Xwendineke Qanûnî-Siyasî der barê Danezana Makeqanûnîya Sûrîyayê de

Qonaxa Veguhêzer a Sûrîyayê
Gavekê ber bi pêş ve… du gavan ber bi paş ve

Xwendineke Qanûnî-Siyasî der barê Danezana Makeqanûnî
ya Sûrîyayê de

Di dîrokê de, rewşa Sûrîyayê ne rewşeke awarte ye. Çimkî, di dîrokê de, gelek caran şoreşên gelêrî ketine qonaxa şerê leşkerî, nêzî rewşa şerê navxweyî yê bi palpiştîya hêzên herênî bûne û pê re pê re komeke leşkerî bi ser ketiye. Di encamê de, me xwe li ber rewatîyeke leşkerî ya li jêr sîwana şoreşê dîtiye. Bi gotineke din, carê ev mesele bi vî rengî pêk tê:

  • Carê, şoreş weku tevgereke gel a li dij rêjîmeke heyî dest pê dike.
  • Ev tevger hino hino dikeve kirasê şerekî çekdar ê di navbera rêjîmê û hêzên pirreng ên opozîsyonê de.
  • Dawîyê, hêzeke leşkerî ya xurt derdikeve holê, rêjîmê têk dibe û dest datîne ser beşeke berfireh a welêt.

Di encamê de, em xwe li ber rewşa biserketineke leşkerî dibînin. Ev hêza biserketî li paş perdeya şoreşê li rewatîyê digere. Bi giranî, ev rewş van encaman derdixe holê:

  • Qelskirina ramana rewatîya gelêrî: An ku têgiha rewatîyê ya ku xwe dispêre vîna gel tê derbaskirin û têgiha “rewatîya çekan” serdest dibe.
  • Jinûveavakirina zordestîyê: Zordestîyeke nû -nemaze di qonaxa veguhêzer de- derdikeve holê. Dibe ku ev zordestî di destê artêşê de be û dibe ku di destê komên çekdar ên serdest de be.
  • Xwespartina ser destekdana derveyî: Pirê caran, ji bo ku serdestîya xwe biparêzin, pêdivîya komên leşkerî yên biserketî bi destekeke navdewletî heye û ji ber vê sedemê, ev kom xwe dixin kirasê peyrewîya siyasî û aborî.

Berbanga 8ê Kanûna Pêşîn a sala 2024an, piştî çendîn salên liberxwedan û sebirkişandina ji ber tawan û bipêkirinên mezin, piştî bi mîlyonên koçberan, bi sedhezarên qurbanîyan û bi dehhezarên windayîyan; rêjîma zordest a Sûrîyayê têk çû û hestên dilşadî û geşbînîyê dilê piranîya xelkê Sûrîyayê tijî kir.

Peyamên pêşketî yên Rêberîya Operasyonên Leşkerî yên di warê rêlibergirtina tolhilanînê, dadmendîyê, parastina rûmeta hemû Sûrîyayîyan, xwedûrxistina ji şêwazên rêjîma têkçûyî û avakirina dewleta qanûn û dadmendîyê bûn pêngaveke rastîn ber bi pêş ve.

Li gor şiroveya borî, Rêberîya Operasyonên Leşkerî dikarî piştî ketina rêjîma berê bi rojekê danezaneke makeqanûnî deyne û pê re desthilatîyan, peywiran û pêşekîyan destnîşan bike. Lê belê Rêberîya Operasyonên Leşkerî, bi serkêşîya rêberê HTŞyê birêz Ehmed El-Şeri, ragihand ku ew ê -di çarçoveya damezrandina desthilatîyeke li ser bingeha prensîpên rewatîya gel de- çend gavên sereke yên damezrîner biavêje. Gava herî giring lidarxistina Kongreyeke niştimanî ya Sûrîyayî bû ku hemû pêngavên din jê dest pê bikin û bibin bingeha qonaxa veguhêzer. Jixwe di vî warî de, Rêberîya Operasyonên Leşkerî gotibû ku ew ê tenê sê mehan karûbarên dewletê bi rê ve bibe, an ku heta kongreya niştimanî were lidarxistin û qonaxa veguhêzer li ser esasê encamên wê were avakirin.

Lê belê desthilatîyê rêyeke din da ber xelkê: Di 29ê Kanûna Duyem a sala 2025an de, Rêberîya Operasyonên Leşkerî kongreya bi navê Kongreya Biserketinê li dar xist. Rêberîyê 18 komên leşkerî li jêr sîya vê kongreyê kom kirin û di encamê de van komên leşkerî birêz Ehmed El-Şeri kirin serokê qonaxa veguhêzer a Sûrîyayê. Kongreyê peywirên serokkomar da El-Şeri, desthilatîyeke bîsînor kir para wî û rê dayê ku encumeneke qanûndaner a demkî pêk bîne. Kongreyê her wiha Partîya Beisê û partîyên Bereya Niştimanî ya Bipêşverû, dezgehên ewlekarîyê û artêşê û Encumena Gel a Sûrîyayê ji hev xistin û betal kirin, Makeqanûna sala 2012an betal kir, hemû komên leşkerî, dezgehên şoreşgerî, siyasî û sivîl ji hev xistin û ew tev li sazîyên dewletê kirin.

Di demekê de ku ji vê birêveberîya heyî dihat pêşbînîkirin ku li gel hêzên siyasî û civakî û civaka şarwer bişêwire da ku kongreyeke niştimanî ya Sûrîyayî li gor ragihandina xwe ya berê li dar bixe û encamên vê kongreyê bibin bingeha qonaxa veguhêzer; birêveberîyê gavek ber bi paş ve avêt û kongreya niştimanî ya Sûrîyayî veguherand hevdîtineke şêwirkirinê ya bi navê Kongeya Dîyaloga Niştimanî û biryar da ku daxuyanîya dawîyê -ya ku wer dîyar bû ku bi awayekî pêşwext hatibû amadekirin- bibe bingeha pêgavên di pey re û helbet di serî de danezana makeqanûnî. Di 2yê Adara 2025an de, serokatîya Sûrîyayê komîteyeke pisporan bijart da ku reşnivîsa danezana makeqanûnî li gor xalên destnîşankirî yên sereke yên serokkomarîyê deyne. Komîteyê karê xwe bir serî û di 13ê Adarê de reşnivîs radest kir. Serokkomar reşnivîs pesend kir û êdî piştî ku di rojnameya fermî de hat weşandin, bû danezaneke makeqanûnî ya derbasdar.

Ji bo xwîndina tevahîya nivîsê, ji kerema xwe li ser pelê jêrîn bitikîne.