Kesȇn Vemayȇ ji Îşkenceyȇ Dozekȇ li Dijî Rȇjȋma Sȗrȋyeyȇ Radikin

Atika Shubert ȗ Eliza Mackintosh, CNN

Dozgerȇ Giştȋ yȇ Alman, roja pȇncşemȇ di doza balkȇş ya ku ji alȋyȇ Navenda Ewropȋ ya Mafȇ Destȗrȋ ȗ Mafȇn Mirovan li Berlȋn, hatiye pȇşkȇşkirin, li şahidan guhdar kir, di vȇ dozȇ de 6 berpirsȇn Sȗrȋyeyȋb nȇzȋkȋ Serokȇ Sȗrȋyeyȋ Beşar Elesed bi tawanȇn cengȇ ȗ tawanȇn li dijȋ mirovahȋyȇ hatine tometbarkirin.

Gilȋ ji alȋyȇ hejmarek ji dirtȋyȇn Sȗrȋyeyȋ yȇn berȇ hatiye pȇşkȇşkirin, ji nav wan jȋ du parȇzerȇn Sȗrȋyeyȋ ku di zindanȇn Rȇjȋmȇ de rastȋ ȋşkenceyȇ hatine. Tevȋ ku tedbȋrȇnbi vȋ rengȋ li deverine din li Ewropayȇ hatiine stendin, lȇ ev doz balkȇş e ji ber ku li ser prensȋpa serwerȋya dadgehȋ ya cȋhanȋ dest pȇ kiriye, ji lew re dozger ȗ dadgeh dikarin tawanȇn dewletȋ bişopȋnin eger ne girȇdayȋ Almanyayȇ jȋ bin.

Di sibata vȇ salȇ de, Esed ȋdayȇn ȋşkencekirina  di zindanȇn Sȗrȋyeyȋ de red kir ȗ di hevpeyvȋnekȇ de got “tu delȋl li ser van ȋdaayan tunene”.

Li gor gotinȇn girtȋyan, lȇdan, tundȋya zayendȋ ȗ ȋşkenceyeke berdewam di sȇ zindanȇn Şamȇ de –beşȇ 215, 227 ȗ 235-   di nav cotmeha 2011 ȗ tȋrmeha 2015an de hebȗ.

Berȋ rȗniştina guhdarȋkirinȇ, tora CNNȇ havpeyvȋn Ii gel 2 şahidan çȇkir, çalakvanȇ Sȗrȋyeyȋ Xalid Rewas ȗ Parȇzer Mazin Derwȋş.


[masterslider id=”4″]


Hemû wêneyên ji hêla: CNN

Girêdana bi esasî ve girêdayî: http://edition.cnn.com/interactive/2017/07/world/syria-torture-survivors/?sr=sharebar_twitter