Parêzer Daed Mûsa xelata Maria-Otto ya sala 2017an werdigire

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pîrozbahîya parêzera Sûrîyeyî Daed Mûsa dike ji bo wergirtina xelata Maria-Otto ya sala 2017an ku ji alîyê Sendîkeya Parêzerên Alman hatiye dayîn di 27/9/2017 de, ew jî ji bo karê wê yê bêhtirî 30 salan di mafnasîyê de.

Parêzer Daed Mûsa çalak e di warê mafê jinê de her weha di warê alîkarîya qurbanîyê tundîya malbatê de jî li gel “Rahîbat Elraiî Elsalih” berî çend salan kar dike û ev komele xizmetên şêwir û piştgirîya qanûnî  û derûnî pêşkêş dike, Daed Mûsa damezrênereke “Telefona Bawerîyê” bû ew jî xeta telephone ya yekemîn e ku gilîyên tundîyê yên cûrbicûr werdigire.

Li gel karê wê yê mafnasîyê yê berevanîya di ber girtîyên nerînê de li Sûrîyeyê, Daed Mûsa weke çalakveneke mafnasîyê ya feminist di astên çalakîyan yên cûrbicûr de navdar bû, di warê nivîsînê de Daes Mûsa gelek gotarên rexneyî der barê mafê mirovan û jinê de nivîsî ye, li gel qanûnên girêdayî jinê li Sûrîyeyê, qanûna cezayan ya Sûrîyeyî û jin, qanûna karûbarên takekesî, piştgirîya daxwazên jinên Sûrîyeyî yên dayîna nasnameyê bo zarokên wan, tundîya ku zayendê bingeh digire, gelek dozên din ên ku mafên jinan li Sûrîyeyê binpê dikin bi taybet tawanên bi navê “tawanên namûsê” li gel beşdarîya wê di xwendina bandorên civakî û derûnî yên şerên çekdarî li ser jinan her weha behsa biryarên Encumena Ewlekarîyê yên girêdayî jinan û şerê çekdarî jî kir.

Daxwazên Daed Mûsa yên berdewam berî çend salan bo betalkirina biryarên “çesipandina tundîyê dijî jinê” li Sûrîyeyê prosedûrên dadgehî jî li xwe girt û gengeşeya lihevkirina tunekirina hemû cûreyên cûdakirinê yên li dijî jinê  “CEDAW” ya ku hikûmeta Sûrîyeyê di 2002yan de li ser îmze kir (derketina fermana bi jimara 333 di 26/9/2002 bo ragihandina îmzekirina Sûrîyeyê li ser lihevkirina “CEDAW”ê li gel şertên girêdayî madeya 2yan, madeya 9an beşê 2yan, madeya 15an beşê 4an, madeya 16an bendê 1ê- beşên c,d,o,z û madeya 29an beşê 1ê).

Xebata “Mûsa”yê ji bo dadmendîyê miqatebûneke taybet di warê berevanîya di ber zarokên ku rastî tundîya zayendî li Sûrîyeyê tên, li xwe girt. Di sala 2008an de “Mûsa” di danîna reşnivîsa yekemîn a qanûna “parastina ji tundîya malbatî” de beşdar bû, (weke hewldanekê ji bo dagirtina valahîya qanûnî di warê parastina jinê ji tundîya hundirîn. Ew jî tundîyeke dijî jin û zarokê), her weha li ser asteke qanûnî di gelek warên din de kar kir û di warê dijatîya kirîn û firotina jin û zarokan de jî xwedî xebat e.

Di nav salên 2007 û 2014an de xanim Mûsa qewîtîyên xwe bo van alîyan daye:

  • Komîserîya Bala ya Karûbarên Koçberan li Sûrîyeyê.
  • Ajansa NYyê ya hawarçûnê û karkirina koçberên Filestînî li Rojhilata Navînê, Onrwa
  • Caritas, Austria
  • Rahêner. Rêxistina têkilîyên çandî û derfetên rahênanê, encumena çandî ya Birîtanî li Sûrîyeyê.
  • Rêxistina Mafên Zarokan(ewle ye bo zarokan) li swêdê.
  • Sidoqa NYyê bo niştecihan, Sidoqa NYyê bo niştecihan li Sûrîyeyê.
  • Dezgeha Fredrch Nowman ya azadîyê.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê piştgirîya karê parêzer Daed Mûsa dike û wê bi wergirtina xelata Maria-Otto pîroz dike ku ev xelat li ser navê xanim Maria Otto hatiye yekemîn parêzera jin li Almanyayê ku di 1922an de bû endama sendîkeya parêzeran piştî xebateke mezin û gelek zehmetîyan.

Ev xelat salane digihê parêzereke jin a balkêş a balkêş ji ber karê wê yên mafnasî, mirovî û civakî, ku weke nimûneyekî belî di karê xwe de weke parêzer tê naskirin her weha li bajarê xwe nimûneyek e ji ber kar û xizmetan, ji alîyekî din ve digihê kesên ku beşdarîyeke wan a taybet bo berjewendîyên jinê di kar, dadmendî, siyaset û civakê de heye.