Behrên: Wezîrê Hundir gefa kampanîyeke çewisandina li ser înternêtê dixwe

(Beyrût) – “Human Rights Watch”ê got ku Wezîrê Behrênê yê Hundir gefa çewisandina opozisyon û çalakvanên ku Hikûmeta Behrênê li ser înternêtê rexne dikin, xwar.

Şêx Raşid kurê Ebdulah Al Xelîfe di 25ê adara 2018an de got ku hukûmet çavdêrîya hisabên ku ji rêya “nirxên niştîmanî û adetan derketine” dike û gefa danîna qanûnên nû û sezayên tund dijî xwedîyên van hisabên “jirêderketî” xwar.

Cîgirê Birêveberê Cîbicîkar bo beşê Rojhilata Navîn û Başûrê Afrîkayî di Human Rights Watchê de, Eric Goldstein got: “Hikûmet êrîşî azadîya opozisyona xwe dike. Gefxwarina li kesên ku “ji nirxên niştîmanî û adetan” derdikevin, hemû kesên ku rexneyan li siyasetên hikûmetê dikin, armanc dike.”

Desthilatên Behrênê gelek çalakvan, rojnameger û wênekêş ji destpêka xwepêşandanên dijî hikûmetê ji sala 2011an ve, şopandine. Gelek kesên ku hatin armanckirin rastî acizîyan û zindankirinê hatin  her weha nasnameyên wan ji wan hatin stendin û bi neçarî li surgûnê dijîn. Ji alîyekî din ve desthilatan endamên malbatên çalakvanan jî dadgeh kirin û gelek tirs der barê tedbîran de ji wan re çêkir.

Human Rights Watchê çavdêrîya desthilatên Behrênê ji bo çalakvanan bi rêya înternêtê û sezakirina wan, astengkirina malperên îlêktronî û çapemenîyê û girtina çalakvan û rojnamegeran, bibelge kir. Grûpa “Behrên Watch”ê ya ne hikûmî ji hêla xwe ve diyar kir ku desthilatên Behrênê lînkên xirab bikaranîn ji bo naskirina xwedîyên hisabên têkilîya civakî yên ne li gor dilê wê, bikaranîn.