Daxuyanîyek ji Malbata Basil Xertebîl Sefedî bo Raya Giştî

Bi navê me hemûyan weke malbata Basil, yê ku bi cane xwe dûr e lê her dem di dilên me de ye, em spasîya hemû kesên ku bi dilê xwe û bi karê xwe bi me re bûn, çi heval, rojnamevan an çalakvan bin, alîkarîya we ji me re êşa me sivik kir û hêvîyek di dilê me de pişkivand.

Bo rêzdarîya mirîyê me, em ji we hemûyan dixwazin ku hun li dû çanda kîn û tolhildanê neçin da ku dadmendî kariba di rêya xwe ya rast re biçe her weha em ji we dixwazin ku derbirîna we ji vê êşa me ya mezin re layiqî nirxên Basil û rêbazên wî yên aştîyane bin.

Di vî şerê dîn de, bi hezaran girtî û windayan ji hemû alîyan vê çarenûsê dibînin.

Em weke malbetekê ku êşê weke we dikişîne, li pêş cîhanê radigihînin ku em bi wan diramin û piştgirîya wan dikin her weha em di tirsa wê yekê de ne ku tiştê bi serê me hatiye bi serê malbateke Sûrîyeyî were.

Ji ber ku ji mafê mirovî û xwezayî yê her malbatê ye ku termê mirîyê xwe bistîne, em daxwaza termê Basil dikin da ku em karibin wî bin ax bikin û rêûresmên layiqî wî çêbikin.

Her weha em doza betalkirina karê dadgehên awarte û rawestandina sezayên bidarvekirinê li gel pêkanîna rêbazên dadgehkirina dadmend ên ku behsa wan di qanûna Sûrîyeyî û ya Navdewletî de hatiye kirin, dikin. Her weha em dixwazin ku hemû alîyên Sûrîyeyî dosyaya girtîyan bikin pêşikîyek ji xwe re di danûstendinên navdewletî de da ku di encamê de em bigihên çareserîyeke aştîyane bo hemû Sûrîyeyîyan.

Bijî Sûrîye

Bijî Filestîn