Daxyanîyeke nû ya ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên piçûk bo hevakarên me

Hevkarên rêzdar

Bi acizî û xemgînî, ez nûçeya kuştina 3 endamên Yekîtîya Cotkaran li Xûtaya Rojhilatî; hevkarekî me yên navxweyî ji we re vediguhêzim ew jî piştî armanckirina navenda Yekîtîyê, Pênşema borî li Dûmayê.

Hisên Berxûs, Ferîd Biweydanî û Emîn Elqesîr, endamên damezrêner di yekîtîyê de ku destpêşxêrîyeke silvîl a navxweyî ye em li ser alîkarîya wê bi rêya peredayîna ji wezareta derve ya Hollandê kar dikin, cotkar û endezyarên çandinîyê di nav xwe de dihewîne û alîkarîya wan di birêxistinkirina karên wan de dike bo alîkarîya civaka navxweyî di dijatîya dorpêçkirina ku ji alîyê rêjîmê ve li ser wan hatiye ferzkirin.

Em di Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk de, berpirsyarîtîya berdewamîya tawanên cengê li Sûrîyeyê diavêjin ser mile civaka navdewletî. Bêdengîya me piştevanî ye û sekina me beşdarî ye.

Careke din em ji hevkarên xwe dixwazin ku zextê li ser hikûmetên xwe bikin da ku kuştina sivîlan were sekinandin û armanckirina wan ji alîyên belafirên cengî ve were qedexekirin bi taybet belafirên Rêjîmê û hevalbendên Rûsî. Her weha doza xebatkirina bo tawankirina berpirsên êrîşên li ser sivîlan û pêşkêşkirina wan bo dadwerîya navdewletî dikin.

Li gel xemgînîya me bo Yekîtîya Cotkayan li Xûtaya Rojhilatî, em soza berdewamîya şerê xwe bo azadî û rûmetê didin wan.