Piştî Ku Di Sala 2013an De Ji Sûrîyeyê Revîya, Muzwun Bû Piştgira Hînkirina Keçan


New York, 19ê Pûşbera 2017an – Îroj, şeva Roja Cîhanê ya Penaberan, UNICEFê penabera Sûrîyeyî ya nozdehsalî û çalakgera di warê hînkirinê de, Muzwun El-Milêhan, wekî balyoza nîyetpakîyê ya nû û ya herî piçûk nîşan da. Piştî vê biryarê, êdî Muzwun yekem balyoza UNICEFê ye ya ku bi rengekî fermî penaber e.

Muzwuna ku di dema rûniştina xwe ya li Kampa El-Zeiterîyê de destekek ji UNICEFê wergirtibû, daye ser rêya balyoza ku jîyana xwe ji dest daye, Audrey Hepburn, a ku wê jî di zarokatîya xwe de destekek ji UNICEFê wergirtibû.

Muzwunê got: “Ez di zarokatîya xwe de jî tê gihaştim ku hînkirin kilîda siberojê ye, ji ber vê egerê, gava ez ji Sûrîyeyê revîyam, min tenê pirtûkên xwe yên dibistanê bi xwe re hilgirtin.” Muzwunê lê zêde kir û got: “Wekî penaber, min dît çawa zarok neçarî zewaca bi piçûkanî yan karên bi destan dibin. Zarok derfeta hînbûnê û derfetên bidestxistina siberojê winda dikin. Ez ji ber xebata li gel UNICEFê serbilind im, da ku ez karîbim dengê van zarokan bigihînim û êdî ew ew jî karîbin herin dibistanan.”

Muzwun di sala 2013an de li gel malbata xwe ji şerê li Sûrîyeyê revîya û nêzî sê salan wekî penaber li Urdunê jîya, paşê li Îngilîzistanê hat bicîkirin. Di nava 18 mehên ku li Kampa El-Zeiterîyê ya Urdunê de derbas kirin, Muzwunê dest bi banga ji bo peydakirina hînkirinê ji zarokan -nemaze ji keçan re- kir.

Cîgirê birêveberê cîbicîker ê UNICEFê, Justin Forsyth, got: “Çîroka Muzwunê û wêrekî û xweragirtina wê moralê dide me tevan. Em pê serbilind in ku Muzwun dê bibe balyoza UNICEFê û ya zarokan li seranserê cîhanê.”

Vê dawîyê, Muzwun çû Çadê; welatê ku keçên wê yên li herêmên şer sê caran ji xortan bêhtir ji hînbûna di asta seretayî de bêpar in. Muzwun, li herêma Deryaçeya Çadê, li gel zarokên ku ji ber şerê li hember Bokoheramê neçar mabûn ku dest ji xwendina xwe berdin, rûnişt. Piştî vegerê, Muzwun kar dike ku zehmetîyên li hember zarokên ku zîyan ji ber şer dîtine yan şerpeze bûne û nikarin xwendina xwe bikin, bêne fêmkirin.

Hejmara zarokên li herêmên şer ên ku nikarin biçin dibistanên seretayî û lîseyê nêzî 25 mîlyon zarokan e. Wekî din, zarokên ku wekî penaber dijîn, tenê nîvê wan diçe dibistanên seretayî û çaryeka wan diçe dibistanên lîseyê.

Hînkirina ku xizmeta rewşên awarte dike rastî seqetîyeke dijwar di warê sponsorî û destekdayîna darayî de tê. Kêmî % 2 ji destekdayîna darayî ya mirovane li ser hînkirinê hatiye mezaxtin. Ji boyî cebarkirina vê kêmanîyê, her salê pêdivî bi 8.5 mîlyar dolar heye.

_________________

Çend Zanyarîyên Sereke:

  • Nêzî 50 mîlyon zarok -ku 28 mîlyon ji wan ji ber pevçûn û şerên ku gunehê wan tê de tuneye ji malên xwe derketine- ji xwendinê bêpar in û bi mîlyonan zarok ji boyî peydakirina jîyaneke baştir û ewletir ji welatê xwe bar dikin.
  • Heger em zarok û sîpeyên penaber û yên nepenaber bidin ber hev, em ê bibînin ku heye zarok û sîpeyên penaber pênc caran ji yên din bêhtir dûrî dibistanan bikevin.
  • Rêjeya keçên li jêr barê şer ên ku dibe li derveyê dibistanan bin, du car û nîvan ji lawan bêhtir e. Jixwe qeyranên demdirêj kelemên giran û aloz li gel xwe tînin, çi ku penaber rêjeya nêzî 17 salan li ser koçberîyê derbas dikin ku ev sal hema hema salên zarokatîyê bi temamî dinimînin.
  • Hînkirina ku xizmeta rewşên awarte dike rastî seqetîyeke dijwar di warê sponsorî û destekdayîna darayî de tê. Ji sala 2010an ve, kêmî % 2 ji destekdayîna darayî ya mirovane li ser hînkirinê hatiye mezaxtin. Ji boyî cebarkirina vê kêmanîyê, her salê pêdivî bi 8.5 mîlyar dolar heye.

– Nêzî 50 mîlyon zarok -ku 28 mîlyon ji wan ji ber pevçûn û şerên ku gunehê wan tê de tuneye ji malên xwe derketine- ji xwendinê bêpar in û bi mîlyonan zarok ji boyî peydakirina jîyaneke baştir û ewletir ji welatê xwe bar dikin.

– Heger em zarok û sîpeyên penaber û yên nepenaber bidin ber hev, em ê bibînin ku heye zarok û sîpeyên penaber pênc caran ji yên din bêhtir dûrî dibistanan bikevin.

– Rêjeya keçên li jêr barê şer ên ku dibe li derveyê dibistanan bin, du car û nîvan ji lawan bêhtir e. Jixwe qeyranên demdirêj kelemên giran û aloz li gel xwe tînin, çi ku penaber rêjeya nêzî 17 salan li ser koçberîyê derbas dikin ku ev sal hema hema salên zarokatîyê bi temamî dinimînin.

– Hînkirina ku xizmeta rewşên awarte dike rastî seqetîyeke dijwar di warê sponsorî û destekdayîna darayî de tê. Ji sala 2010an ve, kêmî % 2 ji destekdayîna darayî ya mirovane li ser hînkirinê hatiye mezaxtin. Ji boyî cebarkirina vê kêmanîyê, her salê pêdivî bi 8.5 mîlyar dolar heye.

Bo naskirina hin agahîyên din: http://uni.cf/2rlg9Tn