Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî: dibe ku êrîşa Hûsîyan bi rokêtan li ser bajarên Seûdîyê tawaneke cengê be

Cîgira birêvebera kampanîyên Rojhilata Navîn di Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî de, Semah Hedîd weke bersiveke li ser nûçeyên behsa 7 rokêtên li ser firogehên Riyadê û deberên din li Seûdîyê ku ji hêla Hûsîyan ve hatibûn avêtin û di encamê de welatîyeke sivîl hatibû kuştin, got: “Qanûna Navdewletî ya Mirovî êrîşên ketober qedexe dike û dibe ku tawaneke cengê were hesibandin. Gelek kes ji ber wan rokêtan nehatin kuştin lê ev nayê wateya ku Hûsî ji berpirsyarîtîya vî karî hatin şûştin. Ev rokêt nikarin armancên xwe yên dûr baş nîşan bikin ji ber wilo dibe ku jîyana sivîlan ji ber wan bikeve metirsîyê.”

“nabe ev êrîşên ne qanûnî bibin behane ji Seûdîyê re bo êrîşîn bêserî li sivîlan an jî bilindbûna asta kêşeya mirovî li Yemenê bi rêya bendên li ser alîkarîyên weke xwarin, derman û sûtemenîyê.”

Di dawîya axaftina xwe de Semah hedîd got: “me binpêkirinê hemû alîyan ji qanûnan navdewletî re li Yemenê di her sê salên borî de, bibelge kirin. Êrîşên asîmanî yên ku Seûdîyê pêşengîya wan dikin bûn sedema gihandina ziyanan bo xanî, nexweşxane û bazaran li Yemenê. Di encamê de bi hezarên sivîlan jîyana xwe ji dest dane û bi melyonan koçbeer bûne û pêdivîya wan bi alîkarîyên mirovî heye. Lê binpêkirina ku ji hêla alîyekî şer derdikeve rê nade alîyê din ku ew jî binpêkirinekê di qanûna navdewletî ya mirovî de bike.

Bakgrawnd

Li gor raporên ragihênerî yên pêşîn û ji nav wan ya Ajansa Nûçeyên Seûdîyê, hemû rokêt hatine astengkirin lê welatîyekî Misrî ji ber paşmayên rokêtekê hate kuştin. Rokêtên Hûsîyan di bîranîna sêyem ya destpêka operasyonê hemahengîyê ya ku Seûdîyê pêşengîya wê dikir de bo derbeyên asîmanî li ser Yemenê, hatin avêtin.