Malbat û hevalên ragihênerên Sûrîyeyî ên winda di zindanên DAIŞê de doza danûstendinan ji bo bedêlkirinê dikin

16/09/2017

Bi navê yezdanê dilovan

Em malbat û hevalên “Ragihênerên şoreşger ên Sûrîyeyî ku ji berî bêhtirî 4 salan di zindanên DAIŞê de hatine windakirin”….

Berpirsyatîya saxlemîya hevalên xwe û zarokên xwe dixin histê hêzên leşkerî yên li Sûrîyeyê bi giştî û li bakurê Sûrîyeyê bi taybet her weha em doza çêkirina lîsteyên navan bo dîlên li cem DAIŞê dikin da ku danûstendin û bedêlkirinek berî derengîyê çêbibe.

Em piştgirîya destpêşxerîya ku yek ji danûstendkarên navdar li hundirê Sûrîyeyê li ser kar dike, li gel rêxistina DAIŞê dikin ku rêxistin dixwaze bedêlkirinekê çêbike û dibe ku ya dawî be, destpêşxerîya ku gihabû rêyeke girtî bi komên ûoreşger li bakurê Sûrîyeyê ku gelek alîyan xwe ji mijara rizgarkirina girtîyan û parastina wan vekişand. Em dibînin ku ev daxuyanî gava pêşîn a gerandina dosyaya bedêlkirinê bi DAIŞê re û hêvîdar in ku tu astengî di rêya serbestkirina van şreşgerên girtî de; yên ku şoreşger wan weke sembolên şoreşê dibînin, nebin.

16/09/2017
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.