2yê mijdarê: roja navdewletî ya bidawîkirina bêcezakirinê di tawanên dijî rojnamevanan de

Di deh salên borî de bêhtirî 900 rojnamevanî hatine kuştin, tenê ji ber ku bi karê xwe radibûn. Hin ji wan rastî guhdaneke navdewletî hatin lê hin jî rastî wê guhdanê nehatin. Mînak di sala borî de bêhtirî 17 rojnamevanên Îraqî hatin bidarvekirin û gelek rojnamevan û ragihêner li seranserî cîhanê rastî tirsandin, tundî û gefxwarinê tên

Komeleya Giştî a NYyê di gera xwe ya şêst û heyştan de ya ku di 2013an de hate lidarxistin, xwe spart biryara 163/68 an ya ku roja 2yê mijdarê weke (roja cîhanî ya bidawîkirina bêcezakirinê di tawanê dijî rojnamevanan de) ragihand. Biryarê dewletên endam li ser bicihanîna tedbîrên destnîşankirî bo dijatîya çanda bêcezakirinê ya belav han da û ev dîrok ji bo bîranîna kuştina her du rojnamevanên Fransiz li Malîyê di 2yê mijdarê de, hate bijartin.

Ev biryar hemi êrîş û tundîya li dijî rojnamevanan û karmendên di ragihandinê de şermezar dike û dewletên endam han dide da ku karên tundîyê li dijî rojnamevanan û karmendên di warê ragihandinê de qedexe bike, cezakirinê garantî bike, kesên ku tawanên dijî rojnamevanan dikin pêşkêşî dadmendîyê bike  her weha wekhevîyê ji qurbanîyan re peyda dike û doza jîngeheke ewle bo rojnamevanan dike da ku karibin karê xwe bi serbestî û bê destêwerdan bikin.

Pilana NYyê ji bo saxlemîya rojnamevanan û mijara bêcezakirinê çi ye?

Pilana NYyê ya saxlemîya rojnamevanan derfeteke beşdarîyê bo karên xwedîyên brjewendîyan bo dijatîya bêcezakirinê di tawanên li dijî rojnamevanan de peyda dike. Rêbera IFEXê ya ku 5 xuleyan dom dike pilanê, çawanîya bicihanîna Civaka Sivîl bow ê û awayên çesipandina wê zelal dike.

 REUTERS/Jorge Dan Lopez

Dema ku pirsgirêk cîhanî be, pêdivîya wê bi bersivdayîneke cîhanî heye. Hejmara êrîşên li ser rojnamevan û karmendên di rojnamegerîyê de û têkçûna di çêkirina lêpirsînan de di tawanên li dijî wan de û di dozlêvekirinê de bûn sedema bilindbûna asta metirsîyê ya nepejirandî ya ku rojnamevan rastî wê tên ji ber bikaranîna mafê xwe yê azadîya derbirînê. Ji bow ê; NYyê bi serkirdayetîya UNISCOyê, rêbazek bi nave pilana karê NYyê der barê saxlemîya rojnamevanan de û mijara bêcezakirinê danî.

Çesipandina saxlemîya rojnamevanan û dijatîya bêcezakirinê divabe piştî tawanê bi tedbîran ve neyê girêdan. Lê divabe awayên xweparastinê werin peydakirin

Pilana karê NYyê

  • Pilan çi ye?

Pilana karê NYyê di warê saxlemîya rojnamevanan û mijara bêcezakirinê de, stratîcîya NYyê ya yekemîn e bo çareserkirina mijara saxlemîya rojnamevanan û mijara bêcezakirinê. UNISCOyê  li gel desteyên NYyê yên din, rêxistinên Hikûmî yên navdewletî, rêxistinên nehikûmî, sendîke û dewletên endamên UNISCOyê danîye. Serokên cîbicîkar yên desteyên pispor yên NYyê û encumena serokên cîbicîkar yên NYyê di nîsana 2012an de pejirandin. Ji wê çaxê ve, biryarên NYyê doza çesipandina cîbicîkirinê kirin. Pilana karê NYyê nexşerêyeke cîhanî ye ku divabe li gor pêdivîyên niştîmanî bi hevkarîya alîyên çalak yên pêwendîdar bigunce. Her weha pilana NYyê bi şeş zimanan li gel Almanî û Bortugalî peyda ye.

Çapa Erebî ya pilana karê NYyê der barê saxlemîya rojnamevanan û mijara bêcezakirinê de.

  • Divabe çi were pêkanîn?

Armanca pilanê piştgirîya mafê sereke yê azadîyê derbirînê ye yê ku dihêle welatî karibin bi çalakî di civaka xwe de beşdar bin. Ew jî bi rêya afirandina jîngeheke azad û ewle bo rojnamevanan û karmendên di warê rojnamegerîyê de bi du awayean:

  1. Çêkirina hevkarîyan di bav xwedîyên berjewendîyê de ji bo derbaskirina mîkanîzmên saxlemîyê bi armanca sînorkirina metirsîyan.
  2. Çesipandina mîkanîzmên qanûnî yên berdest li ser astên niştîmanî, herêmî û cîhanî yên ku piştgirîya mafê azadîya derbirînê û ragihandinê dike û piştgirîya hikûmetan di bicihanîna wan de.

Pêkanîna wê; li gor pilana NYyê li ser rêbazekê radibe ku mafên mirovan û guhdayîna bi prensîpên cenderê ji xwe re bingeh digire.

  • Kî di bicihanîna pilanê de beşdar e?

Pirsgirêk di gelek astan de ye ji lew re divabe çareserî jî wisa be. Pilan hatiye çêkirin da ku hemû xwedîyên berjewndîyan li xwe bigire. Rolan bo Hikûmet, rêxistinên nehikûmî, akadîmîsiyan, dezgehên ragihandin û alîyên din yên ku li ser asta cîhanî, herêmî, niştîmanî û navxweyî kar dikin li xwe digire û serkeftina wê xwe disperse beşdarîya têkûz a tevan. Li ser asta cîhanî pêşketineke mezin hatiye bidestxistin, mînak: piştî derxistina biryarên NYyê yên dîrokî; zehmetî nuha di çêkirina guhertinê de ye li ser asta niştîmanî û navxweyî.

  • Tedbîr çi ne?

Pilana NYyê gelek tedbîrên ku têne pêşxistin di Stratîcîya Cîbicîkirinê de li xwe digire û ji nav wan jî ev tedbîr:

  • Xurtkirina rola NYyê û karê wê di bidawîkirina tundîya li dijî rojnamevanan de.
  • Çêkirina hevrêzkarîyê di nav desteyên NYyê li gel rêxistinên hikûmî yên din, hikûmetên niştîmanî, rêxistinên civaka sivîl, kompanîyên ragihandinê û alîyên akadîmî de.
  • Alîkarîya hikûmetan bo pêkanîna pîvanên navdewletî yên ku li ser asta niştîmanî ava dibin û danîna mîkanîzmên parastina rojnamevanan.
  • Avakirina karînên rojnamevanan, desteyên dadwerî, karmendên cîbicîkirina qanûnê û leşkeran li ser asta navdewletî der barê azadîya derbirînê de bi rêya piştgirîya programan û jêderên fêrkirin û rahênanê.
  • Hişyarkirina dewletên endam, rojnamevan, xwedîyên dezgehên ragihandinê, rêxistinên nûçeyan, êdîter û rojnamevanan da ku metirsîyan ku rastî ragihêner û alîyên çalak ên nehikûmî rastî wan tên nas bikin.
  • Avakirina hevkarîyan li gel dezgehên akadîmî bo berfirehkirina asta lêkolînên girêdayî dozên saxlemîya rojnamevanan.
  • Bikaranîna nîşanên saxlemîya rojnamevanan yên ku programa UNISCOyê ya navdewletî ji bo geşkirina pêwendîyên danîne bi armanca nirxandina rewşê li bajarekî an herêmeke destnîşankirî.
  • Danîna alavên pîvana saxlemîya rojnamevanan weke bersivdayînekê bo armanca geşepêdana domdar ya 1.10.16: “hejmara rewşên ku hatine teqezkirin di kuştin, revandin, girtina keyfî û îşkencekirina rojnamevanan yên girêdayî torên ragihandinê, sendîke û berevanên mafên mirovan di diwazdeh mehên borî de”.
  • Çareserkirina taybetmendîya tudîya li dijî rojnamevanên jin.

  • Çawa rêxistinên civaka sivîl dikarin di pilana NYyê ya dijatîya bêcezakirinê de beşdar bin?

  • Çavdêrîya pêkanîna pilanê û zexta li ser hikûmetan. Dewletên endamên NYyê li ser piştgirîya cîbicîkirina pilanan NYyê di hemû biryarên wê de pejirandiye.
  • Bikaranîna qewîtîyên destnîşankirî ji pilana NYyê bo teqezkirina doza saxlemîya rojnamevanan li dewleteke destnîşankirî. Pabendîyên hikûmetên xwe bi pilana NYyê bi bîra wan bînin.
  • Beşdarîya çalak di bicihanîna pilana NYyê de li bajarê we bi alîkarîya alîyên çalak ên din. Mînak: çêkirina hevpeymanan di nav xwedîyên berjewndîyan de û çêkirina pêwendîyê li gel Ofîsa UNISCOyê ya herêmî an navxweyî ji bo peydakirina piştgirîyê û danîna têkilîyê li gel navenda UNISCOyê.
  • Şopandina gengeşeyên UNISCOyê der barê pilana NYyê û beşdarîya tê de. Gelek caran pilana NYyê di rojeva civatên encumena cîbicîkarîyê ya UNISCOyê de ye ya ku her du salan lidar dikeve û kongireyên giştî yên UNISCOyê yên ku her du salan li dar dikevd û encumena hikûmî ya navdewletî ya ku her du salan bo programên navdewletî yên geşepêdana pêwendîyan û hin civatên birêxistî jî hene ji bo şopandina cîbicîkirinê.

  • Çawa plana NYyê dê were çesipandin?

Dema lêvegera li cîbicîkirina plane di hizêrana 2017an de, rêxistinên civaka sivîl li ser gelek qewîtîyên xurtkirina plana NYyê li hev kirin, mîna:

  • Çêkirina navendên hevrêzkirinê li desteyên NYyê li gor plana NYyê û garantîkirina Hevrêzkirina çalak li gor awayê ku Komeleya NYyê ya Giştî di biryara 163/68 de westiye der barê saxlemîya rojnamevanan de (2013).
  • Desnîşankirina rêbazekî stratîcî ji bo cîbicîkirina plana NYyê û çêkirina stratîcîyên bicihkirinê yên herêmî û niştîmanî.
  • Garantîkirina hebûna jêderên pispor û çalak û hevrêzkirina ser asta dewletê.
  • Çêkirina tîmeke zanayên serbixwe ji bo çavdêrîyê da ku zehmetî her dem li ber çavên hevkran bin.
  • Belavkirina plana NYyê li ser asteke berfireh da elementên stratîcî yên sereke û awayên tevlîkirina rêxistinên civaka sivîl baştir werin fêmkirin.
  • Peydakirina agahîyên nûkirî yên malpera UNISCOyê li ser tora înternêtê der barê pêşketinên plana NYyê.
  • Berfirehkirina rêbazê ku guhdanê bi cudahîya di nav her du zayendan de dike di êrîşên ku cûreya civakî ji xwe re bingeh digirin de.

Hun dikarin belgeya dawî bo lêvegera li plana NYyê ya 2017an li gel qewîtîyên hemû xwedîberjewendîyan li vir bibînin.

Hun dixwazin nasbikin çawa endamên IFEXê tev li plana NYyê bûn weke awayekî kar? Kerem bikin seredana kampanîya plana NYyê bikin.

Agahîyên Sereke

biryara A/RES/68/163 balê dikişîne ser mijara bêcezakirinê ji ber rewşa metirsîdar a deh salên borî ku 700 rojnamevan di dema veguhestina nûçe û agahîyan de bo cemaweran hatin kuştin. Di vê sale bi tenê de (ta îlûna 2015an) birêvebera UNISCOyê bêhtirî 7 operasyonên kuştina karmendên di warê ragihandinê de şermezar kir.

Ev hejmara mezin rojnamevanên ku di bin îşkenceya rojane de ne, windayên bineçarî, girtîyên keyfî û tirsandina di dema şer û aştîyê de li xwe nagire her weha jinên rojnamevan rastî metirsîyên girêdayî êrîşa zayendî tên.

Di deh salên borî de tawankerên êrîşên dijî karmendên di warê ragihandinê de tenê di dozekê de ji deh dozan hatin tometbatkirin, ew jî cihê metirsîyê ye. Bêcezakirina tawankeran hand ide û di heman demê de bandorên wê yên kirêt li ser civakî bi tevahî û li ser rojanmevanan bi xwe jî heye. Bêcezakirina dihêle tawanker bê tirs tawanên xwe li dijî rojnamevanan bicih bînin ji ber dibînin ku ew rastî tu cezayan nayên.

Li gor rapora ku birêvebera UNISCOyê der barê saxlemîya rojnamevanan û metirsîya bêcezakirinê danîye ku dê nêzîk belav bibe; tenê 6% ji her 680 dozên girêdayî kuştina rojnamevanan di nav 2006an û 2014an de hatine çareserkirin. Di 60% de ji wan rewşan; UNISCOyê tu agahî der barê dadgehkirinê de wernegirtin tevî daxwazên birêberê yên berdewam.

Bêcezakirin di êrîşên li dijî rojnamevanan de nameyeke neyînî vediguhêze û dibêje ku veguhestin (rastîya metirsîdar) an (nerînên nepejirandî) dikare mirovên normal bixe pirsgirêkan. Ji alîyekî din ve civak dê nema bi pergala xwe ya dadwerî bawer be ku jê tê xwestin hemû kesan ji êrîşên li ser mafên wan biparêze. Tawanker di tawanên dijî rojnamevanan de tê handan dema ku nas dikin ew êrîş bikin bê ku werin dadgehkirin.

Jêder û agahî:

Agahî bi rêya bultenekê der barê saxlemîya rojnamevanan de tên şandin ku ji alîyê UNISCOyê vet ê amadekirin. Bi rêya vê êmailê beşdar bin: [email protected]

pilana karê NYyê – malpera UNISCOyê ya îlêktronî

belgeya dawî 2017

pêşkêşkirina cîbicîkirinê 2014

nîşanên saxlemîya rojnamevanan li UNISCOyê: asta niştîmanî

nîşanên saxlemîya rojnamevanan li UNISCOyê: asta navdewletî

rola programa navdewletî a geşkirina pêwendîyan di çesipandina saxlemîya rojnamevanan de: rêya ber bi pêş ve.

Pêvekê jêderan û belgeyên din

Belge

  • Biryara Komeleya Giştî 136/68https://scm.bz/scmPrc8N der barê saxlemîya rojnamevanan û mijara bêcezakirinê de.
  • Biryara Encumena Ewlekarîyê 2222 (2015) der barê parastina sivîlan de di şerên çekdarî de (parastina rojnamevanan û karmendên di warê ragihandinê de û kesên girêdayî wê)

Girêdan

Jêder:

1- roja navdewletî bo bidawîkirina bêcezakirinê di tawanên dijî rojnamevanan

2- IFEX- kampanîya na ji bêcezakirinê re