Gotina Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê di gera şêst û sêyemîn a Encumena Mafên mirovan ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyîyê de

18ê îlûna 2017an – Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê di Civîna Komîteya Navdewletî ya Serbixwe der barê bûyerên li sûrîyeyê de beşdar bû ku civîn îroj di çarçoveya civînên encumena mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyîyê di gera xwe ya şêst û sêyan de tê lidarxistin. Di beşdarîya xwe de, navendê bal kişand ser çend xalên giring ji nav wan jî bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê hêzên rêjîmê ve di bo 20 ji 25 caran ku ji alîyê komîteyê hatine bibelgekirin. Her weha ku desthilatên Sûrîyeyî ne li gor berpirsyarîtîyên xwe bo welatîyan û qanûna navdewletî ye li gel pêkanîna tawanên dijî mirovahîyê ku di encamê de binpêkirinên mafên mirovan li Sûrîyeyê bêhtir bûn.

Di daxuyanîyeke devkî de Rêvebera Cîbicîkar a Navendê “Yara Bedir” teqez kir ku pirsgirêka sereke ne nebûna bibelgekirinê û delînan e, lê nebûna vîneke navdewletî ya pêkanîna dadmendîyê ye, û di rewşeke wisa axaftina li ser aştîyeke domdar û vegera koçberan bêyî hebûna rêyeke cidî ji cezakirinê û dadmendîya veguhêz ne pêkan e.

Hêjayî gotinê ye ku Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê xwedî posteke şêwirmend e di Encumena Aborî û Civakî de ya girêdayî NYyê ye û li ser piştgirîya beşdarîya sazî û rêxistinên civaka sivîl a sûrîyeyî di karê NYyê de bi hemû deste û rêxistinên xwe kar dike her weha li ser hesankirina beşdarîya hejmareke rêxistinên hevkar di civînên encumenan mafên mirovan de di gera xwe ya nû de kar kiribû.

——

Deqa daxuyanîyê:

Birêz Serok

Bi rêz Serokê Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî a Serbixwe der barê Komara Erebî ya Sûrîyeyê de

Jin û Mêrên rêzdar ên Beşdar

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê spasîya Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî dike û rijd e li ser piştgirîya qewîtîyên komîteya lêpirsînê ya navborî ku di rapora xwe ya dawî de anîbûn ziman, bi awayekî taybet jî bale dikişînin ser  beşê bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê Hêzên Rêjîmê ve di 20 ji 25 bûyerên ku komîteyê bibelge kiribû,  ku piştî lêpirsînan giha encama ku sedemine berbiçav ji bo gumankirina êrîşa Hêzên Sûrîyeyê li ser Xan Şeyxûnê bi bombeya sarînê hene, ku ev yek bi xwe tawaneke cengê ya bikaranîna çekên kîmawî û êrîşên ketober e li ser herêmên ku sivîl li wan hene. Ji alîyekî din ve jî bikaranîna xaza Sarînê ji alîyê Hêzên Sûrîyeyê ve binpêkirineke bo lihevkirina qedexeya bikaranîna çekên kîmawî ye jer weha binpêkirineke bo biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2118an (2013).

Çaxa ku desthilatên Sûrîyeyê ne li gor berpirsyarîtîyên xwe bû bo hemwelatîyên xwe her weha bo qanûna navdewletî û ya mirovî navdewletî û tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê pêk anîn, hişt ku binpêkirinên mafên mirovan li Sûrîyeyê li ser asteke berfirehtir çêbibin û alîyên şer ên din jî kiryarên wê ji xwe re rêbaz girtin.

Di rapora Komîteyê de ya 27ê rêbendana 2016an de hatiye gotin:

(hikûmetên tawanên li dijî mirovahîyê kirine; tunekirin, kuştin û gelek cûreyên tundîya laşî, îşkencekirin û windakirina bi neçarî. Li gor van kiryaran, tê wateya ku tawanên cengê bicih anîne) li gor heman raporê (leşkerên dîl li gel komên çekdar ên dijî rêjîmê rastî kiryarên nexweş û bidarvekirinê tên. Hin jî bi awayekî meydanî hatine bidarvekirin piştî bi awayekî ne rewa hatine dadgehkirin.)

Jin û Mêrên rêzdar:

Sûrîye bi rastî jî bûye buhişta reva ji sizayê û dikeya ceribandina hemû cure û formên binpêkirinan, tevî wilo jî em tev bê lebat mane û nikarin asta herî nizim ji dadmendîyê pêk bînin, ew jî ne ji ber pirsgirêka bibelgekirina binpêkirinan e, ne jî ji ber nebûna delîlan û kêmbûna şahid û qurbanîyan e, pirsgirêka sereke nebûna rêveberîya navdewletî ya pêkanîna dadmendî û wekhevîyê ji qurbanîyan e, bêyî vê rêveberîyê jî tu aştîyeke domdar nayê pêkanîn her weha tu çareyeke siyasî û vegereke ji bo koçberan nayê pêkanîn, an jî bê cezakirin û dadmendîya veguhêz ev gan nayên pêkanîn.

Jin û Mêrên rêzdar:

Terorê welatê ma Sûrîye wêran kiriye û ta nuha jî em êşa hebû û tawanên terorê yên rojane dikişînin û em çaverêyî roja nemana rêxistinên mîna DAIŞ û Nusrayê ne lê tedbîrên leşkerî bi tena xwe nikarin hişmendîya radîkal tune bikin, dadmendî û veguhestineke democrat û geşepêdana domdar pêwîst in da ku em karibin ciwanên Sûrîyeyê ji radîkalîsmê biparêzin, ji lew re em dibêjin k utu sûd ji veguhestina bo pêşerojeke qels k utu îtîrafa fermî bi tawanên kirî tuneye her weha tu ceza li ser ceng û tawanên dijî mirovahîyê tunene û vegerandina mafên qurbanîyan di çarçoveya dadmendîyeke veguhêz a têkûz de.

Bo naskirina hûrgilîya der barê vî mijarî de:

Rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya pêwendîdar bi Komara Erebî ya Sûrîyeyî (PDF)