Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (Mertala Rojnamegerîyê) werdigire

Gazî antep (Tirkîye) – Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê roja 19ê gulana 2017an, Mertala Rojnamegerîyê ji alîyê Klûpa Rojnamevanên Sûrîyeyî wergirt, ji ber ku navendê karîbû roleke xwe di piştgirîya azadîyê û mafan li Sûrîyeyê diyar bike. Ev yek jî di roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegeîyê de bû, di şahîyekê de li otêla Novotêl ya Gazî Antep bi beşdarîya hin rojnamevanên Tirk û Sûrîyeyî bû.

Nûnerê Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, rojnamevan Kemal Şêxo, di dema wergertina mertala navendê axivî û got: “dema ku em di vê şahîya rêzdar de amade dibin, em hemû rojnamevan û çalakvanên ku cane xwe kirine qurbanî bo bawerîyên xwe yên karê rojnamevanî û berevanîya di ber mafên mirovan e bi bîr tînin.”

Mafnasê Sûrîyeyî Mazin Derwîş, di sala 2004an de, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê damezrand û navendê ta 16ê sibata 2012an karê xwe li Şama paytext berdewam kir, heta ku piranîya endamên wê li gel damezrêner Mazin Derwîş ji alîyê Muxaberata Asîmanî ve hatin girtin, bi sedema girtin û dadgehkirina ku hevkarên li navendê rastî wan hatin, her weha mirina hevkarê navendê Eyhem Xezûl di 11ê mijdara 2012an de bi sedema îşkenceyê û windabûna bi neçarî ya ku ‘Rezan Zeytûna’, hevjînê wê çalakvanê siyasî yê aştîyane ‘Wail Himadî’, parêzer û helbestvan ‘Nazim Himade’ û çalakvana siyasî ya aştîyane ‘Semîra Xelîl’ li gundewarê same di 10ê berfanbarê de,  rastî wê hatin, heman rewşa oarêzer Xelîl Matûq ê ki ji cotmeha 2012an de li şama paytext bi neçarî hatiye windakirin, ji lew re, ji wê çaxê ve, navendê karê xwe sivik kir û giranî da karên berdana girtîyan û diyarkirina çarenûsa wan ji alîyekî, her weha karê li ser programa posta şêwermendîyê ji alîyekî din ve, ev post jî yak u navendê di 2010an de di Encumena Abûrî û Civakî ya NYyê de stendiye.

Şêxo berdewamî da axaftina xwe û got: “Navend ji nû ve kar dike û di her du salên 2016an û 2017an de dest bi hevrêzkirina li gel hemû alî, dezgeh, sendîkeyên rojnamegerî yên Sûrîyeyê û rêxistinên civaka sivîl kir, da ku di encamê de bigihêje ragihandinekê ku xizmeta welatîyan dike.” Di dawîya axaftina xwe de, Şêxo spasîya Klûpa Rojnamevanên Sûrîyeyî bo rêzgirtina Navendê kir.

Li gel xelata Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, Hevgrtina Rojnamevanên Sûrîyeyî, Navenda Sûrîyeyî ya Azadîyên Rojnamederîyê û belgenameya Rûmetê ya Ragihênerên Sûrîyeyî hatin xelatkirin bo rola wan di piştgirîya doz û armancên şoreşa Sûrîyeyê.

Sê alîyên rojnamevanî yên Tirk jî hatin xelatkirin, ev alî jî “mala ragihênerên Ereb li Tirkîyeyê”, “rêveberîya ragihandin û weşandinê li Tirkîyeyê” û “Komeleya Rojnamevanên Tirk li Gazî antepê”.

Klûpa Rojnamevanên Sûrîyeyî hevgirtineke civakî ya piştgirîyê ye ku di destpêka adara îsal de hatiye damezrandin û weke yekemîn dezgeheke birêxistî tê hesibandin ku 120 ragihênerên Sûrîyeyî di nav de cih digirin, armanca wan jî xurtkirina têkilîyên civakî û yên kar di nav endaman de ye û peydakirina derfetên danûstendinê di nav wan de li ser hemû astan her weha çêkirina endamine nû bo karê rojnamegerîyê û afirandina hin awayên xwedîbandor bo peydakirina piştgirîya civakî di nav hemû endamên Klûpê de.

Semîra Xelîl

Xelîl Matûq

Eyhem Xezûl

Eyhem Xezûl

Rezan Zeytûna

Wail Himadî