Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî: 7 salên bêdengîyê ji hêla civaka navdewletî ve

Bi boneya bîranîna heftem a raperîna Sûrîyayî, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ji civaka navdewletî dixwaze ku li gor berpirsyarîtîyên xwe be her weha doza karê bilez dike ji bo rawestandina êşên bi melyonên Sûrîyayîyan li gel sînorkirina êrîşên xwînrij li ser sivîlên dorpêçkirî li Xûtaya Rojhilatî û Efrînê.

Di vî warî de birêvebera Lêkolînên Rojhilata Navîn di Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî de; Lîn Malûf got: “bêdengîya civaka navdewletî di warê parastina gelê Sûrîyayê de rê daye alîyên şer; û di serê wan de hikûmeta Sûrîyayê ku tawanên cengê û yên li dijî mirovahîyê bikin bê ku werin sezakirin, gelek caran jî alîkarî bi wan re tê kirin bi taybet ji hêla Rûsyayê ve. Her sale m dibêjin ku alîyên şer nema dikarin êşa sivîlan mezintir bikin lê her sale w alî şaşîtîya gumanên me diyar dikin.”

“di van deman de, 400,000 jin, mêr û zarok di bin dorpêça neqanûnî de ku ev sala şeşan e ji hêla hikûmetê ve hatiye ferzkirin dijîn, ev kes rastî mirina ji birçîna û bombebaraneke ketober ji hêla Hikûmeta Sûrîyayî ve bi piştgirîya Rûsyayê tê. Bêhtirî 600 welatîyên sivîl di her du mehên borî de jîyana xwe ji dest dane. Tevî ku civaka navdewletî got ku ev yek nayê dûbarekirin piştî wêrankirina Heleba Rojhilatî bi heman şêwazî ji hêla Hikûmetê ve, lê em dibînin ku cardin tê dûbarekirin. Grûpên Opozisyonê yên çekdar jî jî alîyê xwe ve bombebaranên ketober bo du gundan li Edlêbê pêk anîn ku ew jî ji sala 2014an ve dorpêçkirî ne. li Efrînê, bi sedan Kurdên Sûrîyayî bi neçarî ji malên xwe derketin ji ber êrîşên Hikûmeta Turkîyayê û grûpên opozisyonê yên çekdar yên ku dixwazin dest deynin ser bajarî.”

Lîn di dawîya axaftina xwe de got: “biryarên Encumena Ewlekarîya Navdewletî hatin piçûkkirin û paşguhkirin ji hêla Hikûmeta Sûrîyayê û alîyên şer yên din ve. Divabe ev yek demlidest raweste. Divabe Encumena Ewlekarîya Navdewletî hemû birayarên xwe yên bidawîanîna dorpêçê û şerê neqanûnî bi cih bîne. Her weha divabe nameyekê bişîne tê de teqez bike ku hemû berpirsên di ber tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê de li Sûrîyayê dê werin sezakirin bi rêya veguhestina rewşa li Sûrîyayê ji bo Dadgeha Sezayan ya Navdewletî.”

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ji hemû alîyên şer dixwaze ku bi berpirsyarîtîyên xwe li gor qanûna navdewletî pabend bin her weha rê bidin sivîlên ku dixwazin derkevin û rê bidin alîkarîyên mirovî ku bê astengî bigihgên kesên ku pêdivîya wan pê heye.

Dengên ji Xûtaya Rojhilatî:“em li ku bin, mirin li dû me ye”

Ji 18ê sibatê ve, Hikûmeta Sûrîyayî û ya Rûsî êrîşên li ser Xûtaya Rojhilatî ku sivîl û binesazî –mîna dibistan û nexweşxaneyan- aramnc kirine, dijwar kirine. Û di rojên dawî de, pêşketina Hêzên Hikûmetê li Xûtaya Rojhilatî bûye sedema Dabeşkirina wê bo sê herêmên ji hev cuda û di encamê de rewşa sivîlên di jêrzemînan de kambaxtir bûye, ku bê av, xwarin û ronahîya rojê dijîn.

Di axaftineke xwe de bo Rêxistina Lêborînê ya Nvdewletî, welatîyekî Xûtaya Rojhilatî behsa bêhêvîtîya xwe der barê kontrolkirina hikûmetê li ser zevîyên genim de kir ku ew zevî jedereke sereke ne bo xelkên herêmê.

Vî welatîyî got: “Hikûmeta Sûrîyayî baş dizane bê çi dike. Ew dizanin ku em ji ber berhemên xwe yên çandinîyê sax mane û genim jî bi taybet. Tiştê ku dilan dişewitîne ew e ku zevî tijî simbil bûne û em li hêvîya meha nîsanê bûn da em biçinin lê Hikûmet nuha jê qezenc digire.”

Her weha vî mêrî sozên vekirina rêyên derketina sivîlan ji bo reva ji tundîyê şermezar kirin.

“hun bawer dikin ku ew li saxlemîya me dipirsin? Hikûmeta ku em kuştin û bombebaran kirin dê me biparêze?”

Karmendekî bijîşkîyê yê alîkar Rêxistina Lêborînê ya Nvdewletî agahdar kir ku derbeyên asîmanî bûne sedema daxwaza wan a ewlehîyê di jêrzemînan de. Her weha got ku sê roj derbas bûn berî ku bikaribin ji jêrzemînan derkevin û karê xwe berdewam bikin her weha 70 kuşîtîyî binax bikin.

Vê alîkarê bijîşkê got ku hevjîna wî û keça wî di jêrzemîneke Xûtaya Rojhilatî de bo 3 hevfeteyan man: “wan ronahîya rojê ji ber tundîya bombebaranê nedidît. Li gel wê jî gelek kes xwe di jêrzemînan de vedişêrin û di encamê de zarok ji ber kêmbûna Oksîcênê ji ser hişê xwe çûn her weha nexweşî belav bûn. Rewş gelekî zehmet e.”

Birêveberê nexweşxaneyekê li Dûmayê ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî re got ku nexweş nema dikarin alîkarîyên bijîşkî werbigirin û ji nav wab jî jinek ku gurçika wê nema kar dike, di encamê de mir.

Birêveberê nexweşxaneyê got: “bi tenê jîyana xwe ji dest da. Ew çil salî bû. Ji ber lêmbûna dermanan mir. Karwana alîkarîya ya dawîn dereng hat ji ber wilo me nikarîbû alîkarîya wê kiriba.”

Karmendekê di warê mirovî de ku di jêrzemînekê de li Edlêbê asê mabû, behsa rewşa xwe ya nexweş kir û got:

“em li ser erdê radikevin. Pencere, ba û av tunene, ne jî paqijî heye. Rewş pir xirab e. dengê kuxika xelkê tê min bi taybet ya zarokan. Keça min ya du salî bêhinçikyayî dibe. Destpêkê oksîcêna me hebû lê nema. Her û her malbatên nû jî tên û em nikarin tev bi hev re rakevin ji ber ku cih têrî me nake ji ber wilo em bi dorê radikevin”

Weke gelek welatîyên Sûrîyayî jinê behsa nebawerîya xwe bi Hikûmeta Sûrîyayî kir û got:

“em galgalên girêdayî lihevhatinê dibihîzin lê ev yek tu car nabe. Hikûmet me nefret dike û eger derbasî Xûtaya Rojhilatî bibe, ew dê hevjînê min bigire, tevî ku ne şervan e, lê tenê ji ber ku mêr e. ew dê wî bibin û bixin nav artêşê. Em bi ku ve biçin, mirin li dû me ye. Devereke ewle bo me tuneye, ne Edlêb û na jî Xûtaya Rojhilatî.”

Bakgrawnd

Rêxistina Lêborînê ya Nvdewletî ji sala 2011an ve binpêkirinê li Sûrîyayê bibelge dike û bal kişand ser êşa kesên ku bi neçarî di zindanên hikûmetê de hatin windakirin her weha ser stratîcîya hikûmetê li herêmên dorpêçkirî ya Xwe radest bike an ji birçîna bemire.

Heta îroj; bêhtirî 400,000 kes jîyana xwe ji dest dane û hejmarek ji wan ji ber birînên xwe mirine, li gel ku 5.6 melyon koçber li seranserî cîhanê belav in. ji alîyekî din ve 75,000 kes di nav windayên bineçarî de ne li ser destê hikûmeta Sûrîyayê hatine windakirin, her weha 8,000 kes li ser destên Grûpên Opozisyonê yên çekdar û grûpa çekdar ya ku navê “Dewleta Islamî” li xwe dike hatine revandin.