Windakirina bi Neçarî çekekî cengê ye li Sûrîyeyê,  ne kêmî 85000 windayên bi neçarî

Kanîn?

Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan rapora xwe ya salane bi boneya Roja Navdewletî ya Piştgirîya qurbanîyên ya ku her sal di 30ê Tebaxê de ye.

Li jêr serenava “Kanîn?” raporê ne kêmî 85000 windayên bi neçarî li cem alîyên aktîv li Sûrîyeyê bibelge kir her weha teqez kir ku windakirina bi neçarî bûye çekek ji cenga Sûrîyeyî re.

Di raporê de hate gotin ku operasyonên girtina keyfî yên ku di her heft salên borî de hatine bibelgekirin nêzî revandinên mafyayê ne, ji ber ku ew bi êrîşan pêk tê, bêyî derxistina kaxeza girtinê, girtî ji danûstendina bi malbat û parêzerê xwe re tên qedexekirin û desthilat li xwe mikur nayê ku li cem e, li gor raporê gelek rewşên girtinê gihane asta windakirina bi neçarî.

Raporê windayê bi neçarî bi vî awayê pênase kir; girtîyê ku agahîya bibelgekirî ya dawî  li ser ji alîyê kesên ew girtine berî mehekê bû û qurbanî dimîne windayê bi neçarî madem alîyê berpirsyar li xwe mikur nehatiye; eger agahî jî li ser cihê girtina wî bên.

Raporê xwe spartiye hevdîtinên ku tîma  Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan bi malbat û hevalên qurbanîyên windakirin bi neçarî re çêkirine her weha xwe spartiye erşîva girtî û windayên bi neçarî a ku rojane bûyerên girtin û windabûnê tê de tên qeydkirin.

Rêveberê Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan; Fedil Ebdilxenî zêde kir û got:

“bi dehhezaran rewşên windakirina neçarî yên qeydkirî li cem me li gel paşmayên wê yên derûnî, laşî û hestyarî dihêle ku tawan awayejî sezakirina bi komî ji bocivakê dide der, eger piştî derbasbûna 7 salan civaka navdewletî nikaribe bi qurbanîyan re alîkar bin, herî kêm em ê li wan bipirsin û alîkarîya kesûkarên wan bikin”.

Raporê diyar kir ku rêjîma Sûrîyeyî di ber 90% ji oporasyonên windakirina bi neçarî de her weha teqez kir ku ew alîyê pêşîn û sereke ye yê ku dest bi operasyonên windakirina bi neçarî li dijî opozisyona xwe kir di adara 2011an de her weha bi awayekî rêbazkirî li dijî hemû beşên civaka Sûrîyeyî weke çekekî cengê girêdayî kuştin û tundîyê bikar anî, her weha diyar kir ku operasyonên windakirina bi neçarî li gel belavbûna komên çekdar ên ne fermî yên ku li gel Hêzên Artêş û Ewlehîyêyên Sûrîyeyî şer dikin mîna mîlîşyayên îranî û Hizbelaya Libnanî, berfireh bûn ku wan jî girtîgehên xwe yên taybet çêkirine û bi operasyonên girtin û revandinê rabûne.

Li gor raporê; 85036 kes bi neçarî li ser destê alîyên aktîv li Sûrîyeyê ji Adara 2011an ta Tebaxa 2017an hatine windakirin, Rêjîma Sûrîyeyî di ber windakirina ne kêmî 76656 kesan de; ji nav wan 1116 zarok û 4219 jin, de berpirs e, her weha ne kêmî 4698 kesan ji nav wan 204 zarok û 182 jin li cem DAIŞê windakirî ne. rêxistina Feth Elşamê di ber 1121 kesan de berpirs e ji nav wan jî 7 zarok û 12 jin. Hêzên Rêveberîya xweser jî ne kêmî 1143 kesan winda kiriye ji nav wan jî 22 zarok û 33 jin, her weha hêzên opozisyonê yên çekdar di ber windakirina ne kêmî 1418 kesan de berpirs bû ji nav wan jî 178 zarok û 364 jin.

Li gor raporê, asta herî mezin ji qurbanîyên girtina bi neçarî ji parêzgeha Gundewarê Şamê ne, pişt re Deraa û Şam e.

Raporê teqez kir ku siyaseta windakirina bi neçarî binpêkirineke ji makeqanûna Sûrîyeyî û lihevkirina navdewletî ya parastina kesan ji windakirina bi neçarî re ku di madeya wê ya pêşîn de hatiye gotin: nabe tu kes bi neçarî were windakirin û nabe k utu rewşeke awarte ji vî kiryarî re bibe behane,  eger rewşeke cengê an gefeke cengê an netebatîyeke siyasî ya hundirîn jî hebe an jî rewşeke awarte ya din, tevî ku Sûrîye ne beşeke ji vê lihevkirinê lê tawankirina windakirina bi neçarî beşekî qanûna navdewletî ya adetî ye.

Her weha raporê diyar kir ku Hikûmeta Sûrîyeyî di parastina gelê xwe de ji windakirina bi neçarî, têk çû; wê bixwe bi awayekî pir xirab li gor serdema nûjen bikar anî. Feqîya Navdewletî ya Mafên Mirovan teqez kir ku berpirsyarîtîya diyarkirina rewşa girtîyan dikeve ser mile dewleta k yew girtine an revandine, divabe lêpirsîn di hemû rewşên mirinê yên di girtîgehan de çêdibin were çêkirin, her çar alî dimînan hev di warê kiryaran de lê cûdahî di hejmara girtîyên wan de ye.

Raporê ji Neteweyên Yekbûyî û Encumena Ewlwkarîyê xwest ku sînorekî ji nexweşîya windakirina bi neçarî re ya ku li Sûrîyeyê belave deyne ji ber ku gefê li ewlehî û tebata civakê dixwe her weha ew li ser derxistina daxuyanîyekê taybet der barê windayên bi neçarî li Sûrîyeyî han dann da ku kiryarên rêjîmê û alîgirên wê û her çar alîyên şer ên din şermezar bike û zextê ji bo derbasbûna komîteya lêpisînê ya navdewletî û komîteya navdewletî ya xaça sorb ê şert û merc  bo hemû girtîgehan.

Her weha raporê li ser giringîya şopandina pêkanîna Encumena Ewlekarîyê bo biryarên xwe yên li Sûrîyeyê teqez kir ji nav wan jî 2024an û 2139an.

Raporê ji Encumena Mafên Mirovan xwest ku doza  girtî û windayan li Sûrîyeybişopîne û balê bikişîne ser di hemû civînên salane de her weha hevkarîya li gel rêxistinên mafên mirovan yên navxweyî û aktîv li Sûrîyeyê.

Raporê li ser giringîya zêdekirina karmendên tîma windayên bi neçarî di ofîsa pispor ya rewşên windakirina bi neçarî li Sûrîyeyê teqez kir ji ber zêdebûna hejmara windayan li Sûrîyeyê.

Dawîyê raporê ji awaya lêpirsînê ya serbixwe û hevbeş xwest ku dest bi lêpirsînan di rewşê windakirina bi neçarî de bike.

Bo dîtina raporê.

Jêder: Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan