Girtina çalakvanê aştîyane Mihemed Elsalih

21/10/2017


Roja çarşemê; 19ê cotmeha 2017an, çalakvanên aştîyanne Mihemed Elsalih ê ku bi navê Ebû Elî Elsalih ji alîyê rêbenda ewlehîyê ya beşê ewlekarîya siyasî nêzî Zanîngeha Baisê li Homsê hate girtin û demlidest ew veguhestin beşê ewlekarîya leşkerî.

Girtina mamosta Mihemed Elsalih encama çalakîyên wî yên aştîyane ne di warê berevanîya di berê kesên girtî û revandî de ye û karê wî ji bo serbestkirina wan her weha di warê aştîya navxweyî de jî çalak e û endamekî damezrêner ê “Desteya Hevrêzkirinê ya Niştîmanî” ye ya ku çalakîyên xwe yên siyasî weke “opozisyoneke hundirîn ” pêk tîne û duruşma “aştîyê” hildide her weha nevîyê Salih Elelî ye yek ji pêşengên şoreşa Sûrîyeyî li dijî Fransayê.

Mamosta Mihemed Elsalih di îlûna 2011an de ji ber hevdîtina wî li gel şanda rûsî di seredana Homsê de hate girtin paşê careke din di 23yê cotmeha 2015an de û salekê û çar mehan girtî ma, di sedsala borî de jî 13 salan girtîyê siyasî bû û di sala 2000î de hate berdan.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê bi tundî girtina Mihemed Elsalih şermezar dike û doza serbestkirina wî a demlidest li gel diyarkirina cihê wî û têkilîya wî li gel malbatê û parêzerê wî her weha parastina wî dike.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê karên girtinê û windakirina bineçarî yên dijî qanûnê ku ji alîyê rêjîmê ve hatine pêkanîn û bi sedhezaran welatî û çalakvan ji destpêka tevgera aştîyane a gelê Sûrîyeyî ji 2011an ve û heta nuha bûne qurbanî, bibîr tîne.

Navend piştgirîya xwe bo Mamosta Mihemed Elsalih û girtîyên nerînan û hemû girtîyên din yên ku ji ber çalakîyên xwe bo mafên ku qanûna navdewletî wan diparêze, radigihîne û doza serbestkirina wan dike.

21/10/2017
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.