Agahdarîyeka Giring

03/10/2019

Agahdarîyeka Giring

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê – Yekîneya Ragihandin û Azadîyê – Programa Mala Rojnamegerî

Li gor hin agahîyên gihane me, hin kesan bi navê karmendên Navendê (Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê) têkilî bi hin ragihêner û çalakên li hundirê Sûrîyayê danî, ku ji wan re dibêjin bi Navendê re, di çarçoveya Programa Mala Rojnamegerî de kar dikin, beşa Piştgirîyê. Armanca wan kesan bidestxistina agahîyan e der barê hevkaran.

Navend teqez dike ku ev yek tawan e û sezaya wê ya qanûnî heye û ev agahdarî weke nameyekê ye bo her kesê ku vê tawanê dike, an jî da em bêhtir zelal bin, bo kesê ku navê Emced e ku bi rêya vê nûmareyê têkilîyê datîne (0031687656409). Navend nuha li ser destnîşankirina cihê kesê bi navê Emced kar dike da ku tedbîrên dadgehî bistîne.

Her weha, em li navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê teqezîyê li ser van xalan dikin:

Yek: danîna têkilîyê bi navendê re bo daxwaznameyên piştgirîyê bi rêya emaila beşa piştgirîyê ye: [email protected]

Du: Bi rêya dagirtina daxwaznameya piştgirîyê eger şert û mercên piştgirîyê peyda bin https://scm.bz/protection-support

Sê: Pêwendîya ji derveyî tiştên li jorê diyarkirî ye, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê di ber de ne berpirsyar e.

Programa Mala Rojnamegerî

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ji çaxa avakirinê de sala 2004an, piştgirîya rojnamevanan dike, bi rêya:

1- Piştgirîya qanûnî.

2- Piştgirîya debara jîyanê.

3- Gihaştina bo piştgirîya tendirustî.

4- Gihaştina bo devereka ewle de.

Bo agahîyê bêhtir û zanîna rastîyê îdîayên girêdana tu kesî bi vê programê, ji kerema xwe re têkilîyê bi  Yara Bedir re deynin, Birêvebera Beşa Ragihandin û Azadîyê di Navendê

 

03/10/2019
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.