Rapora Koma Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe bo Komara Erebî ya Sûrîyeyê

 Puxte

Hîn jî tundî li hemû alîyên Komara Erebî ya Sûrîyeyê bi awayekî binpêker bo prensîpên qanûna navdewletî ya mirovî û qanûna navdewetî ya mafên mirovan, berdewam e û bandore li sivîlan li hemû alîyên welêt dike. Di wê dema ku di raporê de hatiye destnîşankirin, alîyên şer dorpêça xwe berdewam kir û alîkarîyên mirovî weke çekekî lawazkirina bingehên piştgirîya sivîlan bikar anîn da ku wan neçar bike xwe bidest ve bidin. Agirbestên ku li Fûaa û Kefreyayên Bakurê Êdlêbê, Medayaya Gundewraê Şamê, taxê Berze, Qabûn û Tişrînê li rojhilatî Şamê, çêbûn; lihevkirinên derxistina sivîlan bi neçarî jî li xwe girtibûn.

Grûpên terorê mîna Desteya Rizgarkirina Şamê (Tehrîr Elşam) û Dewleta Îslamê li Îraq û Şamê her weha çekdarên girêdayî grûpan bi rêya tirimbêlên bombekirî û teqînên kujer, xelk armanc kirin. Zarok jî bêhtir rastî wan êrîşan tên. Mîna tiştê ku lu taxa Elraşidîn a Helebê çêbû ku tirimbêleke bombekirî sivîlên koçber ji Fûaa û Kefreyayê yên dorpêçkirî bûn armanc kir ku piranîya xelkên wan Şîe ne, di encamê de 96 kes hatin kuştin ji nav wan jî 68 zarok.

Hêzên hikûmetê jî bikaranîna xwe ji çekên kîmawî li dijî sivîlan li herêmên opozisyonê berdewam kir. Bûyera herî metirsîdar ew bû bikaranîna hikûma Sûrîyeyî bo xaza Sarînê li Xan Şeyxûna parêzgeha Êdlêbê, di encamê de bi dehan sivîl; piranîya wan jin û zarok in, hatin kuştin. Hêzên Sûrîyeyî xaza Kilorê jî weke çek li Êdlêb, Hema û Xûtaya Rojhilatî bikar anî. Her weha hêzên Rûsî û Sûrîyeyî bi hev re di armnckirina nexweşxaneyan û karmendên wan de berdewam bûn.

Komîte gelekî bitirs e ji ber derbeyên hêzên hevpeymana navdewletî li ser sivîlan. Li Cînaya Helebê, Hêzên Dugelen Yekbûyî yên Amerîkayê tu tedbîrên parastina sivîlan di êrîşa li ser migeftekê de nestend, ev jî bipêkirinek bû bo qanûnan navdewletî ya mirovî. Li Reqayê, operasyona Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk li gel hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞê bû sedema penaberîya bêhtirî 190,000 welatî, hr weha li gor raporan tê zanîn ku ji ber êrîşên hevpeymana navdewletî yên asîmanî, hejmareke mezin ji sivîlan hatine kuştin û birîndarkirin û lêpirsîn di vî warî de lidar in.

Bo dîtin û daxistina raporê:

Bo hin hûrgilîyên din hun dikarin seredana malpera Komîta Lêpirsînê a Navdewletî û Serbixwe der barê Komara Erebî ya Sûrîyeyê de bikin