Rewangeh gera piştgirîyê li Ewropayê bo pênaseya bi rewşa mafên mirovan li Colana Sûrîyeyî dagîrkirî bidawî dike

Rewangeh – Navenda Erebî ya Mafên mirovan li Colana Dagîrkirî  roja duşemê 17/10/2017 gera xwe li dewletên Ewropî ku 17 rojan dewam kir ku Mînişîna Yekbûyî, Îrelan û Belcîka jî li xwe girt, bidawî kir, ew jî di heman dema derbasbûna 50 salên dagîrkirina Îsraîlê bo Colana Sûrîyeyî. Nûnerên Navendê di wê gerê de Nezîh Birêk û Nîzar Eyûb bûn û bi dehan hevdîtinên li gel endamên parlementoyê, rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan, nûnerên komên parlemanî di parlementoya Ewropî de li Brusselsê, serokê komîteya mafên mirovan di parlementoya Ewropî de, endamên şandên deplomasî di Yekîtîya Ewropayê de li gel hejmareke zanîngeha, lidar xistin. Her weha di gerê de gelek simînerên der barê rewşa Colanê de di 50 salên dagîrkirinê de û siyasetên desthilatên dagîrkirinê yên ku qanûna navdewletî û mafên mirovan bin pê dikin li gel siyaseta cûdakirinê li dijî Sûrîyeyîyên mayî li Colanê, hatin dayîn.

Nûnerên Navendê di van hevdîtin û simîneran de behsa rewşa Colana dagîrkirî ji sala 1967an de kirin li gel axaftina li ser siyaseta dagîrkerê îsraîlî ya dijî qanûna navdewletî û mafên mirovan weke veguhestina bineçarî bo hemû welatîyên sivîl, wêramkirina gund û zevîyên wan, bobelata malbatên derbeder, siyaseta dagîrkirinê, mayîn, siyaseta ferzkirina nasnameyê  li ser Sûrîyeyî, siyaset û qanûnên îsraîlî yên cûdakirina xelkên Sûrîyeyî li Colanê di warê avakirin û pilankirinê de, cûdakirina di warê teqena avê bo cotkarên Sûrîyeyî û nirxên avê, destdanîna ser jêderên xwezayî û gera li naftê, ferzkirina rêbazên îsraîlî yên fêrkirinê û betalkirina nasnameya xelkên Sûrîyeyî.

Navendê di hevdîtinan de teqez kir ku rewşa dagîrkirinê li Colanê û mafên mirovan li ser asta navdewletî jibîrkirî ye her weha teqezî li ser bandora şerê çekdarî li Sûrîyeyî li ser xelkên colane û sûdgirtina ji vî şerî ji hêla dagîrkeran bo berfirehkirina xaka xwe û destavêtina li nasnameya xelkên li Colanê kir. Ji hêleke din ve nûnerên navendê daxwazên xwe bo hemû nûnerên hikûmetan, parlementeran, endamên şandên deplomasî û rêxistinên mafên mirovan şandin bo miqatebûna li Colanê û handana şandên deplomasî yên dewletên Yekîtîya Ewropayê li Qudis û Tel Ebîbê bo seredana Colanê da ku binpêkirinên mafên xelkên Sûrîyeyî  ji alîyê desthilata dagîrker bibînin, pirsgirêkên wan nas bikin û di çareserkirinê de alîkar bin her weha naskirina pêdivîyên wan û pêşkêşkirina piştgirîya pêwîst bo wan di hemû waran de li gel hêsankirina peydakirina danên xwendinê bo xwendekarên Colanê li Yekîtîya Ewropayê û hêsankirina peydakirina vîzayên dewletên Yekîtîyê.

Di gerê de pênase bi rola rewangehê di warê dozên mafên mirovan de li Colana Dagîrkirî û çalakîyên wê hate kirin ji nav wan jî pêşkêşkirina xizmetên qanûnî yên bêpere, mafê karkeran, karê hilanîna mayînan di gundan de û li zevîyên girêdayî xelkên Sûrîyeyê, kêmasîyên dibistanan, hildana dozan li pêş dadgehên îsraîlî û gerên meydanî ji bo pênaseya bi rewşa mafên mirovan li Colanê û programa torîsma alternative.