Misir: Hilbijartinên Serokatîyê, çavlêkirineke tinazok a demokrasîyê ye

Oroya Navîn a mafan vê “qeşmerî” û çewsandina ku di bin sîya Serokê Misirê de tê kirin li gel tirsandina ku namzed rastî wê hatin da ku xwe vekişînin, şermezar dike.

Serokê Oroya Navîn a Mafan, Michael Tobyhanna li ser rewşê axivî û got:

“diyar e ku Ebdilfetah Elsîsî dirêjkirina dema serokatîya xwe garantî kiriye piştî ku opozisyona xwe ya sisyasî tune kiriye, bitaybet jî ji ber ku rewatîya hevrikê wî yê bi tenê jî; Mûsa Mustefa Mûsa, cihê gumenê ye. Eger gumanên neazadîya hilbijartinên Misirê hebe, ev guman tên teqezkirin ji ber hilanîna hemû namzedan.

Ne tenê dengê opozisyona siyasî hatiye birîn, lê yê civaka sivîl tevî. Bi rêya guhertinên qanûnî û demdirêjkirina rewşa awarte , Sîsî kesên ku berevanîyê di ber mafê gelê Misirî de dike da ku azadîyên xwe yên sereke bidest bixin, diçewisîne. Li gel derxistina qanûna dijatîya terorê di sala 2015an de û dûbarekirina bikaranîna wê bi armanca qutkirina dengê opozisyonê li gel qanûna rêxistinên ne hikûmî yê ku di demeke nêz de dê were bicihanîn û yê ku karê rêxistinên nehikûmî tawan dike, di demke nêz de; karê rêxistinên civaka sivîl û berevanîya di ber mafên mirovan de bi awayekî serbixwe dê ne pêkan be.”

Oroya Navîn ya Mafan mixabinîya xwe ji ber mirina hêvîyên guhertinê piştî şoreşa 2011an tîne ziman. Her weha em biryara Yekîtîya Ewropayê di vê dema têkbirina rewşa mirovan de li herêmê, şermezar dike, ku dibêje ku dê rêkeftinekê di tîrmeha 2017an de çêbike ku ev yek ne li gorî prensîpa rêkeftinê ye ya ku dibêje: pabendîya bi nirxên demokrasîyê û serwerîya qanûnê her weha rêzdarîya li mafên mirovan yê cihanî. Ji alîyekî din ve Yekîtîya Ewropayê doza xwe ya demokrasî û lêpirsînê li welêt li gor encamên Encumena Karûbarên Derve ya Yekîtîya Ewropayê der barê Misirê de di tebaxa 2013an û sibata 2014an de, paşguh kiriye, her weha nepêkanîna Misirê ji wan prensîpan re paşguh kiriye. Oroya Navîn a Mafan bang li Yekîtîya Ewropayê û hemû dewletên endam dike ji bo şermezarkirina van hilbijartinan her weha garantîkirina nebikaranîna piştgirîya darayî ya ku ji Mirirê re hatiye pêşkêşkirin ji bo sînorkirina mafên gelê Misirê yên sereke.