Ragihandina Derfeta Karekî: şopandina bibelgekirinê û agahîyan

18/12/2018

 

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan

Piştî 15 rojan ji ragihandina kar

Dîroka ragihandinê

17ê berfanbara 2018an

Cihê Kar: Fransa/ Parîs
Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM)

Agahîyên Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.

program

Dadgehkirin

Navê Kar

şopandina bibelgekirinê û agahîyan

hejmara xwestî

yek

Dirêjahîya girêdanê

9 meh

berpirsyarîtî

  • berpirsyatîya di ber hemû platformên îlêktronî yên pêwendîdar bi karê navendê li gor siyaset û agahîyên beşê teknîkî li navendê.
  • erşîvkirin û parastina dosyayên dadgehkirinê û ketegorîkirina wan û bikaranîna sîstemeke erşîvkirina programan bo hêsanîya gihaştina bo agahîyan li gor pêdivîyên ewlekarîya decîtalî li Navendê.
  • Pabendîya  bi pîvanên pîşe yên ku behsa wan di system, protokol û qanûnên pêwendîdar de hatiye kirin.
  • Peydakirina jîngeheke ewle û pabendîya bi gavên ewlehî, rêgez û bendan.
  • parastina taybetmendîya qezencgiran di hemû rewşan de û bi rêya hemû belge û agahîyan.
  • çi karê din ku ji hêla birêveber were xwestin.
Skills and Experience

  • Jêhatin
  • Dîplomyeke zanîngehê a di warê mafnasîyê de  an di asta wê de.
  • Zanîna bi Erebî û Îngilîzî , her weha zanîna bi Fransîyê..
  • Tecrubeya 2 salan di karê bibelgekirina binpêkirinan û qanûnê  de.
  • Tecrubeya bikaranîna alav, program û platformên elektronî yên girêdayî bibelgekirinê û mafên mirovan.
  • Pisporîya bikaranîna programên kompyûter û înternetê yên pêwîst ji bo kar.
  • Valabûna û karîna rêwîtîyê.
  • Zanîneke berfireh bi rewşa Sûrîyayê bi taybet di warê alîyên di nav şer de.
  • Karibe di nava tîmekê de û tekane jî di bin fişarê de û di rewşên zehmet û astengdar de.
Çawanîya pêşkêşkirinê

●      Divabe agahîyên têkilîyê tev (telefon – Skype), karên berê li gel destnîşankirina navên alîyên ku bi wan re kar kiribû û dîplomayên akadîmî, di CVyê de hebin.

●      Navê sê kesên ku em li wan vegerin binivîse.

●      Divabe CV bi forma PDF be û navê dosyayê bi navê kesê ku navê xwe pêşkêş kiribe

●      Daxwaznameya xwe bişîne [email protected] û ji kerema xwe re di navnîşana emailê de navê kar (berpirsê/a bibelgekirinê û bingeha agahîyan) binivîse.

●      Daxwaznameyên piştî dema destnîşankirî tên şandin, tên paşguhkirin.

18/12/2018
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.