19 binpêkirin li dijî ragihandinê li Sûrîyayê di mijdara borî de

Di mijdara 2017an de: binpêkirin berdewam in û Mistefa Elşûn qurbanî ye

 

Navenda Sûrîyayî ya Azadîyên Rojnamegerî di Hevgirtina Rojnamegerên Sûrîyayî de di mijdara borî de, 19 binpêkirinên li dijî ragihandina Sûrîyayî bibelge kirin, 17 ji wan di meha borî de çêbûn û du binpêkirin jî di cotmehê de, navendê jî piştî pêkanîna pîvanên bibelgekirinê û rêbazên wê ew binpêkirin bilbelge kirin.

Şerê li Gundewarê Şamê li gel bombebaran hêzên rêjîmê û hêzên Rûsîyayî li ser bakurî Sûrîyayê bûn sedemên binpêkirinên bibelgekirî yên mijdarê yên sereke û hejmara binpêkirinên her du mehên kêm zêde weke hev bû.

Cardin Rêjîma Sûrîyayî dikeve lîsteya alîyên binpêker û heft binpêkirin bicih anîn her weha hin ciwanên herêma Etaribê li Gundewarê Helebê d ber 5 binpêkirinan de berpirs bûn, hêzên Rûsî ji alîyê xwe ve di ber 3 binpêkirinan de berpirs bûn her weha hêzên opozisyona çekdar (Feyleq Erehman) di ber du binpêkirinan de berpirs bûn, rêxistina Dewleta îslamî ji alîyekî ve û Rêveberîya Xweser ji alîyekî din ve her yek di ber binpêkirinekê de berpirs bûn.

Tiştê her balkêş ku Navendê di mijdarê de bibelge kir, kuştina çalakvanê ragihêner “Mistefa Mihemed Osman Elşûn” bû di encama bombebaranên belafirên Rûsî li ser bajarê Etarib li gundewarê bakurî Helebê û di encamê de hejmara ragihênerên ku navendê kuştina wan ji destpêka şoreşê di 2011an de bibelge kiriye gihaşte 420 ragihêneran.

Di warê birînan de jî, navendê birîndarkirina 9 ragihêneran piranîya wan li gundewarê Şamê ne bibelge kir, çar ji wan di encama kişandina xazên jehirdar de yên ku rêjîmê li Xûtaya Rojhilatî berdane êşiyane.

Binpêkirinên ku navendê bibelge kirine ne tenê di warê kuştin û birîndarkirinê de bûn lê girtina du ragihêneran jî di cotmehê de ji alîyê nevendê ve di mijdarê de hate bibelgekirin. Endamên Feyleq Erehman ku yek ji beşên opozisyona çekdar e, her du çalakvanên ragihêner Elî Hatim Elşêx û Enes Ebû Eymen dema ku li bajarokê Kefer Betna yên Xûtaya Şamê ya Rojhilatî bûn girtin û roja din ew serbest kirin.

Ji alîyekî din ve, navendê di mijdarê de êrîşa li ser ragihêner Ehmed Berazî, Omer Ehmed Hemûd Elilêwî, Eyhem Berazî, Omer Arnawût û qedexekirina wan ji şopandina rojnamegerî ji alîyê hin ciwanên herêma Etaribê bibelge kir, ew jî dema ku komkujîya belafirên Rûsî li bazara bajarê Etaribê li bakurî Helebê dişopandin.

Di heman çarçoveyê de ragihêner “Meysa Elmehmûd” rastî qedexekirina şopandina komkujîya belafirên Rûsî li Etariba bakurî Helebê hat, di encamê de hejmara ragihênerên jin ên ku navendê binpêkirinên der heqê wan de ji destpêka şoreşê ve bibelge kiriye gihaşte 26 ragihênerên jin.

Piştî du mehan cardin binpêkirinên dijî dezgeh û navendên ragihandinê dûbare dibin, Encumena Bilind a Ragihandinê ya girêdayî Rêveberîya Xweser li Kantona Cizîrê Ofîsa Ajansa Qasyon a Nûçeyan girt û rêdanên kar ji peyamnêrên wê kişandin, her weha belafirên hêzên Rêjîma Sûrîyayê navenda ofîsa ragihênerî ya yekgir li Erbîna gundewarê Şamê bombebaran kir.

Li ser asta xaknîgarîyê piranîya binpêkirina di nav her du parêzgehên Şam û Helebê de bûn, li gundewarê Şamê 9 binpêkirin ji ber dijwarîya şer di nav hêzên opozisyona çekdar û Hêzên rêjîmê de li gel bombebarnkirinê çêbûne, her weha li Helebê 8 binpêkirin di encama bomberana Rêjîma Sûrîya û Rûsyayê li ser gundewarê parêzgehê çêbûne, her weha li her yek ji Hesekê û Hemayê binpêkirinek çêbûye.

Di mijdarê de her du ragihêner Barzan Hisên yê ku bi navê Barzan Leyanî tê naskirin û rojnamevan Hecî Ehmed Elmiswat piştî girtina wan li Hesekê ji alîyê hêzên Asayîşê yên girêdayî Rêveberîya Xweser hatin serbestkirin.

Hevgirtina Rojnamegerên Sûrîyayî

Navenda Sûrîyayî ya Azadîyên Rojnamegerî

24/12/2017

Jêder: Hevgirtina Rojnamegerên Sûrîyayî