Rêjîm fermana jinûavakirina Dadgeha Dozên Terorê derdixe  dadwerên nû erkdar dike

Serokê Rêjîma Sûrîyeyê fermana 287an derxist tê de ji nû ve her du dadgehên dozên terorê ava kirin û dadwer Zahîra Bişmanî bi serokarîya odeya (A)yê erkder kir û dadwer Selah Elcîrodî tê de endam e her weha dadwer Mihemed Ridwan Mihemed Hesen Hice bi endamtîya odeya (B)yê erkdar kir.

Ji nû ve her du ode bi vî awayî çêkirin:

Odeya (A)yê: dadwer Zahîra Bişmanî serok e, dadwer Selah Elcîrodî endam e her weha dadwer Nîzar Michem Cendel jî endam e.

Odeya (B)yê: dadwer Mihemed Mazin Xankan serok e, dadwer Mihemed Ridwan Mihemed Hesen Hice endam e û dadwer Mistefa Silêman Elnuman jî endam e.

Vê fermanê heft dadwerên nû bi dadwerîya lêpirsînê erkdar kirin û deh kesên berê tê de kar dikirin ji kar dûrxistin.

Çapeke fermana 287an.