Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê protokoleke hevkarîya li gel Mîkanîzma Navdewletî ya Bêalî û rêxistinên civaka sivîl îmze dike

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê protokoleke hevkarîyê li gel Mîkanîzma Navdewletî a Serbixwe û Bêalî ya girêdayî NYyê (IIIM) li Lozana Swêsrayê di destpêka meha nîsanê de bi amadebûna bêhtirî 28 rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyayî û mêvanên ji wezretên derve ên Holan û Swêsrayê, îmze kir.

Protokol behsa mîkanîzmeke hevkarîya di nav rêxistinên Sûrîyayî û Mîkanîzma Navdewletî a Serbixwe û Bêalî di warê piştgirîya karê lêkolîn, bibelgekirin û lêpirsîna di tawanên cengê de û tawanên dijî mirovahîyê yên ku ji sala 2011an ve li Sûrîyayê çêbûne, dike, her weha bingeha operasyoneke hevkarîya giştî çêdike li gel danîna rêya vê têkilîyê. Ew kaxezên lihevhatineke dualî  di nav mîkanîzmê û rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyayî de li gor pêdivîyê çêdike. Hevdîtinê be tenê îmzekirina protokolê li xwe girt lê danûstendinên berfirej der barê hûrgilîyên teknîkî û mîkanîzmê alîkarîyê de li dar xist her weha çawanîya alîkarîya civaka sivîl a Sûrîyayî bo mîkanîzma navdewletî di warê gerîna li delîl û agahîyên girêdayî tawanên cengê de li Sûrîyayê.

Der barê Mîkanîzma Navdewletî de:

Di 21ê berfanbara 2016an de, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara 248/71 li xwe girt ku tê de biryara çêkirina Mîkanîzmeke Navdewletî Bêalî û Serbixwe bo alîkarîya di lêpirsîn û dozlêvekirinê de bo berpirsên tawanên metirsîdar ku li ji adara 2011an li Sûrîyayê hatine kirin, stend. Kurtkina nav jî “Mîkanîzm” e.

Karê Mîkanîzmê li gor beşê çarem ji biryara 248/71 ew e “berhevkirin, bibelgekirin, parastin û analîzekirina delîlên girêdayî binpêkirinê qanûna navdewletî a mirovî û binpêkirinê di warê mafên mirovan de, her weha çêkirina dosyaran ji bo meşandina tedbîrên sezayî yên dadmend û serbixwe li gor pîvanên qanûna navdewletî li dadgeh an desteyên dadwerî yên niştîmanî, herêmî an navdewletî yên ku xwedî kar in di van tawanan an dibe ku di pêşewrojê de li gor qanûna navdewletî di vî warî de kar bikin.”

Mîkanîzm ne ofîsa dozgerê giştî an dadgeh e, lê karê berhevkirin û analîzekirina agahî û delîlên girêdayî tawanên navdewletî yên ku li Sûrîyayê hatine kirin dike bo alîkarîya di tedbîrên sezayî de li dadgeh an desteyên dadwerî yên niştîmanî, herêmî an navdewletî yên ku xwedî kar in di van tawanan an dibe ku di pêşewrojê de li gor qanûna navdewletî di vî warî de kar bikin.

Mîkanîzm dixwaze bi rêya karê xwe, piştgirîya operasyona lêpirsînê ya ku dixwaze mafên qurbanîyan yên ku tawanên navdewletî yên metirsîdar li Sûrîyayê ji adara 2011an ve gihane wan, bike.