsînê; Reşîd Tariq û Mariya Mekrîm, bidûr xist ji ber ku fermana amadebûnê negihabû 2 kesên pêwendîdar bi vê dozê her weha dîroka rûniştina bê di roja 11ê cotmeha 2017an de hate destnîşankirin. Hefîza Şiqêr cîgira serokê  Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan got “ev bidûrxistina nû  binbêkirineke bo mafên van heft girtîyan û weke fişarekê li ser wan tê dîtin  ku desthilat bi hemû awayan hewl didin ku tometbaran dûr dixin û wan ji mafê berevanîyê mehrûm dikin.”

Hêjayî gotinê ku her heft tometbarên ku ji sala 2014an ve rastî astengîyan ji ber karê wan di warê azadîya derbirînê de tên, 5 ji wan rastî tometa “têkbirina ewlekarîya dewletê” tên ji lew re ew ê rastî sizaya ji 1 ta 5 salên zindanê werin, her duyê din jî rastî tometa wergirtina peredayîna biyan bêyê agahdarkirina emîndarîya giştî ya hikûmetê tên û eger ev tomet li ser wan teqez bû ew dê 10000 dirhem (1000 Euro) li gor beşê 6an ji qanûna sala 1958an, bidin.

Li gor Gerald Stabrock; emîndarê giştî yê Rêxistina Cîhanî ya Dijatîya îşkenceyê “divabe desthilatên Mexribê di cih de û bê şert û merc, sînorekî ji fişara li ser Elmotî Mincib û hevkarên wî deyne ji ber ku diyar e dadgehkirina wan tenê cezayeke ji çalakîyên wan ên berevanîya di ber mafên mirovan de.”

Rewangeha Parastina Berevankerên Mafên mirovan (bi hevkarîya di nav  federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan û Rêxistina Cîhanî ya dijatîya îşkencekirinê) di parastina berevankerên mafên mirovan de kar dike û wan ji bo peydakirina alîkarîyeke praktîk perwerde dike.

federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan û Rêxistina Cîhanî ya dijatîya îşkencekirinê girêdayî  awaya Yekîtîya Ewropayî ne ya berevankerên mafên mirovan  ProtectDefenders.eu ku civaka sivîl a navdewletî li ser disekine.