Operasyonên Leşkerî li Parêzgeha Dêra Zorê dibe sedema koçberîyê

“kuştina bi sedan sivîlan ji ber bombebarana asîmanî ji alîyê Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî, Rûsî û Hêzên Hevpeymana Navneteweyî”

Bajarok û gundên Dêra Zorê rastî rastî operasyoneke leşkerî tên bi taybet piştî dijwarbûna êrîşên asîmanî û pêşbirka bo kontrola ser herêmên bin kontrola rêxistina DAIŞê de . di heman dema operasyonên leşkerî ji alîyê hikûmeta Sûrîye û Rûsîyeyê ve ji destpêka tebaxa 2017an de, gund û bajar bi temamî li başûrê çemê Feratê ji xelkê hatine valakirin û rêjeya wêranê di xanîyan de pir bilind bûye û gihaye 40% çi bi temamî be an beşek ji wan xanîyan be.

Kuştina bêhtirî 329 welatîyên sivîl ji ber êrîşên asîmanî li herêmên parêzgeha Dêra Zorê ji destpêka tebaxa 2017an û ta dawîya îlûna 2017an hatiye bibelgekirin, ji nav wan jî 81 zarok û 59 jin, ju hêzên hikûmeta Sûrîyeyî, hevalbendên wan ên Rûsî û hevpeymanîya Navneteweyî di ber hejmara mezin a kuştîyan de berpirsyar bûn.

Encumena Dêra Zorê ya leşkerî ya ku di bin sîya Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk de ye di 9ê îlûna 2017an de, destpêka cenga (Babelîska Cizîrê) ragihandibû, ji bo kontrolkirina herêmên di bin destê DAIŞê de li rojhilatî çemê Feratê.

Rêxistinên îmzeker li ser vê daxuyanîyê ji Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî bi serkirdayetîyas Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê û ji hêzên navxweyî yên li ser erdê dixwaze ku rêzgirtina li mafên mirovan pêşikî be ji wan re her weha pabendîya bi qanûnên cengê di operasyonên leşkerî de li gel stendina hemû tedbîran da ku sivîl neyên kuştin û çêkirina lêpirsînên zelal di êrîşên ku sivîl di wan de bûne qurbanî.

Ji alîyekî din ve ji hêzên êrîşker tê xwestin ku qedexekirina beşdarîya zarokan di van êrîşan de garantî bikin li gel vekirina rêyên ewle ji bo derketina sivîlan bo kampên ku rêzdarîyê li rûmeta mirovan dikin û tevgera koçberan sînor nekin.

Em ê behsa bûyerên ku sivîl di wan de hatine kuştin bikin, alîyên şer di pabendîya bi qanûnên cengê de; yên ku cûdakirinê dixin navbera armancên leşkerî û yên sivîl de û stendina hemû tedbîrên pêkan da ku kuştîyên sivîl nebin, têk çûbûn. Bûyer jî ev in:

1- di 4ê tebaxa 2017an de, belafirên şer ên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne, êrîşî “Bajarokê Eltibnî” li gundewarê Dêra Zorê yê Rojavayî kiribû, di encamê de (7) welatîyên sivîl herî kêm hatibûn kuştin, ji nav wan jî 3 zarok.

2- di 28ê tebaxa 2017an de, belafirên cengê yên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî ne, “Pira Hesinî” ya ku bi navê “Pira Beqian” tê naskirin; ku gundên “Elremadî” û “Ebû Hesen” bi hev ve girê dide –gundên girêdayê Bokemalê ne li Dêra Zorê ya Rojhilatî- armanc kirin û di encamê de pir bi temamî hate wêrankirin.

3- di 31ê tebaxa 2017an de, belafirên şer ên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne; gundê “Zixêr Şamîye” li gundewarê Dêra Zorê yê Rojavayî bombebaran kir, di encamê de 7 sivîl hatin kuştin û 3 zarok û du jin di nav wan de bûn.

4- di 9ê îlûna 2017an de, belafirên cengê yên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî ne girtîgeheke DAIŞê li Bokemalê danê esirê armanc kir, di encamê de 13 kes hatin kuştin (hin ji wan girtî bûn û hin jî ji kesên ku wî çaxî li deverê bûn) 3 êrîş li deverê hatin bibelgekirin.

5- di 10ê îlûna 2017an de, belafirên şer ên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne êrîşî derîyê  di nav bajarokê Bûlêl –girêdayî Bûhesenê- û Gundê Sebhayê –girêdayî Bisêraya bakurê çemê Feratê- armanc kir û di encamê de herî kêm 28 welatîyê sivîl hatin kuştin ji nav wan jî malbeteke koçber ji gundê Elşûla li başûrê Dêra Zorê, di dema esirê de 15 êrîş hatin bibelgekirin.

6- di 11ê îlûnê 2017an de,  belafirên şer ên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne; gundê “Hewayic Ziyab şamîye” li gundewarê Dêra Zorê yê rojavayî armanc kir, di encamê de herî kêm 8 welatîyên sivîl hatin kuştin.

7- Di 12ê îlûna 2017an de, belafirên cengê yên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî ne, gundê “Elşehabat”ê li gundewarê bakurê Dêra Zorê armanc kir, di encamê de 8 welatîyên sivîl hatin kuştin, 4 jin û zarok jî di nav wan de bûn.

8- di 14ê îlûna 2017an de, belafirên şer ên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne , êrîşî “Bajarokê Buqrusê jêrîn” di derdora 12ê nîvroyê de kir, di encamê de 8 welatîyê sivîl hatin kuştin ku du zarok û jinek di nav wan de bûn, tê zanîn ku gundê li rojhilatî Dêra Zorê ye.

9- Di 13ê îlûnê de belafirên şer ên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne, gundê Mezlûmê yê girêdayî Xişama Dêra Zorê ya rojhilatî bombebaran kir, di encamê de 7 welatîyên sivîl hatin kuştin.

10- di 14ê îlûna 2017an de, di 12ê nîvroyê de; belafirên şer ên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne 15 êrîş pêk anîn û êrîşî Meyadînê kir, bombebaran li ser malên sivîlan bû, di encamê de 7 sivîl hatin kuştin û du zarok di nav wan de bûn.

11- di 14ê îlûna 2017an de, 9 zarok di encama êrîşa belafirên şer de ên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne li ser bajarokê Xeşamê gundewarê Dêra Zorê a rojhilatî, hatin kuştin.

12- di 17ê îlûna 2017an de belafirên cengê yên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî ne, herêma (pîşesazî) li bajarê Bokemalê bombebaran kir di encamê de 10 welatîyên sivîl hatin kuştin, 6 zarok û 3 jin di nav wan de bûn.

13- di 30ê îlûnê de, belafirên şer ên ku tê gumankirin girêdayî Hêzên Hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne, “Bajarokê Biqrusê Jorîn” girêdayî Meyadîna rojhilatî Dêra Zorê bombebaran kir di encamê de 8 welatîyên sivîl hatin kuştin û 3 zarok û jinek di nav wan de bûn.

  • mayîn li pêş kesên revîyayî ne:

kesên ku ji dojeha operasyonên leşkerî yên Dêra Zorê direvin, rastî metirsîyên mayînan li dergehên derketinê tên. Di 13ê tebaxa 2017an de, 3 welatîyên sivîl ji ber teqîna mayînekê di basekê de ku koçberên Dêra Zorê tê de bûn hatin kuştin, ji nav qurbanîyan jî jinek û zarokek hebûn. di 30ê tebaxa 2017an de zêdeyî 7 kesan ji ber teqîna mayînekê li gundê Ebû Xeşebê (di nav herêmên di bin kontrola DAIŞê û yên HSDê de) hatin kuştin û hate zanîn ku qurbanî ji Bokemalê ne.

  • armanckirina kampên koçberan ên demikî:

di 11ê îlûna 2017an de 6 welatîyên sivîl ku zarokek û 3 jin di nav wan de bûn ji ber bombebaran belafirên ku tê gumankirin girêdayî hêzên hikûmeta Sûrîyeyî û hevalbendên wan ên Rûsî ne, hatin kuştin dema ku wan belafiran kampên koçberan li bajarokê Xerîteyê girêdayî Eltibnî li gundewarê Dêra Zorê, arman kir.

  • Rêxistinên îmzeker li ser vê daxuyanîyê doza:
  • ji hemû alîyên şer:

1- garantîkirina parastina herêmên ku xelkên Dêra Zorê koçberî wan dibin, ji nav wan jî kampên demkî û yên ne demikî her weha deverên hewandinê her weha garantîkirina qedexeya bombebarankirina wan di operasyonên leşkerî de.

2- garantîkirina rêyên ewle bo sivîlên ku ji dojeha operasyonên leşkerî direvin û amadekirina kampên demkî di bin serperştîya rêxistinên navdewletî yên pispor de da ku karibin bi rewşên lezgîn re alîkar bin û jîyaneke baş bo koçberan peyda bikin.

3- xebata rast û çalak ji bo xweparastina ji bombebarana li ser herêmên sivîlan li Dêra Zorê.

4- dûrketina ji armanckirina herêmên ku sivîl berê xwe didin wan ji bo revê.

  • Desthilatên Rêveberîya Xweser:

1- garantîkirina serbestîya hatûçûnê bi taybet di rewşên nexweşîyan de li deverên koçberîyê û dayîna rêyê ji bo çavdêrên navdewletî ji bo alîkarîya di serperştîya ser çûn û hatinê û karên bijîşkî de.

2- çêkirina asta xizmet û alîkarîyên mirovî li kampan li herêmên di bin kontrola wê de her weha çêkirina kampên nû bo hewandina kesên ku ji şerê Dêra Zorê direvin.

  • Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî bi serkirdayetîya DYA û HSDê:

1- xebata bo paqijkirina herêmên rizgarkirî ji hemû cûreyên mayînan û qezencgirtina ji tecrûbeyên herêmên wek Minbic û Êdlêbê.

2- hûrbînîya di rewşên girtinê de da ku girtinên keyfî der heqê sivîlan de çênebin.

  • Civaka Navdewletî:

Garantîkirina parastin û ewlehîya kesên ku ji deverên şer direvin dema ku vedigerin xaka xwe û garantîkirina saxlemîya wan û parastina wan ji girtin, kuştin û binpêkirina ku ji alîyên hêzên li ser erdê çêdibe her weha serbestkirina girtîyên keyfî û diyarkirina çarenûsa windayên bineçarî.

  • Rêxistinên Navdewletî û yên mirovî:

1- karê lezgîn bo çêkirina kampan ji bo kesên ku ji Dêra Zorê direvin û peydakirina pêdivîyên wan.

2-Karê lezgîn ê derbaskirina alîkarîyan mîna xwarin û dermanan bo herêmên ku şer li wan sekinî ye.

Rêxistinên Îmzeker:

  • 1- Dadmendîya bo Jîyanê
  • 2- Sûrîyeyîyên ji bo Rastî û Dadmendîyê
  • 3- Erşîva Sûrîyeyî
  • 4- Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendî û Lêpirsînê
  • 5- Beytuna Sûrîye
  • 6- Ornamo bo Dadmendîyê û Mafên Mirovan
  • 7- Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
  • 8- Tora Jina Sûrîyeyî
  • 9- Hevgirtina Girtî û Windayên Zindana Sêdnayayê
  • 10- Elyewm Eltalî
  • 11- Navenda Bibelgekirina binpêkirinan
  • 12- welatînîya Karê Sivîl
  • 13- Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê