hefteya “Meda”yê ya çandî ya yekemîn li Belrlînê di nav 7 û 15ê cotmehê de li dar dikeve

Bi piştgirîya Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê û di çarçoveya piştgirîya rêxistin û destpêşxerîyên Sûrîyeyî yên cûrbicûr de, hefteya “Meda”yê ya çandî ya yekemîn li Belrlînê di nav 7 û 15ê cotmehê de li dar dikeve, gelek çalakîyên çandî dê bên lidarxistin ji nav wan jî pêşangeheke şêwekarîyê ya hevbeş bo grûpeke hunermendên Sûrîyeyî li jêr serenavê “wihdon” ew jî bi alîkarîya rêxistina Levante Berlin Vertag.

“Meda” rêxistineke geşepêdana çandî û hizirî ye armanca wê geşkirina projeyên çandî yên Erebî li Ewropayê ye, hefteya çandî li Berlînê çalakîya pêşîn e ji vê cûreyê ku rêxistin lidar dixe, helbest û pêşangehên hunerî her weha gelek çalakîyên çandî yên din jî dê hebin. Hefteya çandî bi pêşbirka behremendîya Erebî ya Sûrîyeyî di roman, kurteçîrok, şano, helbest û wêjeya zarokan de dest pê dike her weha şevbuhêrkeke hunerî a hunermend Îsa Feyad û Esîd Eldirûbî jî heye.

Her weha gelek pêşangehên cûrbicûr tên lidarxistin bi pêşangeha şêwekarîyê ya hevbeş dest pê dike, bi pêşangeha çîrokên jinên girtî yên Sûrîyeyî û karê wan ê destan ew jî li jêr serenavê “Ya Sakinîn Elbal” berdewam dike her weha jina Sûrîyeyî beşdarîya xwe ya balkêş di festival de berdewam dike ew jî bi rêya pêşkêşkirina karê ser destan li jêr serenavê “Koçberên Hunerê Diafirînin” û di dawîya festival de pêşangeha pirtûkên Erebî ya yekemîn li Berlînê tê lidarxistin.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li ser alîkarîya rêxistinên Sûrîyeyî di hemû çalakîyan de kar dike ew jî piştî ku “Posta şêwirmendîyê” di “Encumena Aborî, Civakî de ya NYyê” (ECOSOC)  di 2010an de wergirt  ji ber ku beşdarîya civaka sivîl ya çalak di warên çandî û civakî de pir giring e ji bo parastina pirrengîya çandî û civakî li Sûrîyeyê her weha ji bo avakirina aştîyeke domdar li Sûrîyeyê.