Sûrîye: Navendên Pijîşkîyê di nav Agire de ne

25 nexweşxane an avahîyên pijîşkîyê li Sûrîyeyê di Nîsana 2017an de rastî êrîşan hatine, ku di her 29 saetan de êrîşek heye. Hate naskirin ku 91% ji wan êrîşan ji alîyê hêzên Hikûmeta Sûrîyeyê an Hêzên Rûsî ve hatine pêkanîn. Piranîya van êrîşan li Êdlêbê bicih bûne ku ew jî mezintirîn bajar di bin destê opozisyonê de ye piştî dorpêçkirina Helebê di sala 2016an de, ku di encamê de bi hezaran welatîyên Helebê koçberî Êdlêb û Gundewarê Helebê bûne.

Li gor agahîyên ku di vê rapora hevbeş de hatine belavkirin, Hêzên Çekdar ên Rûsîyeyî û Sûrîyeyî di ber armanckirina her heşt êrîşên ku di Nîsana 2017an de li ser nexweşxane û navendên pijîşkîyê çêbûne  –yên ku xizmetê digihînin 1.3 melyon kesî (hejmarek ku ji xelkên Brusselsê bêhtir e- berpirs in, ew jî li gor gotinên şahidan û rêveberên navendên pijîşkîyê.

workflow

Arşîva Sûrîyeyê li gel hevkarên xwe ( Sûrîyeyîyên bo Rastî û Dadmendîyê, Dadmendîya bo Jîyanê) ev formên êrîşan analîze kirye û bi rêya berhevkirina wan bi hin vîdyoyên din re û agahîyên çavdêrîya gerên asîmanî û daxuyanîyên şahidan, ji wan piştrast bûne. Li gor encaman, ev êrîş ji cûreyên bombebarana berdewam ji deverê re bûn her weha bê hişyarkirin hatin pêkanîn û tu karên leşkerî yên tund bi wan re li deverê  nebûn. Kesên ku ev rapor çêkirine bi hêvî ne ku bi rêya nivîsîna lêpirsînên girêdayî van êrîşan ku karibin agahîyên giring biparêzin da ku di berevanîyê de an weke delîlekî tedbîrên pêşerojê ên lêpirsîna qanûnî, bikar bînin.

Ev rapor kar û xebatên rêxistina Mafên Mirovan bo agahdarkirina der barê binpêkirinên li ser navendên pijîşkîyê de li Êdlêbê di Nîsanê de berdewam dike, kar jî van yekan li xwe digire:

Ev rapor agahîyên zêdetir digihîne karên ku li jor hatine diyarkirin ku ziyanan destnîşan dike, vîdyoyan diyar dike (75 vîdyo) bi gotinên şahidan re berhev dike (14 kes) her weha bi agahîyên çavdêrîya gerên asîmanî re (6343 dîtin) ku ji alîyê Rêxistina çavdêrîya belafiran ku herêmên nêzî nexweşxaneyan di dema êrîşan de. Her weha devera cugrafî bo agahîyên dicîtalî li gel tîma lêpirsînan ya Bellingcatê hate destnîşankirin.

Erêkirina kesên ku hevdîtin bi wan re hetiye çêkirin, hatiye stendin berî ku rapor were belavkirin (karmendên di warê pijîşkî de, rêveberên navendan her weha karmendên berevanîya sivîl) ew jî di warê biparvekirina agahîyên êrîşan.

Raporê weke PDF daxe

Jêder : Arşîva Sûrîyeyî