Sûrye: êrîşa Amerikan li ser mizgefta Alcîneyê dibe ku ne qanûnî be. Desthilatan parastin pêwîst peyda nekiribû.

Washington Human Rights Watchê di raporeke xwe de ku îroj belavkiribû got, ku hêzên Amerîkan li gor rewşa berdest, tedbîrên pêwîst ji bo parastina sivîlan ji êrîşa asîmanî yak u di roja 16ê adara 2017an deli rojavayê parêzgeha Heleba Sûryeyê hatibû bicihkirin, nestendibû. Ji lew re di encamê de 38 kes hatin kuştin.

Rapora ku ji 13pelan pêk tê ku serenava wê “êrîşa li ser mizgefta Omeb Bin Elxetab: Hêzên Amerîkan tedbîrên pêwîst nestendibû” dît ku daxuyanîyên desthilatên leşkerî li Amerîkayê piştî êrîşê, nezanîya wan bi hebûna mizgeftekê li herêma armanckirî diyar dike, her weha ku dem dema nimêjê bû û simînereke olî jî li wê mizgeftê di dema êrîşê de lidar bû. Eger êrîş baş bihata analîzekirin dê agahîyên bûrî bihatana zelalkirin. Humen Rights Watchê tu delîlên ku hebûna endamên rêxistina Qayîdayê di hundirê avahîyê de piştrast bikin, nebûn.

Olî Solvang cîgirê rêvebirê programa rewşên awarte li Human Rights Watchê got: “xuya dike ku Dugelê Yekbûyî yên Amerîkayî gelek tişt bi şaşî di vê êrîşê de fêm kirin û buhaya vê yekê jî xwîna welatîyên sivîl. Ji desthilatên DYAyê tê xwestin ku şaşîtîyan nas bike û berî ku êrîşan bi cih bîne ha ji sivîlan hebin û nehêlin ku ev buyer were dubarekirin”.

Desthilatên DYAyê got ku ew ê di kuştina sivîlan di vê êrîşê de lêpirsînan bikin. Ji hikûmeta DYAyê tê xwestin ku encamên lêpirsînan diyar bikin û mafên qurbanî û ziyanxwaran bigihînin wan û berpirsên van êrîşan ceza bikin.

Human Rights Watchê pêwendî bi rêya telephone li gel 14 kesên ku bi awayekî yekser ha ji êrîşê hene, çêkir. 4 ji wan kesan di hundirê mizgeftê de bûn di dema êrîşê de. Humen Rights Watchê hin lêkolînên ku girûpa lêpirsînê ya vekirî “Bîlingkat” peyda kiribû, di nav lêpirsînê de bikar anî. Ku di wê lêkolînê de video û wêneyên êrîşê hatibûn analîzekirin, her weha girûpa “Forensic Architecture” ya ku nimûneyên êrîşê û mizgeftê ji nû ve çêkir. Lê Human Rights Watch, Bîlingkat  û Forensic Architectureê, lêpirsînine cûda der barê vê êrîşê de bi rê ve birin.

Derdora 7ê êvara 16ê adarê, belafireke Amerîkan êrîşî devereke başûr rojavayê gundê Alcîneyê kir, ya ku li rojavayê parêzgeha Helebê ye. Desthilatên Amerîkan ên Leşkerî li xwe mukur hatin û gotin ku wan êrîşî endamên rêxistina Qayîdeyê kiribûn.

Ji alîyekî din ve berpirsine Amerîkan gotin ku mizgeftek nêzî deverê hebû û îdîa kirin ku avahîya armanckirî holeke civatan bû ku bi temamî nehatibû avakirin. Lê ji agahî, wêne û vîdioyêm ku ji alîyê niştecihan hatibûn belavkirin diyar bû ku avahîya armanckirî mizgeft bû jî. Niştecihinan got ku ev mizgeft yeke navdar e û bi dehan ji xelkên herêmê di dema nimêjê de lê dicivin. Minareya vê mizgeftê tuneye lê gerek bû ku ji asîmanan civandina xelkê diyar biba. Diyar e ku tenê bi rêya pirsê dê hatiba naskirin ku ev avahî mizgeft e.

Xuya dike ku Desthilatên Amerîkan şêwejîyana xelkên herêmê baş nasnake. Berpirsekî Amerîkan got ku êrîş piştî “nimêja dema êvarî” bû, wate welatîyên sivîl ji deverê derketibûn.  Lê wî diyar nekir gelo ew nimêj ya mexribê bû yan ya êvarê bû, daxuyanîyên Amerîkayî didin xuyakirin ku êrîş saet 6:55an êvarî çêbû, berî 15 xulekan ji nimêja êvarê. Mirov dikare bi hesanî demên nimêjê nas bike û ji desthilatên Amerîkan dihate xwestin ku dema nimêjê nas bikin.

Niştecihan got ku xelkên herêmê baş dizanin ku girûpên olî yên berpirsên mizgeftê, sîmînerên olî li avahîya armanckirî her roja pêncşemê di dema nav nimêja mexrib û êvarê de çêdikin, hema hema di dema êrîşê de. Eger hewldanek bo naskirina agahîyên vê avahîyê ji alîyê desthilatên Amerîkan hatiba kirin, dê rastî di cih de hatiba naskirin.

Human Rights Watchê tu delîlên hebûna civatên Qayîdeyê an girûpeke çekdar a din di hundirê vê mizgeftê de nedît. Niştecihan jî got k utu endamên girûpeke cedar ne li herêmê ne jî li mizgeftê di çaxa êrîşê de hebûn.

Her weha gotin ku qurbanî sivîline navxweyî ne. karmendên pijîşkî gotin ku cilên kuştî û birîndaran sivîl bûn û tu çek li deverê nehate dîtin. Desthilatên Amerîkan tu agahîyên ku îdîayên wan piştrast bikin belav nekirin.

Eger ku endamên girûpeke çekdar jî di mizgeftê de hebana, lê naskirina avahîya armanckirî û şêwejîyana hawîrdorê tiştekî sereke ye  da ku metirsîyên vê êrîşê li ser sivîlan werin naskirin û hejmara qurbanîyan were naskirin. Dibe ku bombebarankirina mizgeftekê paşê êrîşkirina li ser kesên ku direvin bêyî ku were naskirin ew sivîl in an şervan in, êrîşke ketober be. Êrîşên ketober bêyî stendina tedbîrên parastina sivîlan, qanûnên cengê bin pê dikin.

Rêxistina Bervanîya Sivîl a Sûryeyî ku bi xwe girûpeke lêkolîn û alîkarîyê li herêmên bin kontrola opozisyonê kar dikin, got ku wan 38 term ji deverê derxistin. Rêxistinê navên 28an ku 5 ji wan zarok in belav kir, her weha diyar kir ku 10 kes nehatin naskirin.

Qanûnên cengê bi tundî êrîşên li ser sivîlan û deverên wan ên ku ne bi awayekî leşkerî tên bikar anîn, qedexe dike, ku mizgeft jî ji van deveran e. qanûnên cengê êrîşên ketober ên ku cudahîyê naxin navbera deverên sivîl û yên leşkerî û êrîşên ku qurbanîyên sivîl ji yên leşkerî bêhtir bin, qedexe dike. Ji hemû alîyên şer tê xwestin ku ew sivîlan û avahîyên wan biparêzin.

Dibe ku binpêkirinên qanûnên cengê yên metirsîda bigihên asta tawanên cengê. Ji nav wan binpêkirinan jî armanckirina sivîlan û avahîyên wan, ji nav wan avahîyan jî mizgeftên bajêr, yan jî êrîşkirina ku di encamê de hejmareke neguncaw ji kuştîyên sivîl li dûv xwe dihêle. Binketina desthilatên Amerîkan di nenaskirina xalên sereke di devara armanckirî de, derî li pêş pirsa ku dibêje “gelo berpirsa lez di fermana êrîşê de kir?” vedike.

Human Rights Watchê encamên xwe pêşkêşî Serkirdayetîya Navendî ya  Amerîkan kir, nivîsgeha parêzerê giştî di desteya ceneralê de bi nameyekê di roja 14ê nîsanê bersiv da û got ku li gor “lêkolîneke giştî bo agahîyên ku ji bo stendina biryarên armanckirinê hatine bikaranîn û li gor agahîyên piştî êrîşa asîmanî…, lêpirsîn giha encama ku êrîşa pêkhatî qanûnî bû” her weha nameyê got ku serkirdayetî Navendî ya Amerîkan ” dê baş li ser vê biryarê bisekine” li gel ku dê rapora Human Rights Watchê berçav bigire.

Di 28ê adarê de, Human Rights Watchê got ku guhertinên ku di rêzikên rêdanên êrîşên asîmanî de li Îraqê çêbûne, tirsê di mijara parastina sivîlan de çêdike bitaybet piştî êrîşên Mûsilê di 17ê Adara 2017an de ku di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin.

Solvang got “herçendî Rêvebirîya Amerîkan guhertinan di rêdanên êrîşên asîmanî de çêbike, divabe ev guhertin li gorî qanûna navdewletî be, an dê gelek sivîl bê sûc bimirin û berpirsên Amerîkan dê xwe bixin bin metirsîya tometa bicihanîna tawanên cengê”