Ji Cezairê tê xwestin ku dadgehkirineke dadmend bo çalakvanên mafên kêmnetewan peyda bike.

Fexar û hin berevankerên din di ber mafê Amazîxan de ji tebaxa 2015an ve girtî ne.

Dîmeneke vîdioyî kolanek li bajarê Xirdaya tê de derdikeve, 600km başûrê Cezaira paytext, ji ber êrîşine tund di nav Ereb û Amazîxan de li navçeya Mîzabê, 7ê Tebaxa 2015an © Reuters

Dîmeneke vîdioyî kolanek li bajarê Xirdaya tê de derdikeve, 600km başûrê Cezaira paytext, ji ber êrîşine tund di nav Ereb û Amazîxan de li navçeya Mîzabê, 7ê Tebaxa 2015an © Reuters

(Beyrût) – “Human Rights Watch”, “EuroMed a Mafan”, “Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî” û “Front Line Defenders” îroj got ku ji desthilatên Cezairê tê xwestin ku hemû tometên li dijî çalakvanekî navdar û 40 kesên din li gel wî, ji ber çalakîyên wan ên aştîyane yên ku dixwaza mafên Amazîx û Berberan dikin, bixînin. Kemaledîn Fexar û piranîya kesên tometbat ji tebaxa 2015an ve girtî ne.

Di warê tometine din ku ev kesên han rastî wan tên û girêdayî karên tundîyê ne, ji desthilatan tê xwestin –eger tu sedemên takekesî yên berdewamîya girtina hin kesan ji wan piştî derbasbûna du salan nebin- di cih de wan berdin. Ji mafê hemû girtîyan e ku ew di nava demekê nêzîk de werin dadgehkirin. Ev kesên ku doz li dijî wan hatiye rakirin rastî tometên mîna kuştin, terror û tawnên metirsîdar tên ku dibe wan ber bi bidarvekirinê ve bibe, ji ber rola wan ya îdakirî di şerê nijadî de yê ku li navçeya Mizabê di nav 2013an û 2017an qewimî bû.


Sara Lea Whitson; rêvebera beşê Rojhilata Navîn di Human Rights Watchê de got: “eger desthilatên Cezairê bixwazin gumanbarên sorkirina li ser tundîya xwînrij li elayea Giradyayê dadgeh bike, divabe ew xwe bispêre delîline xurt û takekes.”


Rêveberîya Tometkirinê ku rêveberîyeke rêvekirina li pêş dadgehkirinê ye û jê tê xwestin li gor raporekê ji dadwerekî lêpirsînê, tometan teqez bike an red bike, biryarek ji 150 pelan di 14ê sibata 2017an de derxist, tê de doz spart dadgehê. Rêxistinên îmzekar li raporê nêrîn. Dadgeha Bilind ya Cezairê gilîyê dozlêkirîyan red kirin û dadgehkirin di 25ê gulanê dest pê kir.

Fexar ji sala 2004an ve ta 2014an serokê “Hevgirtina Cezairê ya Mafên Mirovan” li bajaê Giradyayê bû. Di dawîya 2013an de, wî “tevgera ji bo Hukmê Xweser li Mizabê” ku navçeyeke li bakurê biyabanê ye, ava kir, û rexn li Siyaseta Cûdakirina Nijadî û Cûdakirina Dijî Mizabîya ya hikûmetê ku, ku Mizabî jî nijadeke kêmjimar e di nav Amazîxên herêmê de ne. piranîyê tometbarên din çalakvanine alîgirên mafên Amazîxan e û piştgirîya hukma xweser ya Mizabê dikin.

Michel Tobyana seroka EuroMedê ya Mafan got: “nabe tu kes ji ber berevanîya aştîyane di ber mafên kêmnetewan de were dadgehkirin, her weha ji ber daxwazên hukma xweser û serxwebûnê jî, ev yek jî li gor pabendîyên navdewletî yên Cezairê ye.”

Li gor qanûna navdewletî ya mafên mirovan, hikûmet dikare cezayan li ser sorkirina ser tundî, nefretkirin û cûdakirinê ferz bike. Lê qanûnên ku sorkirinê qedexe dikin divabe ev yek bi awayekî teng û destnîşankirî li gel parastina mafê azadîya derbirînê were pênasekirin. Dadgehkirina bi sorkirina li ser tundîyê divabe tenê di rewşên sorkirina qesdî de be û bi awayekî yekser girêdayî karên tundîyê be. Dadgehkirina bo sorkirina ser nefretkirin an cûdakirinê divabe karên alîgirîyê yên aştîyan bo mafên grûpeke mirovan an kesên ku doza hukmeke xweser an serxwebûnê dikin, li xwe negire.

Dadgehê daxwazên berdanê ta dema dadgehkirinê rad kirin, daxwaza herî dawî jî di 14ê sibatê de bû. Dadgehan tu sedemên redkirinê li gor qanûn û pîvanên navdewletî yên mafên mirovan, nedan xuyakirin.

Li gel tomet û delîlên seqet, zindankirina demdirêj ya tometbaran bêyî pêşkêşkirina sideman, mafên wan kesan di azadîyê û saxlemîya karê qanûnê de bin pê dike, ku pêşekî ji berdanê re ye ta dema dadgehkirinê.

Madeya 14an beşê C ji peymana navdewletî ya mafên siyasî û sivîlane ya ku Cezairê jî li gel protokola wê li ser îmzekiriye dibêje: “di dema nerîna di doze de, ji mafê tometbar e ku ew bê derengekirin were dadgehkirin” her weha Prensîpên Rêberîyê der barê Mafên dadgehkirina Dadmend û Alîkarîya Qanûnî li Afrîkayê  ya ku “Komîta Afrîkayî ya Mafê Mirov û Gelan” di sala 1999an de xwe spart wê dibêjin: “eger tu delîlên têkûz bo qedexekirina kesê girtî bi tometekê mîna rev, bandorkirina ser şahidan yan gefxwarina diyar û metirsîdar nebin, divabe dewlet wî ta dema dadgehkirinê girtî nehêlin.”

Hîba Merayf, Rêvebera lêkolînan ya Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî li Bakurê Afrîkayê got: “qurbanîyên buyerên tracîk li Mizabê hêjayî dadê ne ku bi rêya dadgehkirineke seqet nayê pêkanîn.”