Destpêka çalakîyê hefteya Medayê ya çandî li Berlînê


Şeva 7ê cotmehê bi hazirîya nûnerên grûpeke rêxistinên civaka sivîl a Sûrîyeyî û Almanî her weha bi dehan mêvanên Ereb, Sûrîyeyî û Alman; çalakîyên hefteya çandî ya rêxistina Medayê ya çandî bi alîkarîya Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê di çarçoveya çalakîyên aktîvkirina rêxistin û destpêşxerîyên Sûrîyeyî yên cûrbicûr her weha weşanxaneya (Levante Berlin Verlag) dest pê kirin.

Di şahîya destpêka çalakîyê de, mamosta Safî Elaedîn bi navê rêxistina Medayê ya çandî pêşwazî li mêvanan kir her weha rêxistina Medayê pênase kir û çalakîyên hefteya Medayê ya çandî ya pêşîn pêşkêş kirin. Parêzer Tariq Hokan jî bi navê Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê axivî ji ber ku navend piştgirîya çalakîyên rêxistina Medayê û hefteya wê ya çandî ya pêşîn dike her weha sponserîya pêşbirka “Meda ya behremendîya wêjeyî a Sûrîyeyî” di warê helbes, roman, kurteçîrok, şano û wêjeya zarokan de dike û gera yekem jî ragihand.

Xanim Muna Asied behsa pêşangeha “Ya Sakinîn Elbal” kirk u posterên pênasekirina girtîyên Sûrîyeyî yên jin û karên wan ê li ser destan ku di dema girtina xwe de çêkirine di nav xwe de dihewîne, her weha pêşangeha “Lacîyat Yesniene Elfen (Koçberên ku hêvîyê çêdikin)” ya ku karê ji çerm ê li ser destan bi destên jinên Sûrîyeyî di nav xwe de dihewîne.

Paşê ev pêşangeh hatin vekirin:

  • Pêşangeha nîgarkêşîyê ya hevbeş li jêr serenavê “Wehdun”(bi tena xwe) ku kevalên nîgarkêşên Sûrîyeyî: Meysûn Elem Eldîn, Mehdî Elbiênî, Nîdal Xiwês, Suha Eleyas, Ferzan Şeref, Henadî Elkifêrî, Yasmîn Elhidwe û Ehed Hinêdî, tê de hate pêşkêşkirin.
  • Pêşangeha (Ya Saknîn Elbal) bo çîrokên jinên Sûrîyeyî yên girtî û karên wan ên li ser destan.
  • Pêşangeha (Koçberên hêvîyê çêdikin) bo karên çermî yên li ser destan.
  • Pêşangeha pirtûka Erebî ya yekemîn.

Di dawîya çalakîyên îroj de, hunermend Îsa Feyad li ser Ûdê jenand û hunermend Esîd Eldirûbî stra.

Programê hefteya çandî gelek çalakîyan di nav xwe de dihewîne, wek:

  • Xwendina çîrokan ji alîyê: Ehmed Xelîl, Xalid Hinêdî, Senaa Ewn, Kîfah Elî Dîb û Mustefa Elwelî.
  • Xwendina çîrokên zarokan ku Kîfah Elî Dîb pêşkêş dike.
  • Şevbuhêrka helbestê û ev kes tê de beşdar inÊ Turkî Ebdilxenî, Ramî Elaşiq, Fadî Comer, Mazin Îsmayîl, her weha dawîya şevbuhêrkê muzîka biziqê ya Eco Emîn e.

Li gel xwendina çîrok û helbestan wergera Almanî jî heye.

Şahîya Destpêka çalakîyên hefteya Medayê ya çandî

[masterslider id=”7″]

Pêşangehên (Ya Saknîn Elbal, Wehdun û pêşangeha pirtûka Erebî ya yekemîn)

[masterslider id=”8″]

Şevbuhêrka muzîkê li gel hunermend Îsa Feyad û sazbend Esîd Eldirûbî

[masterslider id=”9″]