Rêxistina Jînên Nuha ya Geşepêdanê mirina hunermend û xebatkar “Fedwa Silêman”

Rêxistina Jînên Nuha ya Geşepêdanê mirina hunermend û xebatkar “Fedwa Silêman” ya îroj li koçberîya xwe ya Fransayê ji ber nexweşîyê jîyana xwe ji dest da, radigihîne.

Ew yek ji yên pêşîn ên ku di tevgerên azadîyê û rûmetê ya Adara 2011an de beşdar bû her weha serkêşîya gelek xwepêşandanên li Şame û çalakîyên behremendî weke nimêjên bikomî û çandina daran bi navê şehîdan kir weke teqezîyekê li ser prensîpên şoreşê û redkirina gotarên tundîyê.

Hunermend Fedwa berê xwe da Humsê da ku li gel şînîyên wî bajarê şehîd bisekine her weha serkêşîya xwepêşandanên aştîyane kir, wê seredana malbatên şehîd û qurbanîyan dikir da ku li ser wan sivik bike li gel derketina wê li ser medyaya cîhanî bi nave xwe yê rast da ku di rûyê hemû metirsîyan de bisekine û nûçeyên Humsê bigihîne.

Piştî bilindbûna asta tundîyê û xirabîya rewşa wê ya tendirustî, Fedwa neçar ma ku koçberî Fransayê bibe da ku rêya xwe ya berevanîya di ber şoreşê û nirxên wê de ji dûr ve tevî êşê, berdewam bike.

Fedwa dê her dem bimîne semboleke şoreşa rûmet û azadîyê her weha mînaka jina Sûrîyeyî ya berxwedêr.