Nameyek ji alîyê Rêxisrinên Sûrîyeyî yên ku di warê bibelgekirin, lêpirsîn û dadmndîya veguhêz de kar dikin

Bo: Alîyên Danûstendinê yên Sûrîyeyî

Guûpa Navdewletî ya piştgirîya Sûrîyeyê

Şanderê NYyê yê taybet Stefan De Mestura û tîma wî

Em rêxistinên Sûrîyeyî yên taybet bi karûbarên bibelgekirina binpêkirinan, lêpirsîn û dadmendîya veguhêz de li Sûrîyeyê yên îmzekar li ser vê nameyê, weke teqezîyekê ji me li ser pabendîya me bi prensîpên dadmendî û lêpirsînê û piştgirîya me li gel hemû qurbanîyan li Sûrîyeyê û daxwazên wan ên wekhevî û dadmendîyê û ji ber zanebûna me ku daxwazên gelê Sûrîyeyî di dadmendî û azadîyê de zêdeyî daxwazên me yên destnîşankirî di vê nameyê de ne, em van daxwazan ji alîyên danûstendinê yên Sûrîyeyî re dişînin her weha ji şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyeyê, tîma wî û dewletên ku sponserîya danûstendinê dikin dişînin weke daxwazên objektîv yên herî kêm û yên girêdayî qonaxa veguhêz li Sûrîyeyê ne û yên ku li gor nerîna me nabe di çi qonaxeke veguhêz de ku aştî û tebata domda ava dike werin paşguhkirin:

  • doza girtîyan li Sûrîyeyê:
  • rêvekirina bo çavdêrên serbixwe an bêalî yên xwedî rêzdarîyeke navdewletî ku ew bigihên hemû girtîgeh û zindanan li Sûrîyeyê ji nav wan jî navendên girtinê yên ne fermî yên ku ji alîyê dezgehên ewlekerîyê yên girêdayî hikûmeta Sûrîyeyê ve tên birêvebirin û yên ku ji alîyê komên çekdar ve tên birêvebirin her weha çêkirina lîsteyên fermî ku di wan de navên kesên girtî li cem hemû alîyan tê destnîşankirin da ku dest bi jimartina kesên winda were kirin.
  • Danîna planeke zelal bo berdana hemû girtîyên siyasî an yên kefî ji nav wan jî kesên ku ji ber xwepêşandanan an çalakîyên sivîl hatine girtin an jî ji ber ol, tire an jî îdyolocîya xwe hatine girtin ew jî di şeş mehên pêşîn ên destpêka danûstendinên aştîyê weke gaveke pêşîn bo çareserkirina dosyaya girtîyan.
  • Doza şopandina rastîyan:

desteya serwerîya veguhêz yak u ji ber danûstendinan hatiye encamdan bi avakirina komîteya şopandina rastîyan ya niştîmanperwer û serbixwe pabend e, ji kesayetên Sûrîyeyî yên serbixwe û nûnertîya hemû alîyên siyasî, nijadî, olî û tîreyî li Sûrîyeyê dikin ji kesên ku di şer an di operasyonên siyasî de beşdar in, li gel kesatyetên navdewletî yên xwedî rêzdarî  û bawerîyeke navdewletî ne, NY li gel alîyên sponserîya danûstendinan dê sponserîyê bikin û erkê wan ew e lêkolîna di tawanan û tawanên dijî mirovahîyê de yên ku li hemû herêmên Sûrîyeyê û bi rêya hemû alîyên şer ji sala 2011an ve çêbûne.

Komîte hin qewîtîyên girêdayî damezrandina awayekî niştîmanperwer bo vekirina gorên bikomî û derxistin û naskirina terman û radestîkirina wan bo xwedîyên wan datîne. Rê ji Komîteyê re vekirî ye ku ew seredana hemû herêmên di bin destên alîyên danûstendinê de bike û dikare hemû şahidan bibîne û li wan guhdar bike her weha berpirsên ewlekarîyê jî û dikare li hemû belgeyên fermî vegere. Komîte raporeke pêşîn bo gelê Sûrîyeyî û NYyê di sala pêşîn ya îmzekirina lihevkirina Aştîyê li Sûrîyeyê, pêşkêş dike.

  • Doza çaksazkirina dezgehan:

Alîyên danûstendinê bi sponserî û piştgirîya alîyên navdewletî û yên herêmî yên ku sponserîya danûstendinan dikin li ser çêkirina guhertinên sereke û lezgîn di dezgehên ewlehîya Sûrîyeyê de li hev kirine ku bi awayekî sereke guhertina serkirdeyên dezgehên ewlekarîyê li Sûrîyeyê û kesayetên bilind ji nav wan jî serokên beşên ewlehîyê yên girêdayî wê li parêzgeh û bajarên Sûrîyeyî yên cûrbecûr li xwe digire. Ev guhertin dê di nava 6 mehên pêşîn ên îmzekirina lihevkirina aştîyê de çêbibin.

Guhertina serkirdeyên dezgehên ewlekarîyê gava pêşîn e di projeyê çaksazkirina dezgehan de ku bi awayekî sereke guhertinên dadwerî, çaksazkirina dezgehên ewlekarîyê û jinûavakirina wan û danîna programê hilanîna çekan li herêmên di bin kontrola alîyên danûstendinê de di nava 18 mehan de piştî îmzekirina lihevkirina aştîyê bi 18 mehan, li xwe digire.

  • Doza vegerandina samanan:

Damezrandina awayekî zelal bo hêsankirina vegera koçber û penaberên ku dixwazin vegerin herêmên xwe û serpereştîyê li ser awayekî zelal bo vegerandina milk û samanan ji alîyê ziyanxwaran ve ji nav wan jî malanîya avahîyan, eger li derveyî Sûrîyeyî bin û vegera wan dereng mabe jî, ji nav wan jî herêmên ku hikûmet û opozisyonê li ser koçkirina niştecihên wan ji ber sedemên tîreyî li hev kirine. Ev awa guh dide kesên herî paşguhkirî di civaka Sûrîyeyî de mîna jin û zarokan. Ev awa di bin serpereştîya NYyê an komîteyeke taybet de ye ku raporên xwe ji NYyê re pêşkêşkirin.

  • Doza vegerandina mafan:

Çêkirina programeke niştimanî bo vegerandina mafên tekane û komî yên hemû ziyanxwazrên: ev program dabînkirina piştgirîya pijîşkî û derûnî bo qurbanîyên operasyonên leşkerî, pêşkêşkirina piştgirîya derûnî bo zarokên xwedî pêdivîyên taybet li gel guhlêkirineke taybet li binpêkirinên cinsî her weha binpêkirin û cûdakirina ku li ser rengê civakî ava dibe ku jin û keç rastî wan tên li seranserî Sûrîyeyê. NY û alîyên sponserîya danûstendinan û alîyên danûstendinê dê bi karê peydakirina piştgirîya darayî û parastina pêwîst bo programê rabin.

Em bo dîtina we bi rêya nûnerên xwe her dem amade ne her weha em we vexwendî gengeşekirina van xalan dikin.

4ê sibata 2016an.

Rêxistinên îmzekar li gor alfebeya navên wan

  1. Beytuna Sûrîye.
  2. Hevgirtina Parêzerên Sûrîyeyî yên Azad.
  3. Hevgirtina Sûrîyeyî ya Welatînîyê.
  4. Tora Aşûrî ya Mafên Mirovan.
  5. Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan.
  6. Encumena Dadwerîya Sûrîyeyî ya Azad û Serbixwe.
  7. Navenda Sûrîyeyî ya Serjimarê û Lêkolînan.
  8. Navenda Sûrîyeyî ya xwendinên Siyasî û Stratîcîk.
  9. Navenda Sûrîyeyî ya Xwendinan û Mafên Mirovan.
  10. Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendîyê û Lêpirsînan (SJAC).
  11. Rewangeha Dadmendîyê bo Jîyanê li Dêra Zorê.
  12. Navenda Elkewakibî ya Mafên Mirovan.
  13. Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan (VCD).
  14. Peymangeha Sûrîyeyî ya Dadmendîyê.
  15. Rêxistina Elkewakîbî ya Mafên Mirovan.
  16. Rêxistina Mafên Mirovan Li Sûrîyeyê – MAF
  17. Desteya Sûrîyeyî ya Dadmendîya Veguhêz.
  18. Roja din.