Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîyê Derbirînê beşdarî karên gera 40î ya Kongirê Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan FIDH li Taiwanê dibe
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê beşdarî gera 40î ya kongirê Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan bû, ku li paytexta Taiwanê, Taipei, bû. Kongirê ji 21 heta 25ê cotmehê dewam kir û bêhtirî 400 berevankerên mafên mirovan, berpirsên hikûmetan û zanayên 184 rêxistinên 112 dewletan, tê de beşdar bûn. Ev konigira ku her sê salan carekê li dar dikeve û yekem car e li Asyayê li dar dikeve, ji mezintirîn û giringtirîn kongirên cîhanî yê dezgeheka ne hikûmî ye.
Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan diyar kir ku sedema bijartina Taiwanê demokrasîya wê ye û rûbirûyî gelek cîranên xwe yên herêmî dibe. Seroka Taiwanê Tsay Êng On gotina destpêkê vegot û diyar kir ku hikûmeta Taiwanê bi erkên xwe yên navdewletî pabend e di warê pakkirina parastina mafên mirovan di gelek waran de, her weha bal kişand ser tedbîrên ku rêveberîya wê stendine da ku cudakirina jinê li cihê kar were sînorkirin, çakkirina dadgeha were çesipandin û derxistina qanûnên ku hiştin Taiwan bibe yekem dewlet li Asyayê, ku zewaca hemzayendan rewa dike. Her weha Êng On bal kişand ser giringîya vê Kongirê di warê sûdgirtina ji tecrubeyên dewletên din de.
Li jêr diruşma «Mafê me, Liberxwedana me, Pêşeroja me – vegerandineka cîhanî bo mafên mirovan» karên komxebata vekirî bo gera 40 dest pê kirin û du rojan dewam kirin. Yekemîn rûniştin «Berevanîya di ber mafên mirovan de bi rêya stratîcîyên nû» ku tê de behsa kêmbûna çarçove û bandora mîkanîzmên mafên mirovan ên navdewletî û herêmî, hate kirin, li gel behskirina xala ku Neteweyên Yekbûyî di destê her pênc endamên xwe yên dayim; xwedî mafê dijrabûne, de ye, di encamê de bersivdayîna wê bû kirîzên navdewletî kêm e. Di vê komxebatê de, Fato Binsoda; Dozgera giştî ya Dadgeha tawanên Navdewletî, Arnold Tsonga; Birêveberê Afrîkayê di Komîteya Mafnasên Navdewletî de û Cîgirê birêveberê FIDHê li Zimbabwe, Sharon Home; Birêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Mafên Mirovan li Çînê û Christine Berkle ; Birêvabera Qanûnî ya Rêxistina Miwatena ya Mafên Mirovan li Yemenê beşdar bûn, her weha Sylvan Befel; Birêveberê Ofîsa Fransê ya Crisis Action.
Piştî panêlê, damezrêner û birêveberê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, Mazin Derwîş li gel Dozgera Giştî Fato Binsoda civiya û behsa rayeya ku ji hêla Navenda Guernica ya Dadmendîya Navdewletî, li jêr benda 15an di 4ê adara 2019an de hatiye pêşkêş kirin, ku 63 rêxistinên Sûrîyayî piştgirîya wê kirin, der barê karê Dadgeha Tawanên Navdewletî di tawanên kirêt de ku li Sûrîyayê kiriye der heqê sivîlên Sûrîyayî de li ser bingeha doza Rohîngayê li Bangladeshê. Derwîş di vê canine de bal kişand ser giringîya lixwegirtina Dadgeha Tawanên Navdewletî bo tawanêên ku li dijî sivîlan li Sûrîyayê hatine kirin.
Ji alîyekî din ve, panêlek der barê «dadgehkirina stratîcîk weke amûreka cîhanî ya mafan» hate lidarxistin, tê de ev kes beşdar bûn; Mazin Derwîş; damezrêner û birêveberê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, Deresa Trawrey; cîgire birêveberê FIDHê li Cot devoir, Gloria Cano; cîgire serokê FIDHê li Pyro , û panel ji hêla Patrick Bowdein hate birêvebirin. Axêveran behsa astengî û zehmetîyê di rêya rastîyê de hene û dijatîya reva ji sezayê kirin û teqezkirin ku dadgehkirin rêya sezakirinê ye. Derwîş di gotina xwe de teqez kirk u divabe xebatên dijatîya reva ji sezayê li çi deverê be,bibe tevgereka cîhanî û hemû sazîyên mafnasîyê tê de beşdar bin, ji ber rewa tawankeran ji sezayê metirsî ye bo tevahîya mirovahîyê, ne tenê li ser qurbanîyên yekser.
Di panêla rewşa penaber û koçberan de, ev kes beşdar bûn: Ayêna Şormanbayeva; damezrêner û birêvebera Destpêşxerîya Qanûnî a Navdewletî, Xedîce Reyadî; Hevgirtina Mexribî ya Mafên Mirovan, Alexis Desoif; Hevgirtina Mafên Mirovan li Belgiumê, Misiad Mihemed Elî; birêveberê cîbicîkar ê Navenda Arfrîkîya Lêkolînên Dadmendî û Aştîyê li Sûdanê, û Cleo Bababentlion; Emîndara Giştî ya Hevgirtina Hellenicê ya Mafên Mirovan li Yûnanistanê, ev panel bi rê ve bir. Axêveran teqez kir ku edî dem dema ku civaka navdewletî û civaka sivîl siyasetên garantîkirina rêyên koçberîyê deynin, her weha çarenûs û mafên koçberan dabîn garantî bikin, ji ber ku binketina civaka navdewletî di çareserkirina dozen koçberîyê de, dê asta demokrasîyê kêm bike û rê bide derketina hikûmetên zordest.
Di axaftineka xwe de, Mazin Derwîş teqezî li ser giringîya çareserkirina sedemên koçber û penaberîyê kir, û di serî de hikûmetên zordest û şerên çekdarî.
Di roja duyem de, axaftin li ser rola Dadgeha Tawanên Navdewletî ya giring bû, di warê cezakirina bipêkeran de, her weha di warê piştgirîya civaka navdewletî de di warê dijatîya reva ji sezayê de, axaftinê bal kişand ser astengîyên mezin di karê Dadgeha Navdewletî de dema ku doz girêdayî kesayetên siyasî ên mezin be an dema ku lêpirsîn girêdayî hêzên mezin be. Di vê panêlê de, ev kes beşdar bûn: Catty Galagar; Navenda Mafên Destûrî li DYAyê, Suan Cebarîn; birêveberê cîbicîkar ê Dezgeha Mafên Mirovan «Elheq» li Felestînê, Osha Nanoşfêlî; Navenda Mafên Mirovan li Corciyayê, û George Kigoro; Komîteya Mafên Mirovan li Kenyayê ev panel bi rê ve bir.
Piştî bidawîbûna karên kongirê yên vekirî, Navend di ecindeyên karên girtî de, ji 23 heta 25ê cotmehê de, beşdar bû, ku tenê rêxistinên endam di Federasyonê de dikarin beşdar bin, encumena Federasyonê yak u ji 15 endaman pêk tê, Çalakvan Ales Mogoy, weke Seroka Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan bo sê salên bê, bijart.
Navenda Sûrîyayî ya Mafên Mirovan projebiryarek der barê rewşa ewlehî û mirovî li bakurrojhilatî Sûrîyayî û êrîşên leşkerî yê Turkîyayê li ser wan herêman, ku di 9ê cotmehê de dest pê kiribûn, pêşkêş kir. Li gor vê yekê, Federasyonê projebiryar li xwe girt weke biryarekê bo endamên xwe di 23yê cotmehê de, piştî dengdayîna hemû endaman.
Ev êrîş bûn sedema reva bêhtirî 250 hezar welatîyên sivîl, her weha kuştina bêhtirî 609 qurbanîyan, li gor jêderên navxweyî yên Navenda Bibelgekirina binpêkirinan û Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan.
Projebiryarê teqez kir ku êrîşên leşkerî yê Turkiyayê li ser herêmên Sûrîyayî, binpêkirin e bo hemû belgenameyên navdewletî û mafên mirovan, ji ber ku êrîşî serwerîya herêmê dike û sivîlan ji herêmên wan dûr dixe, her weha tawanan der heqê mirovahîyê de dike. Vê biryarê diyar kir ku êrîş rê didin vegera DAIŞê li Sûrîyayê, li gor berpirsên Kurd di nava Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hin endamên DAIŞê ji girtîgehan reviyane piştî êrîşê. Hêjayî diyarkirinê ye ku 12,000 girtîyên DAIŞê di girtîgehên QSDê de ne.
Biryarê diyar kirk u ev operasyona leşkerî dibe ku bibe sedema paqijkirineka nijadî û guhertineka demografîk, rapor diyar dikin ku Turkî dixwaze du melyon koçberên ku li Turkîyayê dijîn, li wir bi cih bike, ku piranîya wan Ereb in, li wê herêma bi nave «Herêma Ewle» ku 32 km di hundirê xaka Sûrîyayê de û di bin destê QSDê de ye.
Biryarê ji Turkîyayê û alîyên şer xwest ku êrîşan demlidest bisekinîne û rêzdarîyê bo belegenameyên navdewletî û mafên mirovan nîşan bide. Her weha giringîya ku Yekîtîya Ewropayê bi tehdîdên Turkîyayê yên lihevkirinên koçberîyê razî nebe û şermezarkirina Yekîtîya Ewropayê, Civaka Navdewletî û dewletên endam bo êrîşên Turkîyayê û peydakirina çareserîyeka siyasî li Sûrîyayê û derketina Turkîyayê ji xaka Sûrîyayê.