Fêmkirina Birêvebirinê: ezmûna Encumenên Navxweyî li herêmên kontrola Opozisyonê li Sûrîyeyê

Puxteyeke cîbicîkarî

Ev rapor nerîneke kûr bo karê encumenên navxweyî pêşkêş dike, bi rêya xwendina pênc rewşan li herêmên cûrbicûr ên di bin kontrola opozisyonê de li Sûrîyeyê, her weha ev rapor pêşketina kar û çalakîyên van encumenan û bandora wan dixwîne. Encumenên Navxweyê sazîne giring in di warê pêşkêşkirina xizmetan li herêmên opozisyonê de her weha li hin herêman wan ta astekê karê serwerîyê dikir mîna birêvebirina qeydên sivîlan.

Piranîya encumenên navxweyî ji malzaroka karê gerêrî çêbûne piştî raperîna 2011an û encumena navxweyî ya pêşîn di 2012an de hatiye damezrandin. Karê encumenên navxweyî bi hawarçûnê dest pê kir paşê bi dûmana demê re pêş ket da ku valahîya vekişandina hikûmeta Sûrîyeyî dagire.

Vê lêkolînê awaya hevdîtinên girtî-vekirî û gengeşeya grûpî şopandiye da ku tecrubeyên encumenên navxweyî li herêmên kontrola opozisyona Sûrîyeyî : Daret Eze, Meret Elnuman, Zemelka, Kefer Texarîm û Newa. Her weha bale dikişîne ser encumenên navxweyî li van herêman û awa û alîyên birêvebirina wan, û rapor gihaye van encaman jêrîn:

  • Encumenên navxweyî bi awayekî sereke aktîv bûn û kar kirin di rewşeke nebûna dezgeheke navendî ku stratîcî, çarçove û rêzikên kar ên yekgirtî çêdike, tevî wilo jî – weke ku dê di raporê de diyar bibe- awayên hevbeş ên kar di warê binyada encumenên navxweyî de derketen û fermîbûn kete awayên birêvebirinê de.
  • Di destpêka karê xwe de, encumenên navxweyî giranî dan bersivdayîna demlidest ya pidivîyên mirovî li gel paşguhkirina arancên geşepêdan û birêvebirinê bo demeke dirêj, ew jî bo sedema balkişandina rêveberîyê ser sivikkirina qedexeya demi bi rêya xweşkirina gihaştina boa v, kehrebe, çaksazkirina rêyan, binesazî û danheva gemarê. Ev balkişandina ser dozên piçûk ên demkurt ji ber gelek tiştan bû ji nav wan jî rihê şoreşgerîyê, dozên ewlehîya navxweyî, çarçoveya siyasî ya navdewletî û siyasetên peredayînê yên ku rêya hizirîna bo demeke dirêj nedan her weha rêya bipêşxistina karînên serwerîyê yên navxweyî jî. Tevî wilo jî karê encumenên navxweyî çalakîyên demdirêj li xwe girt. Encumenên navxweyî sûd ji awayên cûrbecûr yên çalakkirina beşdarîya giştî û zelalîyê girt, tevî wilo jî lê her dem bandora awayên berdest û dînamîkîya navxweyê li wan hebû, zehmetîyên ewlehî û rewşa derdorê karîna encumenên navxweyî bo derketinê sînor kirin ji ber ku awayên bijartina endamên Encumenên Navxweyî bi dûmana demê re hatin guhertin lê di puxteyê de ew hê jî girêdayî hejmareke piçûk a kes û malbatên navdar di civaka navxweyî de, her weha jin ji beşdarîya di postên sereke de yên encumena navxweyî hatiye bidûrxistin.
  • Siyaseta piştgirîya derve bandora xwe ya mezin li ser encumenên navxweyî kir ji ber li gor pêşikîyên doneran –ne li gor pêdivîyên civakê- meşîyan, ew jî bû sedema du encaman:  ya pêşîn ew e ku hin delîl dibêjin asta zelalîya encumenên navxweyî sînorkirî ye ji ber ew xwe ji belavkirina zehmetîyên xwe bi awayekî eşkere bitirs in da ku bandora van zehmetîyan li peredayînê nebe, ya duyem jî xwespartin piranîya caran demkurt e ji lew re Encumenên Navxweyî xwe spartin projeyên cûda ne pilana têkuz û gişgir ya demdirêj.
  • Rewşên xwendî di raporê de diyar dikin ku karîna Encumenên Navxweyî ya cîbicîkirina biryaran sînorkirî ye û alîyêm ku karîna wan ne sînorkirî ye, komên çekdar in, di rewşên hevrêzîya li gel komên çekdar, encumenên navxweyî karîbûn biryarên xwe bêhtir bicih bînin.
  • Tecrubeya dîrokî ya welatîyên ku di bin sîya hikûmeteke desthilatdar de jîyane, bandor li nerîna wan bo encumenên navxweyî kir, ku pirs û gumanên karîna sîstemên hukmkirî li ser xizmeta civakê di serê wan de hene, kesên ku derfeta danûstendina yekser bi encumenên navxweyî re bi dest wan ket razîbûna xwe der barê guhertinên ku di encumenên navxweyî de çêbûne dan xuyakirin.
  • Kuştin, mirin û koçberîya mejîyan ji ber kêmbûna pereyan ji sedemên nizimbûna asta kesên di hundirê rêveberîya encumenên navxweyî ya cîbicîkar û karmendê wê de, ew jî ne li gor daxwaza civakî ya erkdarkirina li gor asta zanebûnê ya bilind e.
  • Piştî vekişîna hikûmeta Sûrîyeyê ji gelek herêman, gelek kesan xwe berda nava karê pêşkêşkirina xizmetan û li hevrikî li ser serwerîyê di nav wan de derke. Ji rewşên xwendî diyar bû ku encumenên navxweyî dikarin xwe biçesipînin ji ber ku ew in yên sereke di warê pêşkêşkirina xizmetan de û pêşkêşkirina xizmetan ji alîyê wan ve di mejîyê xelkê de çesipî ye.