Daxuyanîyeke Rojnamegerî – Nûçegihanên Bê Sînor: Rojnamegerê Televîzyoneke Sûrîyayî li Xûtaya Rojhilatî Windayî ye

Nûçegihanên Bê Sînor (RSF) gelekî bitirs e der barê windabûna nûçegihanê televizyona opozisyonê Hadî Elmunjad de li Xûtaya Rojhilatî û ji civaka navdewletî dixwaze ku bikeve xebatê de ji bo parastina  rojnamegerên dorpêçkirî di cengê de.

Ji 17ê adarê ve, nûçeyên Hadî Elmunjid Rojnamegerê Kenala Orient Newsê ya Sûrîyayî qut bûne û îstgeha opozisyonê ta nuha nikare têkilîyê bi peymanêrê xwe yê li Xûtaya Rojhilatî nêzî paytextê deyne. Hevkarên wî tirsa xwe der barê egera girtina wî de anîn ziman her weha teqez kirin ku hêzên rêjîmê yên ku dest danîne ser 80% ji herêmên dijberan,  malbata wî girtibûn û gefa kuştinê li wan xwaribû da ku xwe radest wan bike, ev yek jî berî çend rojan ji windabûna wî çêbûbû, ji alîyekî din ve rojnameyên bi ser rêjîmê ve diyar kiribû ku Hadî Elmunjid jixweber xwe radestî desthilatan kiribû.

Di vî warî de, “Nûçegihanên Bê Sînor bi bîra desthilatên Sûrîyayî tîne ku divabe ew bale bikişîne ser vê windabûnê û divabe rojnameger eynî weke sivîlan karibin bê tirsa ji kiryarên tolhildana der heqê wan an malbatên wan de ji herêmên şer derkevin. Her weha rêxistin ji civaka navbdewletî dixwaze ku zextê li Rêjîma Beşar Elesed û hevalbendên wî bike da ku pabendîyên xwe bibîr bînin û her dem parastina sivîl û rojnamegeran bikin li gor qanûna navdewletî ya mirovî û qanûnên mafên mirovan.”

Weke bi hezarên sivîlan, rojnamevan û welatîyên rojnameger li Xûtaya Rojhilatî rastî gefên metirsîdar ji alîyê rêjîmê ve tên û Hevgirtina Rojnamegerên Sûrîyayî dibêje ku hejmara ragihênerên çalak ên ku gef li Xûtaya Rojhilatî li wan hatiye xwarin ne kêmî 75 rojnamegeran e di dawîya meha borî de, ew jî bi sedema operasyona leşkerî û teqînên mezin yên li herêmê çêdibin.

Hêjayî gotinê ye ku pêncî û pênc rojnameger ji destpêka 2011an ve li Xûtaya Rojhilatî hatine kuştin û du ji wan destpêka vê sale hatine kuştin, ji alîyekî din ve bîlançoya wan li seranserî Sûrîyayê gihaye bêhtirî 230 rojnameger û welatîyên rojnameger di her heft salên borî de, ew jî dema ku ew bi karê xwe radibin, li gel ku 24 rojnameger herî kêm heta nuha di zindanên rêjîmê de ne.

Sûrîya di asta 177an e (ji nav 180 dewletên) li ser xanxanika Dabeşkirina Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê de ye ku ji hêla Nûçegihanên Bê Sînor ve di 2017an de hatibû belavkirin.