Yekȋtȋya Ewropayȇ piştgirȋya xwe bo Lȇpirsȋna di tawanȇn cengȇ de li Sȗrȋyeyȇ Diçesipȋne

Brussels 19-7-2017 – Yekȋtȋya Ewropayȇ ragihand ku ew dȇ peredayȋnekȇ bi nirxȇ 1.5 Melyon Euro  bo piştgirȋya awayȇ navdewletȋ yȇ bȇalȋ ȗ serbixwe dabȋn bike bo alȋkarȋya di lȇpirsȋnan de ȗ dadgehkirina kesȇn berpirs di ber van tawanȇn metirsȋdar de li gor qanȗna navdewletȋ li Sȗrȋyeyȇ.

Nȗnera biind/ cȋgira serokȇ komȋsyona Ewropȋ Federica Mogeriny got: “pȇkanȋna dadmendȋyȇ bo qurbanȋyan tiştekȋ sereke ye di pȇvajoya lihevkirinȇ ya gişgir ȗ çalak li Sȗrȋyeyȇ. Ji ew re divabe berpisȇn tawanȇn cengȇ bilez werin dadgehkirin, weke Yekȋtȋya Ewropayȇ em piştgirȋya xwe ji gelȇ Sȗrȋyeyȇ re teqez dikin ȗ pabendȋya xwe bi pȇvajoya siyasȋ ya ku ji alȋya Neteweyȇn Yekbȗyȋyȇ ve tȇ sponserkirin bo dȋtina çareyeke siyasȋ ji kirȋzȇ re nȋşan didin. Sȗrȋyeyȋ hȇjayȋ dadmendȋ ȗ aştȋyȇ ne ȗ emȇ her dem piştgirȋya wan di vȋ warȋ de bikin.”

Yekȋtȋya Ewropayȇ dibȋne ku nebȗna dadmendȋyȇ dȇ bibe sedema tewandina pela tawanȇn cngȇ bȇ siizakirin ȗ qurbanȋ di encamȇ de nagihȇjin wekhevȋyȇ ȗ aşt dimȋne armanceke dȗr. Lȇpirsȋna di tawanȇn cengȇ ȗ binpȇkirinȇn mafȇn mirovan de tiştekȋ sereke ye bo garantȋkirina veguhestineke siyasȋ xwedȋ armanc li Sȗrȋyeyȇ.

Yekȋtȋya Ewropayȇ dȇ di karȇ garantȋkirina çareserȋya wan binpȇkirinan bi awayekȋ guncan li gor armancȇn stratȋcȋk (Stratȋcȋya Yekȋtȋya Ewropayȇ der barȇ Sȗrȋyeyȇ de) yak u di 3yȇ nȋsana 2017an de hate danȋn, berdewambe.

Pȇdivȋ bi piştgirȋya civaka navdewletȋ ji vȋ awayȋ re heye ji nav jȋ piştgirȋya darayȋ bo garantȋkirina destpȇka kar bi awayekȋ lezelez li gor prensȋpȇn cȋhanȋ ȗ li ser asteke blind ji pȋşeyȋyȇ.

Bakgrawnd:

Di 21ȇ berfanbara 2016an de, Komeleya Giştȋ ya NYyȇ biryara 71/248 li xwe girt ȗ li gor biryarȇ “Awayekȋ navdewletȋ bȇalȋ ȗ serbixwe bo alȋkarȋya di lȇpirsȋnn ȗ dadgehkirina kesȇn berpirs di ber tawanȇn cengȇ yȇn metirsȋdar li Sȗrȋyeyȇ li gor qnȗna navdewetȋ ji destpȇka adara 2011an ve”, (bi kurtasȋ Awa). Ev biryar bngeha garantȋkiriina lȇpirsȋna di warȇ tawanȇn ku ji ȇla hemȗ aȋyȇn şer li Sȗrȋyeyȇ hatine kirin .

Madeya girȇdayȋ peydakirina 1.5 melyon Euro bo piştgirȋya awayȋ weke tedbȋrekȋ li gor (alava bikarhatȋ di çesipandina aştȋ ȗ tebatȇ) hate lixwegirtin.

Bo naskirina hin agahȋyȇn din:

Instrument contributing to Stability and Peace (IcSP)

EU Strategy for Syria