Bêsûcderketina Aya Hîcazî û endamên Dezgeha Bîladîyê

Di 16ê nîsana 2017an de, dedgeha Qahîrayê berevankerên mafên zarokan Aya Hîcazî û hevjînê wê Mihemed Hesenên û şeş hevkarên wan, piştî sê salan ji girtinê, bêsûc derxistin, her weha dadgehê biryar da ku tometên ku bo wan hatibûn spartin ne rast bûn. Ev heşt kes di çalakîyên dezgeha Bîladîyê ya parastina zarokên kolanan beşdar bûn û ji ber vê yekê ew bi tometa kirina tawanên birêxistî hatin tometbarkirin, ji nav wan tawanan jî revandina zarokan.

Di salên borî de, karê Aya Hîcazî û Mihemed Hesenên di warê mafên zarokan de bû. Di sibata 2014an de û bi alîkarîya hevjînê xwe, Aya Hîcazî dezgeha Bîladîyê ji bo parastina zarokên kolanan û bi armanca çareserkirina pirsgirêka pirsgirêka zarokên ku derfeta çûna dibistanê li Misirê bi dest wan neketiye, vekir. Vê dezgehê li gel fêrkirina zarokan, gelek kampanî ji bo berevanîya di ber mafên zarokan de bi rê xistine li gel hejmarek ji destpêşxerîyên xweşkirina rewşa zarokên kolanan.

Aya Hîcazî, Mihemed Hesenên û du hevkarên wan, cara pêşîn di 2014an bi tometa revandina zarokekî ji dezgehê, hatibûn girtin. Her du berevanker Aya Hîcazî û Mihemed Hesenên sê salan bi behaneya lêpirsîn û dadgehkirinê girtî man û di vê demê de gelek caran dadgehkirina wan dihate bipaşxistin.

Li gor pîvanên navdewletî, nabe mirov berî dadgehkirinê girtî bimîne, ne ku ev yek çareya dawî be. Tevî wilo, Misirê girtina berî dadgehkirinê weke cezayekê bo van berevankeran her weha bo astengkirina karê wan di warê mafên mirovan de, bikar anî. Rapora herî balkêş ku di gulana 2016an de ji alîyê destpêşxerîya Misirî bo mafên takekesî derketibû, behsa girtina 1,464 kesan ji alîyê desthilatê Misirî dike, ku piranîya wan xwepêşanderên sivîl in, ew kes bo demekê neqanûnî di zindanê de mane û bi tu awayî derxistina wan nehatiye pejirandin.

Jêder: Front Line Defenders