Daxuyanîya Malbatên ji bo Azadîyê der barê danûstendinên Asîtanayê de: têkçûneke nû di gihaştina bo çareserîyeke dosyaya girtî û windayan de li Sûrîyeyê


Gereke din ji danûstendinên Cinêvê tê lidarxistin û bidawî dibe û derengkirineke din ku tê wateya têkçûneke nû di gihaştina bo çareserîyeke dosyaya girtî û windayên bineçarî li Sûrîyeyê bi xwe re tîne, di nav paşguhkirinekê de bo êşa girtîyan û bangewazîyên malbatên wan û daxwazên rêxistinên mafnasî û çalakvanên civaka sivîl ên giringîya behskirina vê dosyayê di Cinêvê de.

Em di tevgera Malbatên ji bo Azadîyê de dengê xwe bilind dikin û gengeşekirina vê dosyayê di nav alîyên leşkerî de li Asîtanayê red dikin her weha binpêkirina kesên li Asîtanayê civîyayî bo qanûna navdewletî û qanûnên cengê şermezar dikin ku dixwazin doze bikin ya bedêlkirina leşkerên girtî û pêşekîya çareserîyê bidin wan li şûna ku bidin sivîlên ku qanûn dibêje ku divabe wan ji van nakokîyan bidin alî.

Em cardin doza vegerandina vê dosyayê bo maseya danûstendinan li Cinêvê dikin her weha doza gengeşekirina dosyayê weke yeke mirovî li şûna girêdana wê bi siyasetê û bikaranîna wê weke kaxezeke zextê ew jî bi amadebûna nûnerên civaka sivîl û malbatan.

Her weha em li ser daxwazên xwe yên naskirina çarenûsa malbatên û hezkerên xwe li gel xweşkirina rewşa jîyanê di girtîgehan de û betalkirina dadgehên awarte teqez dikin.

Her weha em doza serbestkirina jin, zarok, nexweş û kesên temenmezin dikin ew jî weke tedbîreke avakirina bawerîyê bo dîtina çareserîyeke bingehîn û gişgir bo vê dosyayê ku dadmendî û azadîyê bo tevan garantî dike li gel bibîranîna ku aştî li Sûrîyeyê bêyî çareserkirina vê pirsgirêkê nayê pêkanîn.

Malbatên ji bo Azadîyê