Ji hevpeymana navneteweyî bi pêşengîya Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê tê xwestin ku îtîrafê bi ziyanên xwe yên li dijî sivîlên li Sûrîyeyê bike

نديم حوري

 

 

 

Bi rêya: Nedîm Hûrî

Rêveberê – programê terorê û dijatîya terorê

Jîyana Ehed; keçeke Sûrîyeyî ya 11 salî ye, di roja 20ê adarê de hate guhertin dema ku êrîşeke asîmanî dibistanek li nêzî Reqayê armanc kir ku li gel malbata xwe koçberî wê dibistanê bûbûn. Ehed sax ma lê bavê wê, her çar birayên wê û 12 endamên malbata wê hatin kuştin.

Belafirên ku malabata Ehedê kuştin ne yên Sûrîyeyî an Rûsî bûn lê belafireke hevpeymanîyê bi serkirdsayetîya Amerîkayê bû bo tunekirina rêxistina Dewleta Îslamî ya ku bi nave (DAIŞ)ê tê naskirin. Di destpêka tîrmehê de min seredana avahîyê kir piştî ku hêzên Sûrîyeya Demoqratîk yên ku Amerîka piştgirîya wan dike dest danîn ser herêmê. Niştecihan got ku malbatên şervanên DAIŞê yên ku ji Îraqê reviyabûn li dibistanê dijîyan û şervanên rêxistinê seredana deverê dikirin. Dibistanê hejmareke mezin ji penaberên ne girêdayî DAIŞê jî dihewandin mîna malbata Ehedê. Me navê 40 sivîlan ber hev kir, 15 jin û 16 zarok jî di nav wan de bûn de bûn tevde di êrîşa asîmanî de hatin kuştin.

Qanûna navdewletî doza vegerandina mafên qurbanîyên binpêkirinên qanûna cengê dike, ji nav jî pabendîya bi stendina tedbîrên pêkan yên kêmkirina ziyanan di nav refên sivîlan de. Hevpymanîyê got ku dibistana ku malbata Ehedê lê bi cih dibû bombebaran dikir ji ber gumanên wê ku devereke çekên DAIŞê ye, her weha tu delîlên ziyankirina sivîlan di êrîşê de nebûn. Delîlên mîna birînên Ehedê heyberî ne û rastîyê didin xuyakirin û ji hemahengîyê tê xwestin ku li encamên piştî lêpirsîna Human Rights Watchê ya meydanî vgerin.

Eger êrîşê qanûna navdewletî jî binpê nekiribe lê pêdivîya qurbanîyên mîna Ehedê bi alîkarîyê heye û mijara siyasetên hevpeymanîyê ji alîyê wan ve ji hemû deman giringtir e ji ber bilindibûna hejmara birindîrana. Ta 1ê îlûnê hemahengîyê îtîraf kir ku dibe wan bi awayekî ne qesdî “685 sivîl herî kêm li Îraqê û Sûrîyeyê ji destpêka sala 2014an de” kuştiye. Çavdêrên serbixwe mîna “Airwars” ku grûpeke çavdêrîyê ye dibêje ku  hejmar gihaye nêzî 5 hezaran. “Rewangeha Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan” di 20ê îlûnê de got ku êrîşên asîmanî yên ji alîyê hevpeymanê 1064 sivîl kuştin ji nav wan jî 248 zarok li Reqayê bi tenê ji destpêka operasyonên vegerandina herêmê di destpêka hizêranê de.

Lê hevpeymanîyê ev doz baş çareser nekiriye. Qurbanîyên êrîşên hevpeymanîyê weke ziyanên cihê mixabinîyê di hewldana têkbirina DAIŞê de tên hesibandin. Piranîya caran ev kes dûrî medyayê ne; bê nav û rû ne û eger dezgehên ragihandinê yên navdewletî wan bibîne pirsa jîyana wan a di bin sîya DAIŞê de dike lê pirsa ziyanên ku gihane wan nake.

Hemhengî behsa qurbanîyên neqesdî dike lê hewl nade bigihê qurbanîyan da ku lêborînê derxe. Lêbûrîn û îtîrafa bi ziyanan dikarin nameyekê bigihînin qurbanîyan ku hevpeymanî li çarenûsa wan miqate ye.

Di hema demê de karên sembolî jî giring in, pêdivîya qurbanîyên mîna Ehedê jî bi alîkarîya madî heye.  Dema me ew dît wê xwe gihandibû mirovên xwe yên li Libnanê lê ew jî xizan in û nikarin rahêjin barê xwendina wê.  Mijar ne girêdayî nirxandina jîyanê ye lê alîkarîya qurbanîyan e bo bicihanîna pêdivîyên ku ji encama bombebaranê deketine. Artêşa Amerîkî û hin endamên hevpeymanîyê pere li Afganîstan û Îraqê ji bo qurbanîyên xwe dane; ne bi awayekî qanûnî lê ji bo sivkkirina zehmetîyên sivîlan.

Di berfanbara 2016an de, kongresê destûr da Pentagonê da ku pereyan bide malbatên sivîlên ku ji ber êrîşa asîmanî ya Amerîkayê li Sûrîyeyê hatin kuştin. Lê sîstema dayîna van pereyan ne zelal e. berdevkek bi navê hevpeymanîyê ji Human Rights Watchê re got ku “di rewşên guncan de dibe ku serkirdayetî pereyan bidin da ku hasten xwe ji bo birîndaran û malbatên kuştîyan re bidin xuyakirin. Lê hêmanên rewşa guncan ne diyar in.

Divabe bobelata Ehedê êşên nebûna siyasetên hevpeymanîyê bo alîkarîya qurbanîyên bombebaranê bibîr bînin. Dibe ku rawestandina êşa hemû Sûrîyeyîyan di cengê de ne pêkan be, lê sivikkirina gelek êşan pêkan e. gava yekemîn ew e ku hevpeymanî li qurbanîyên êrîşên xwe mukur bê her weha divebe sîstemên xwe yên alîkarîya qurbanîyan çalak bike da ku wekhevî were pêkanîn. Tu kes nikare hezkirên Ehedê lê vegerîne lê em dikarin êşên wê mezintir nekin û alîkar bin di çûna wê ya dibistanê de.

Jêder: Human Rights Watch