Mijara tîrepersetîyê li Sûryeyê (Xwendineke Xiristiyanî)

(Elyewim Eltalî) lêkolîneke meydanî li ser 2498 kesan çêkir: 1424 mêr û 1047 jin. Çêkirina lêkolînan der barê mijara tîreperestîyê berî raperîna 2011an tiştekî ne gengaz bû, çi ku mijara tîreperestîyê ji mijarên qedexe bû.

Ev lêkolîn weke nîşana helwestên Sûryeyê der barê tîreperestîyê ye, li ser mijaran axivîye k utu caran axavtin li ser wan nebûye li Sûryeyê. Rewşa cengê li Sûryeyê hiştîye ku nûnertî ji xelkên Sûryeyê re bibe tiştekî ne gengaz, hin dever hene ku ji ber cengê an ji ber kontrolkirina hêzeke çekdar, gihaştina wan neçar e, ji lew re lêkolîneran li gor van pîvanan ji xwe re girûpek hilbijartin ku bi rêyea wan rêjeyek meydanî were pêşkêşkirin da ku civaka Sûryeyê ta astekê were têgihiştin. Ev lêpirsîn cudahîya demografîk û ya civakî li Sûryeyê berçav digir û encaman bi gelek herêman re ber hev dike.

Helwest ji hebûna tîreyan

  Encam ji vê xwendinê ew e têghaştin xelkên Sûryeyê ya kûr di warê tîreperestîyê de ji nav wan xelkan jî kesên ku di roja îroyîn de siyasetê çêdikin, akadîmîsiyan û lîkolîner jî her weha kesê ku dê di pêşerojê de jî siyasetê çêbikin. Ev lêkolîn dê di encamê alîkarîya kesên ku biryarê li Sûryeyê saz dikin bike ku ew karibin siyaseteke nû bi rê ve bibin û pirsgirêka tîreperestîyê bi dawî bikin û dewletê li ser bingeha wekhevîya hemwelatîbûnê û berpirsiyarîya sivîl, ava bikin

Lêpirsîna ku ji 105 pelan hatiye çêkirin rêbazeke fêmkirina helwestan ji hebûna tîreyan dişopîne, û li ser mijarine weke: rêjeya bawerkirina gel ji hebûna pirsgirêka tîreperestîyê re, jêdera tîreperestîyê, têkilîya di navbera tîreyan de, belavbûna tîreperestîyê di nav dezgehên dewletê de, alîyên ku agirê tîreperestîyê gur dikin, tîreperestî berî û piştî 2011an û dawîyê wesîyetên lêpirsînê der barê çareserkirina û derbaskirina pirsgirêka tîreperestîyê.

Encamên vê xwendinê behsa bandorên girêdayî rêbazê siyasî dike û nûnertîya pêşbînîyên pêşerojê dike.

Encamên Sereke:

  • Hemû kesên têkildar metirsîyên tîreperestîyê li Sûryeyê nas dikin û dizanin ku sedemên vê pirsgirêkê girêdayî dewletê û desthilata siyasî ne. piranîya kesên ku di lêpirsînê de beşdar bûn (65,3%) diwazin ku dewlet li ser bingeha wekhevîyê û hemwelatîbûnê rabe û dibînin ku ev e çareya tîreperestîyê. Ev lêpirsîn diyar dike ku hikûmeta Sûryeyê û dezgehên wê ew in jêdera sereke ji wê cudahîya ku tîreyê ji xwe re bigeh digire û li ser belavkirina nebawerîyê di nav welatîyên ne ji tîreyekê jî kar dike.
  • Artêşa Erebî ya Sûryeyî weke alîyeke berpirsiyar di ber cudakirina tîreyî de, di asta pêşîn de bû ku 60% ji kesên ku di lêpirsînê de beşdar bûn behsa wê artêşê kirin, paşê dezgehên muxaberata Sûryeyî 55,3% û dezgehên hikûmî 52,8%. Rêjeya herî nizim jî 14% li ser Artêşa Azad hatibû.
  • Piranîya kesên ku bersiva lêpirsînê dane –rêjeya 67,6% – dibînin ku tîreyek an çend tire hene ku sûdê ji desthilata siyasî digirin. Hemû kesên ku bersiv dane behsa her du tîreyên Elewîtî û şî’îtîyê dikin.
  • Bi gelemperî kesên Sunî yên ku bersiv dane piştgirîya xwe ji bo xwepêşandanên 2011an nîşan dane, lê Elewî û şî’îyan dijatîya xwe nîşan dane. Hejmarekê mezin ji Xiristiyan û Murşidîyan 48,4% piştgirîya xwe ji bo xwepêşandanan nîşan dan, di heman demê de rêjeyekê ji Dirzî û Ismayîlîyan dijatîya xwe nîşan dan.
  • Derdora çaran sisê ji kesên ku bersiva lêpirsînê dane  diyar kir ku ew rastî cudakirina tîteyî hatine(weke kes an yek ji endamên malbata wan) û rêjeya 28,5% got ku ew rastî vê yekê nehatine.
  • Tenê rêjeya 13,5% erêbûna li ser vê hevokê “cudakirina tîreyî kete rêya pêşketina min de” neda. Piranîya Sunîyên ku di lêpirsînê de beşdar bûn, bi rêjeya 93,8% erêbûna xwe ji vê hevokê re diyar kirin, di heman demê de rêjeya herî nizim ji piştgirîyê li cem Elewî û şî’îyan peyda bû.

Di vê xwendinê piştgirîyeke berfireh ji stendina tedbîrên tunekirina tîreperestîyê do dezgehan de, xuya dibe. Ji bilî tedbîra “sekinandina karê dezgehên muxaberatê” ku piranîya Elewî û şî’îyan erêbûn li ser nekirin, tedbîrên pêşniyarkirî yên din rastî piştgirî û erêbûna hemû alîyan hatin. Tedbîr jî ev bûn: sekinandina karê dezgehê muxaberatê, sekinandina hemû girûpên çekdar û jinûavakirina artêşê li Sûryeyê li ser bingeha welatparêzîyê, jinûavakirina dezgehên hikûmî li ser bingeha ku derfeta beşdarîya bi dest her kesî bikeve, çanda hemwelatîbûnê bikeve nav metiryalên dibistanan de, karê hemû alîyên ku agirê tîreperestîyê gur dikin were qedexekirin, danûstendineke berfireh di nav hemû tîreyan de li Sûryeyê û belavkirina gotara hevbûrînê bi rêya camîyan li şûna gotara kirêtkirinê.

Raporê tevî li jêr bixwîne (Erebi).