Hikûmeta Libnanê: Qanûna 10an vegera koçberan asteng dike

29/05/2018

Li herêmên ku ji ber cengê wêran bûne.

Wezîrê Derve yê Libnanê; Cibran Basîl, di axaftinekê de ji bo hemkarê wî yê Sûrîyayî Welîd Elmuelim nivîsî: “dibe ku mercên qanûna nû zehmetîyekê di çesipandina milkên koçberan de derxe û di encamê de ew ê nema bixwazin vegerin Sûrîyayî.”

Armanca Qanûna 10 ew e dayîna derfetekê bo xelkê sa ku samanîya xwe bo avahîyên herêmên jinûavakirinê biçesipînin.

Lê gelek koçber dibêjin ew ê nikaribin samanîya xwe ji ber kurtbûna demê biçesipînin.

Alîyên hawarçûnêdibêjin ku qelebalixa ku ji ber cengê çêbûye dide diyarkirin ku tenê hin kes dê karibin vî mafê xwe bi kar bînin.

Basil; ê ku bêhtirî melyon koçberên Sûrîyayî lê hene, xembarîya xwe anî ziman ji ber wê dema kurt a destnîşankirî.

Çar tişt divabe koçber bi cih bînin berî ku vegerin bajarên xwe.

Rewşa koçberên Sûrîyayî li Libnanê

Di gotara xwe de ji Muelim re; li gi daxuyanîyeke wezareta derve, got: “nikarîbûna koçberan di warê çesipandina samanîyê ji ber kurtbûna demê dibe sedema jidestçûna samanên wan her weha bi windakirina nasnameya xwe ya niştîmanî jî dihisin û di encamê de sedemeke vegera wan bo Sûrîyayê tune dibe.”

Daxuyanîyên Basîl di heman dema diyarkirina tirsên serokwezîrê Libnanê Saed Elherîrî de tên, ku di hefteya borî de got ku qanûn ji hezarên malbatên Sûrîyayî re dibêje li Libnanê bimînin ji ber ku milkên wan ji wan destine.

Di nameyeke din de ji bi emîndarê NYyê yê giştî, Antonio Gueteres, Basî ji NYyê xwest ku “dest bi parastina mafên koçberên Sûrîyayî bikin her weha têkilîyê li gel desthilatên Sûrîyayî ji bo vê armancê deynin.”

Her weha Basîl got ku divabe rêxistinên navdewletî “li gor berpirsyarîtîyên xwe bin di warê agahdarkirina hemû Sûrîyayîyên li Libnanê bi vê biryarê agahdar bikin her weha bi karên çesipandina samanîya avahîyên xwe li Sûrîyayê rabin.”

Di her du nameyên bo Muelim û Gueteres de, wezîrê derve teqez kir: “desthilatên Libnanê dixwaze demlidest li ser siyaseteke vegerandina sûrîyayên dixwazin vegerin û handana wan, kar bike.”

Lînka gotara resen ji BBC:

http://www.bbc.com/arabic/middleeast-44265855

29/05/2018
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.