Zelalkirina hin Têgînên Şaş ên Girêdayî Awaya Navdewletî ya Bêalî û serbixwe ya Girêdayî Neteweyên yekbûyîyê

“Awayekî Navdewletî Bêalî û Serbixwe bo Alîkarîya di Lêpirsînê de û Dadgehkirina Berpirsên Tawanên Metirsîdar yên ku ji Adara 2011an ve li Sûrîyeyê çêbûne li gor Qanûna Navdewletî.”

Ev gotar bi hevkarîya di nav sê rêxistinên mafnasîyê yên nehikûmî de hatiye nivîsîn; Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendî û Lêpirsînê, Sûrîyeyîyên bo Rastî û Dadmendîyê û Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê. Naveroka wê jî, nerîna hevbeş a van rêxistinan e.

Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe (IIIM) bo alîkarîya di lêpirsînan û dozlêvekirina li berpirsên tawanên metirsîdar bi biryara Komeleya Giştî ya NYyyê di Berfanbara 2016an de hate damezrandin. Di 3yê tîrmehê de, Emîndarê NYyê yê Giştî Antonio Guterres, Catherina Marchi-Uhelê bi karê seokatîya Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe, erkdar kir. Marchi-Uhel dadwereke Fransiz a kevin e, zanebûneke wê ya berfireh di dadgehkirinên tawanên cengê de heye. Di dirêjahîya 27 salên karê wê de, Marchi-Uhelê piştgirîyeke qanûnî daye dageha sezakirinê ya navdewletî ya Ugoslavyaya kevn û şanda NYyê li Lîbîryayê her weha şanda NYyê ya rêveberîya demkî li Kosovoyê. Her weha wê di dozên Dadgeha Navdewletî ya Taybet de li Kembodyayê (Odeyên Sezayî yên Taybet) kar kir û nuha Emîndara Sitemxwaran li Komîta Encumena Ewlekarîyê ya NYyê ye ku li gor biryara 1267an hatiye çêkirin. Erkdarkirina wê tê wateya destpêka karê kur yê Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe.

Ji destpêka damezrandina Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe ve, civaka sivîl a sûrîyeyî li ser piştgirîya vê awayê û zelalkirina armancên wê kar kir. Di sibatê de, gelek rêxistinên Sûrîyeyî yên nehikûmî nameyek ji Komeleya NYyê ya Giştî re şand  tê de hin pirsyar û qewîtî nivîsî bûn ku bi rêya wan ev awa dê karibe pêşikîyên Sûrîyeyîyan fêm bike her weha giringîya awayê û pejirandina wê ji alîyê Sûrîyeyîyan ve biçesipîne. Di Gulanê de, civînek di nav tîma damezrêner ya Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe û grûpeke berfireh a rêxistinên civaka sivîl li Sûrîyeyê li Lozana Swîsrayê li dark et. Ev civî bo danûstendina nerînan, pêşkêşkirinan qewîtîyan û peydakirina têgihaştineke hevbeş di nav her du alîyan de gelekî alîkar bû.

Tevî van gave erênî, lê hê jî hin pirsyar der barê karê awayê û karîna wê li ser çesipandina lêpirsînan li Sûrîyeyê di serê hin Sûrîyeyî, çalakvan û grûpên civaka sivîl de hene. Di Hizêranê de, nivîsgeha Komîserê Bala yê Mafê Mirovan pêşwazî li civîna Tîma Lêveger ya Mafê Mirovan li Tirkîyeyê bi Rêxistinên nehikûmî yên Sûrîyeyî re bo gengeşekirina pêşketinên dawî di warê mafên mirovan de ji nav wan jî pêşketinên ku Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe bi dest xistine, kir. Di vê civakê de fêmkirineke berfirehtir bo kar û karînên awayê çêbû. Ji ber ku ev civîn ne giştî bû, me pênc tirsên herî belî yên ku Sûrîyeyîyan der birandibû destnişan kirin û ji bo têgihaştina wan ji alîyê cemweran ve me şiroveyek li jêr da wan.

1-    Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe versyoneke dûbarekirî ye ji komîteya lêpirsînê ya navdewletî û Serbixwe der barê Sûrîyeyê de:

Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe û komîteya lêpirsînê ya navdewletî û Serbixwe der barê Sûrîyeyê de xwedî komîserkirineke tekûzker in lê cûdahîya di nav wan de jî zelal e. Komîta Lêpirsînê ya Navdewletî lêpirsînê di binpêkirinên mafên mirovan ên di şerê Sûrîyeyî de çêbûne, dike, li gel ronîkirina destnîşankirina rastî û rewşa binpêkirinan, Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe delîlên binpêkirinan ber hev dike, diparêze û analîze dike li gel ronîkirina girêdana tawanê bi delîlan (nêta tawanê). Awaya Navdewletî dê van agahîyan biparêze û analîze bike û li gel dadgehên ku dê li ser tawanên navdewletî yên ku li Sûrîyeyê çêbûne bi par ve bike.

Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe û Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî awayên cihê ji bo danheva agahîyan der barê Sûrîyeyê de bikar tînin.agahîyên lêpirsînê yên Komîteya Lêpirsînê ji gotinên qurbanî û şahidan ên ku bi rêya hevpeyvînan hatine berhevkirin, pêk tên. Komîta Lêpirsînan wekî bingeheke agahîyan a navendî kar nake. Tersî wê, rêbaza Awaya Navdewletî; berhevkirina delîlan li ser asteke berfireh û ji jêderine cûrbecûr li xwe digire, ji nav wan jû Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî der barê Sûrîyeyê de, dewlet, rêxistinên navdewletî û herêmê û rêxistinên nehikûmî. Dibe ku hin jêder ji derve jî bi awayekî xwebexş delîlê xwe bi awayê re bi par ve bike, da ku tev li bingeha xwe ya agahîyan bike. Ji alîyê nimûneyîyê ve, Komîteya Lêpirsînan  dê hemû agahîyên xwe bide Awaya Navdewletî ku ew ê karibe dawîyê pêwendîyê li gel jêderan deyne da ku pirsan ji wan bike an ku daxwaza hin delîlên din bike. Lê hê jî pêdivî bi zelalkirina hûrgilîyên hatina agahîya heye.

Tê pêşbînîkirin ku beşdarîyeke din ji ya Komîteya Lêpirsînan mezintir a xwedî armanc ji Awayê re bi rêxistinên Sûrîyeyî yên nehikûmî re hebe. Ji ber ku Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe dikare bikeve têkilîya li gel jêderên derve, rêxistinên nehikûmî dê di mercên têkilîya xwe bi awayê re zelaltir bin, ku berê bi komîteya lêpirsînan re nezelal bû. Her weha kaxezên têgihaştinê dê rê bidin rêxistinên Sûrîyeyî yên nehikûmî ku pêşbînîyên xwe berî hevkarîyê destnîşan bikin, ku ev jî di encamê de dê qezencgirtina her du alîyan hêsantir bike.

Dawîyê; berovajî komîteya lêpirsînan, nayê pêşbînîkirin ku Awaya Navdewletî karê xwe bi eşkeretî ragihîne. Di hema dema ku Komîteya Lêpirsînan berî nuha raporên lêpirsînan bi awayekî eşkere li gel encam û qewîtîyan belav dikir, ji Awaya Navdewletî nayê xwestin ku karê xwe yê cewherî bi eşkeretî ragihîne. Tevî ku Awa dê raporên dewrî derxîne lê cemawer dê nikaribin encamên kar nas bikin ta hildana doze ji dadgehê re.

2-    Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe dozên dadgehî hilnade:

Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe ne dadgeh e, ne ofîseke dozgerê giştî ye û ne jî desteyeke dadgehî ye, lê mebest ji çêkirina awayê, danheva agahîyan, çesipandina wan, analîzekirina wan û biparvekirina wan e li gel dadgeh an desteyên dadgehî yên niştîmanî, herêmî an navdewletî yên ku serwerîyeke wan a dadgehî li ser tawanan heye. Karê pêşkêşkirina dozan ew e karê ku dihêle Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe alaveke bihêz a pêkanîna dadmendî û lêpirsînê li Sûrîyeyê be. Pêşkêşkirina dozan nayê wateya ku awa dê dadgehkirinê bike lê ew ê barê lêpirsînan li ser stûyê dozgerê giştî sivik bike. Dadgehên ku Awa dê dosyayan bi wan re bi par ve bike hê jî nedestnîşankirî ne. dibe ku dadgehên ewropî jî li xwe bigire lê devera dadgehên dê xwe bispêre delîlên ku awa dide hev û devera ku tawankar lê ne. di siberojê de, eger dadgeheke navdewletî a taybet bo Sûrîyeyê hate çêkirin an jî serwrîyeke dadgeha sezakirinê ya navdewletî li ser Sûrîyeyê çêbû, awa dê karibe dosyayên dozên xwe ji wan alîyan re pêşkêş bike. Bi rastî jî, tîma damezrandina awayê ya pêşîn bi nivîsgehên darzandina giştî re li gelek dewletan têkildar bûn û li ser bipêşxistina awayên pêwendîdanînê bi wan ofîsan re kar kirin.

3-    Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe gê agahî û dozan li gel Hikûmeta Sûrîyeyî bi par ve bike:

NYyê di dema damezrandina Awayê de diyar kir ku awa dê dosyayê dozan û agahîyan tenê bi dadgeh an desteyên dadgehî yên ku rêzê li qanûna navdewletî ya mafên mirovan û pîvanên mafên mirovan yên navdewletî re digire, bi par ve bike, ji nav wan jî mafê dadgehkirina azad û nepêkanîna bidarvekirinê li ser tawanên di dadgehan de. Her weha binpêkirinên bibelgekirî yên mafên mirovan, tawanên cengê û tawanên dijî mirovahîyê yên ku hikûmeta Sûrîyeyî pêk anîne dihêlin ku hikûmet dûrî dosya, agahî û delîlên awayê be. Divabe dozgerên giştî yên yên hikûmî yên ku dixwazin  agahîyan ji awayê bidest bixin teqez bikin ku xebatek ji alîyê hikûmetên wan heye ku bi pîvanên navdewletî yên mafên mirovan pabend bin. Eger veguhestineke siyasî ya biserketî li Sûrîyeyê hebe, çi hikûmeta ku dê bê û bixwaze dozan li pêş dadgehên Sûrîyeyî yên niştîmanî pêşkêş bike bi rêya bikaranîna delîl û agahîyên awaya Navdewletî ya Serbixwe û bêalî , divabe rêza li serwerîya qanûnê û pîvanên qanûnî yên navdewletî, diyar bike.

4-    NY peredayînê nade awaya ku çêkiriye:

Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe nuha xwe disperse xwebexşên ku ji alîyê dewletên endamên NYyê li şûna peredayîna yekser ji NYyê . dibe ku ev yek demkî be û ji ber ku awa hê jî di qonaxên xwe yên pêşîn de ye, NYyê tu pere jê re destnîşan nekiriye. Awayê xwe spart pereyên ku ji alîyê hejmareke dewletên endam hatine pêşkêşkirin da ku dest bi karê xwe bike. Di hema dema ku dewlet tên handan ji bo destnîşankirina peredayîneke taybet a domdar bo awayê,  Emîndarê Giştî yên NYyê Komeleya giştî li ser gera bo peydakirina peredayîna awayê han da, ev yek jî tê wateya egera destnîşankirina peredayînê ji peredayîna NYyê di pêşerojê de.

Awa pereyan ji alîyên nehikûmî nagire. Di siberojê biryar dê xwe bispêre serkirdayetîya awayê da ku çarçoveyeke peredayînê ya domdar ku wê bêalî bihêle, were danîn.

5-    Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe bi tenê dikare dozan hilde:

Awaya Navdewletî ne bi tena xwe dikare dozan hilde, hebûna wê jî nayê wateya ku rêxistinên nehikûmî nikarin dozan hildin. Tiştekî rast e ku grûpeke qurbanîyan û rêxistinên nehikûmî dozên ji vî rengî hildin. Eger rêxistin van dozan ji derveyî awayên hildin em ê wan han bidin bi awayekî têkûzker ji awayê re û em rikê bi wan re nakin.

Tevî ku hildana dozan ne tenê ji awayê re ye lê ji ber asta bilind a bêalîtî, serxwebûn û agahîyan bi rêya tora wê ya berfireg, awa bi alîkarîya pêşkêşkirina doza bi awayekî yekser bi rêya Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe pabend e da ku karibe sûdeyê ji van yekan bigire. Her weha her sê rêxistinên me bi pejirandina daxwazên dozgerên giştî der barê çi doza sezakirina binpêkerên mafên mirovan li Sûrîyeyê pabend in bê ku guh li rêxistin an alîyê ku doz hildaye bikin.

Bo naskirina hin agahîuên din an pêşkêşkirina nerînan, têkilîyê li gel van alîyan deyne:

Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendî û Lêpirsînê  [email protected]

Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê [email protected]

Sûrîyeyîyên bo Rastî û Dadmendîyê [email protected]

Jêder:: https://www.stj-sy.com/ar/view/167