Behrên: dûrxistina Cîgirekî Denemarkî û çalakvanekî mafnasî dema hewldana seredana Ebdilhadî Xewace

Behrênê îroj derbasbûna Lars Aslan Rasmosn, Endamê Parlementoya Danemarkê û Brien Dolly ji navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan red kir bi behaneya ku “metirsîyeke ewlehî” ne.

Her du saet 2yê sibehê bi dema navxweyî gihan Behrên û hewla seredana berevankerê mafên mirovan Ebdilhadî Xoce di zindanê de dan, ku ew bi xwe jî welatîyekî Denemarkî ye û damezrênerê Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan e. Ebdilhadî Xewace di nîsana 2011an de hate girtin û rastî îşkenceyê hat her wega piştî dadgehkirineke leşkerî nedadmend bi zindana hetahetayî hate sezakirin.

Lars Aslan Rasmosn  got : “em ji bo nîşandana nejibîrkirina Xewaca û çalakvanên mafên mirovan yên din hatin her weha me xwest em bi bîra Hikûmeta Denemarkê bînin ku divabe ew zextê ji bo serbestkirina Ebdilhadî Xewaca bike.”

Her du di dema amadekarîyên Behrênê yên pêşwazîkirina pêşbirka Formula One di vê hefteyê de gihan. Brien Dolly binpêkirinên mafên mirovan ji sala 2011an ve bibelge kiribû û şeş salan ji derbasbûna bajêr hatibû qedexekirin eynî weke rewşa karmendê Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan.

Brien Dolly got: “pêdivîya Behrênê bi sînorkirina îşkencekirinê û armanckirina çalakvanên mafên mirovan her weha qedexekirina opozisyona siyasî heye,” her weha zêde kir “qedexekirina parlementeran û grûpên mafên mirovan her weha rojnamegeran ji derbasbûna bajêr, veşartin rêjîmê ji rastîyan re diyar dike. Divabe kesên ku dê di pêşbirkên Formula One de beşdar bibin zanibin çi li pêşiya wan e ji ber ku Behrên bûye dewleteke polîsî.”

Ebdilhadî Xewaca Serokê berê yê navenda Behrênê ya Mafên Mirovan e, Hevrêzkarê Parastinê yê berê bo Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê di rêxistina Front Line Defenders de ye, endamê Tora şêwirkarî ya Navdewletî di navenda Jêderên Kar û Mafên Mirovan de ye û gelek xelatên mafên mirovan ên navdewletî wergirtine her weha Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan berî çend rojan ji girtinê di 9ê nîsana 2011an de damezrand.

Ji wê çaxê ve berevankerên sereke yên mafên mirovan neçar mane ku di surgonê de bijîn an jî werin zindankirina piştî dadgehkirinên ne dadmend eynî weke rewşa Ebdilhadî Xewaca, Nebîl Receb û Nacî Fitîl.

Rasmosn got: “Ebdilhadî Xewaca welatîyekî Danemarkê ye û ez ji bo dîtina wî hatim Behrênê Da ku jê re bibêjim em her dem doza wî hildin parlementoya Danemarkê bi rêya Ewropayê. Ew di warê mafên mirovan de kar dike, aştîxwaz e û cîhan hemû rêzdarîyê lê digire ji ber karê wî, qedexekirina derbasbûna me ji bo dîtina wî hetîketî ye.”

Hêjayî gotinê ye ku rêxistinên mafên mirovan û rojnamegerên navdewletî her weha siyasetmedarên biyan bi awayekî berdewam ji derbasbûna Behrênê tên qedexekirin.

Lars Aslan Rasmosn endamê Partîya Demoqrat a Civakî li Danemarkê ye, Brien Dolly jî endamê Encumena şêwirkar a Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan e ku rêxistineke herêmî ye piştgirî û parastinê ji berevankerên mafên mirovan re li herêma Xelîcê û derûdorê  peyda dike.