Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê beşdarî rûniştineke genşekirina doza “Lafarge”ê ya Fransizî li Berlînê dibe

Bi beşdarîya Mazin Derwîş; Serokê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê û hejmarekê ji nûnerên rêxistin û desteyên mafnasî yên navdewletî, rûniştina gengeşeya doza kompanîya “Lafarge”ê ya Fransiz hate lidarxistin.

Axêveran behsa çawanîya handan û sorkirina şer û beşdarîya di binpêkirinên mafên mirovan ên metirsîdar de ji alîyê kompanîyên pirnasname kir. Her weha kesên hazir li ser giringîya lêpirsîna qanûnî bo hemû alîyên çalak yên di şerê Sûrîyayê de beşdar; weke mercekî pêkanîna aştî û tebatîya li herêmê teqez kir, li gel axaftina li ser çawanîya guhertina rêgezên lîstikê ji alîyê doza “Lafarge”ê ve, ew jî bi rêya diyarkirina berpirsyarîtîya kompanîya di tawanên navdewletî de.

Di axaftina xwe de, Derwîş bal kişand ser giringîya pabendîya bi rêya dadmendîyê ji bo bicihanîna aştîyeke domdar li Sûrîyayê, garantîkirina têkbirina terror û tundrewîyê û vegera koçberan ya ewle.

Her weha teqezî li ser pûtedayîna bi berpirsiyarîtîya kompanîyên bazirganîyê kir, di warê dijatîya terorê û garantîkirina mafên mirovan her weha lêpirsînên li gel kompanîyên ku tawanan li Sûrîyayê dikin û bidûrxistina wan ji pêvajoyên jinûavakirinê li Sûrîyayê. Derwîş destnîşan kirk u gelek kampanîyên din ji bilî ya “Lafarge”ê hene û navend li gel hevkarên xwe yên Ewropayî dê dozekê qanûnî li dijî wan rakin.

Hêjayî diyarkirinê ye ku kompanîya “Lafarge”ê di karkirina kargeha çementoyê de li bakurrojhilatê Sûrîyayê berdewam bû heta sala 2014an, tevî ku şer li herêmê hebû û ji alîyê gelek grûpên çekdar û terrorist ve dihate birêvebirin.

Di berfanbara 2017an de, dadgeha Fransiz şeş birêveberên payebilind yên berê di kompanîya “Lafarge”ê de; ku bi navê ” Lafarge-Holcim” tê naskirin û kompanîya wê “Lafarge siment Sûrîya”, tometbar kirin, ew jî di encama gilîyê rêxistina “şêrba” ya nehikûmî li Parîsê û Navenda Ewropayî ya destûrê û mafên mirovan di mijdara 2016an de bû.