Sûrîye weke dewleta herî metirsîdar bo rojnamevanan tê hesibandin ew jî ji ber komkujîya ku ji berî 6 salan ve gelê Sûrîyeyê rastî wê te ku cenda herî tund e di dîrokê de li gor Neteweyên Yekbûyî.
Ji ber ku rojnamevan li rastîyê digere û cave cîhanê û wijdanê wê her weha ne beşekî şer e û ne jî tê de beşdar e, ji lew re nabe di tu rewşan de kujer wî û binpêkerê mafên wî ji cezakirinê bireve, ev yek jî li gor qanûnên navdewletî pejirandî ye û belgeyên dezgehên pêşketî li ser lihev dikin her weha dadmendîyê jî teqez dike.
Deqên NYyê û qanûnên wê doza parastina rojnamevanan di demên şer de dike lê ev qanûn tenê li ser kaxezan e û ta nuha tu alîyekî ser erdê –ne di NYyê û ne ji derveyî wê- nikarîbû tedbîrên pratîk ên bersivdayîna bangewazîya rojnamevanekî birîndar li meydana şer bidin, ne alîkarîya rojnamevanekî ku di zindanan de tê îşkencekirin bikin yan ne jî bersivdayîna malbata rojnamevanekî ku bi destên tawankeran hatiye bidûrxistin bidin.
Ber bi hejmaran ve em biçin, li Sûrîyeyê di nav adara 2011an û cotmeha 2017an de, 624 rojnamevan û çalakvanên ragihênerî ji nav wan jî 10 rojnamevanên jin, hatine kuştin –ew jî li gor hejmarên Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan û Hevgirtina Rojnamevanên Sûrîyeyî– li gel tundîya ne kujer ya ku karmendên di warê ragihandinê de bi berdewamî rastî wê tên mîna îşkencekirin, girtina keyfî, windakirina bineçarî û revandina di dema êrîşên çekdarî de. Bê ku alîyên ki van kirayaran dikin; di serî de rêjîma Sûrîyeyê û hevalbendên wê li gel rêxistinên îslamî yên tundrew mîna DAIŞ û Nusrayê, rastî lêpirsîna qanûnî werin.
Li gor bibelgekirina Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînêê 30 rojnamevan û çalakvanên ragihênerî li ji destpêka vê sale ve ta cotmeha 2017an, li Sûrîyeyê hatine kuştin, 43 rojnamevan di sala bûrî de hatin kuştin. Tevî ku hejmara kuştîyan kêm bûye lê nayê wateya ku rewşa ragihênerên li Sûrîyeyê kar dikin baştir bûye ji ber ku metirsîyên li dora wan ji hemû alîyan ve zêdetir dibin û ev jî giringîya hebûna mîkanîzmên cezakirina tawankeran teqez dike.
Li ser asteke cîhanî, rêxistinên cîhanî (Nîşana Navdewletî) kuştina 84 rojnamevanan li seranserî cîhanî ji destpêka salê de ta cotmeha 2017an bibelge kirine li 104 kuştî di sala borî de.
NYyê -di biryara xwe ya 163/68an de ya ku li gor wê roja 2yê mijdarê weke roja cîhanî ya dijatîya bêcezakirin di tawanên li dijî rojnamevanan de, destnîşan kir- endamên xwe ji bo stendina tedbîrên destnîşankirî yên dijatîya çanda bêcezakirinê ya belav han da, tevî ku Sûrîye endameke NYyê ye lê Hêzên Hikûmetê di serê lîsteya tawankerên kuştina der heqê rojnamevanan de ye bê ku guhdanê bi daxwazên NYyê bike. Berhevkirineke asa ji me re diyar dike ku ji her 8 rojnamevanên ku li ser asteke cîhanî tên kuştin, 3 ji wan Sûrîyeyî ne.
Bêcezakirin metirsîyeke bo karmendên di warê ragihandinê de ji ber ku dikeve xizmeta berdewamîya tawanê û rê dide tawankeran ku binpêkirinên xwe bê tirs bikin, bi boneya roja cîhanî ya dijatîya bêcezakirinê; Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê van xalan ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze:
- Giringîya hebûna hevpeymaneke navdewletî bo dijatîya bêcezakirinê ku mîkanîzmên aktîv bo parastina rojnamevanan û cezakirina alîyên ku guh li pîvanên navdewletî nakirin, di nav xwe de dihewîne.
- Çêkieina dadgehên taybet ên tawanên dijî rojnamevanan.
Ji alîyekî din ve Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ji hemû alîyên şer li Sûrîyeyê û di serî de ji desthilatên Sûrîyeyî van xalan dixwaze:
- Serbestkirina demlidest a hemû girtîyên nerînê û ragihêneran bê şert û merc.
- Diyarkirina çarenûsa winda û revandîyan.
- Çêkirina lêpirsînên eşkere û zelal di hemû tawanên der heqê sivîlan de li Sûrîyeyê.
- Radestîkirina termê qurbanîyan yên ragihêner û qurbanîyên azadîya nerîn û derbirînê bo malbatên wan.