Têkilîya di Nav Dezgehên Bazirganîyê û Mafên Mirovan de

Kaxezeke Hevbeş di nav Rêxistina “Sûrîyeyîyên bo Rastî û Dadmendîyê” û “Programa Sûrîyeyî ya Bipêşxistina Qanûnî

Sûrîyeyîyên ji bo Rastî û Dadmendîyê li gel Prgrama Sûrîyeyî ya Bipêşxistina Qanûnî hewl dide bi rêya vê kaxeza hevbeş têkilîya di nav Kompanîyên Bazirganîyê û Mafên Mirovan di çaçoveya Sûrîyeyî de ronî bike, teybet piştî ku axaftina li ser mijara “jinûavakirina Sûrîyeyê” pir bûye tevî ku tu lihevkirin ji bo şerê li Sûrîyeyê çênebûye, her weha tu tedbîrên “dadmendîya veguhêz” nehatine destpêkirin ku welat dûrî cengê û şeran bixe, di salên şer ên bûrî de, gelek rêxistinên Sûrîyeyî û Navdewletî û Komîteyên Navneteweyî bi sedan raporên mafnasî der barê binpêkirinên ku li Sûrîyeyê çêdibin de, lê tu tevgereke rast li ser asta destpêka lêpirsînê û sezakirinê û diyarkirina rastîyê, ne li ser asta niştîmanî, ne herêmî ne jî navdewletî çêbû.
ev kaxez weke rêbezekî girêdanê yê berfireh e ku Sûrîyeyîyên bo Rastî û Dadmendîyê dişopîne taybet di têkilîyên xwe li rêxistinên Sûrîyeyî yên navxweyî de, di çend mehên borî de; rêxistinê hejmarek ji rapor û kaxezên hevbeş belav kirin weke (raporeke taybet der barê êrîşa kîmawî li ser Xan Şeyxûnê li parêzgeha Êdlibê di 4 Nîsana 2017an de) ew jî li gel Rêxistina Dadmendî bo Jîyanê, her weha raporeke din a hevbeş der bar “heşt êrîşan” de ku navendên bijîşkîyê li Êdlibê armanc kiribûn di Nîsana 2017an de belav kir ew rapor jî hevbeş bû di nav (Sûrîyeyîyên Bo Rastî û Dadmendîyê û Erşîva Sûrîyeyî û Rêxistina Dadmendî bo Jîyanê) rapor li jîr serenavê (Navendên Bijîşkîyê di bin agir de ne) hate belavkirin û weke bersivdayînekê bo hin têgînên şaş der barê Awaya Navdewletî ya Serbixwe de ya ku komeleya giştî di Berfenbara 2016an de biryara çêkirina wê da; Sûrîyeyîyên bo Rastî û Dadmendîyê, Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendî û Lêpirsînê û Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê kaxezeke hevbeş li jêr serenavê (zelalkirina hin têgînên girêdayî Awaya Neteweyên Yakbûyîyê ya Bêalî û Serbixwe)belav kir weke hewildaneke bersivdayîna hin pirsan der barê Awayê de.
Bo xwendina kaxezê û daxistina wê bi forma PDFê, li vê derê bixe.