Rêxistina Qedexekirina çekên kîmawî bikaranîna Gaza Sarînê di êrîşa Xan şêxûnê de teqez dike

Amestirdam (Reuters) – di raporeke rojnamevanî ya tîma şopandina rastîyê de ku gihabû reutersê hate gotin ku Rêxistina Qedexekirina çekên Kîmawî diyar kiriye ku gaza Sarînê ya qedexekirî di êrîşekê de ku di nîsanê de li bakurê Sûrîyeyê  çêbûbû, hatibû bikaranîn.

Endamên Rêxistinê li Lahayê ev rapor di nav xwe de balav kirine lê nehatibû ragihandin.

Êrîşa 4ê nîsanê li ser xan şêxûna bakurê parêzgeha Êdlêbê, êrîşa herî tund bû ji berî  3 salan di şerê Sûrîyeyî yê navxweyî de. Ji ber êrîşa li ser Xan şêxûnê, Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşek bi rokêtan li ser bargeheke asîmanî ya Sûrîyeyê pêk anî û Washingtonê gotibû ku ev bargeh di êrîşê de hatibû bikaranîn.

Piştî hevdîtinên ku li gel şahidan, şanda şopandina rastîyan ya girêdayî rêxistinê gihaşte encama ku “hejmarek mezin ji kesên ku hin ji wan mirin ji ber Sarînê an bûjeneke ku dimîne wê mirine.”

Di kurteraporê de hatibû gotin ku “şanda şopandina rastîya gihaştibû encama ku sarîn tenê weke çekeke kîmawî tê bikaranîn”.

Nicky Hilly balyoza DYAyê di Neteweyên Yekbûyî de di daxuyanîyekê de roja pêncşemê got “nuha, em rastîyê baş nasdikin û em çavrêyî lêpirsîneke serbixwe ne da ku berpirsên van êrîşan werin destnîşankirin û dadmendî bo qurbanîyan were cîbicîkirin.”

Her weha got ku lêpirsîneke hevbeş di nav NY û rêxistinê de ku bi nave awayê lêpirsînê yê hevbeş tê naskirin dê karibe berpirsê vê buyerê nas bike.

Lêpirsîn gihaştibû encama ku Hêzên hikûmeta Sûrîyeyê berpirs e di ber 3 êrîşên bi gaza klorê di 2014an û 2015an de her weha endamên Rêxistina Dewleta îslamî gaza xerdelê bikar anîbûn.

Ajansên sîxurîyê yên rojavayî di êrîşa kîmawî ya nîsanê de lom li Hikûmeta Serokê Sûrîyeyî Beşar Elesed kiribûn. Berpirsên Sûrîyeyî jî gelek caran bikaranîna bûjenên jehrdar di şer de red kiribûn.

Şandê nikarîbû seredana cihê êrîşê bike ji ber metirsîyên ewlehî û raporê jî diyar kir ku serokê rêxistina qedexekirina çekên kîmawî biryar dabû ku ev sand hewla çûna wê deverê nede.

Di sala 2013an de li gor lihevkirineke Rûsî – Amerîkî, Sûrîye tev li belgenameya  qedexekirina çekên kîmawî bû da ku Washington di sîya Serokê berê Barak Obama de destêwerdanê neke.