Ewropa dibe şahidê dadgehkirina pêşîn a tawanên li Sûrîyeyê

Siwêd û Almanya dikevin tevgerê ji bo dadmendîya Sûrîyeyîyan

“Human Rights Watch”ê di rapora xwe de ya ku îroj derketiye got ku karê tê kirin ji bo dadgehkirina
berpirsên tawanan li Sûrîyeyê dest bi encamdanê dike, bitaybet li dadgehên Siwêd û Almanyayê.

 

(New York)– “Human Rights Watch”ê di rapora xwe de ya ku îroj derketiye got ku karê tê kirin ji bo dadgehkirina berpirsên tawanan li Sûrîyeyê dest bi encamdanê dike, bitaybet li dadgehên Siwêd û Almanyayê. Di hema demê de desthilatên Ewropî dest bi lêpirsînên di tawanên navdewletî yên metirsîdar de kirine ku li Sûrîyeyê hatine pêkanîn.

Rapora ku ji 66 rûpelan pêk tê “ev in tawanên ku em ji wan direvin: dadmendî bo Sûrîyeyê li dadgehên Swêd û Almanyayê” karê ku li Almanya û Swêdê hatiye kirin bo vekirina lêpirsînan li gel kesên ku destên wan di tawanên cengê, tawanên dijî mirovahîyê û cenosîdan de hene her weha dadgehkirina wan pêşkêş dike. Human Rights watch xwe spart hevpeyvînên li gel 50 berpirs û karmendên di vî warî de û 45 koçberên Sûrîyeyî li her du dewletan û zehmetîyên vekolîner û dozgerên giştî yên Alman û Swêdî di van dozan de her weha ezmûnên koçberan bibelge kir.

Maria Elena Finioly ya ku xelata Komeleya Sandler di programê dadmendîya navdewletî de ya Human Rights watchê wergirtiye got:“li gel derketina astengîyan li pêş dadmendîyê, lêpirsînên li Ewropayê dibin hêvîyek bo qurbanîyên tawanan li Sûrîyeyê yên k utu devereke wan ê din tuneye. Swêd û Almanya weke her du dewletên pêşîn ên ku dadgehkirin û tawankirina tawankeran li wan tê kirin, nameyekê bo tawankeran dişînin ku ew ê werin Sezakirin”.

Li gor şehadeyên Human Rights Watchê, koçberên Sûrîyeyî li ser giringîya dadgehkirina berpirsên tawanên li Sûrîyeyê teqez kirine.

Semîraya ku li Swêdê dijî û gelek endamên malbata wê di cengê de jîyana xwe ji dest dane got: “birayê min bi 14 guleyan li ser destê rêjîmên hate kuştin, malbata min tev miriye. Min bi çavên xwe dît çawa 5 zarok tên bidarvekirin, çawa tên serjêkirin, ez heftîyekê raneketim […] bicihanîna dadmendîyê pir giring e, dê bihêle ez cardin xwe weke mirov bibînim”.

Mihemed çalakvaneke alîkarîya qurbanîyên Sûrîyeyî li Almanyayê dike li ser hikûmeta Sûrîyeyê got: “ev xelk dibînin ku çareya siyasî nêzîk e û ew ê karibin birevin Ewropayê. Dixwazim ew zanibin ku weke çawa ew li dûv welatîyan bûn, îroj hin kes didin dûv wan. Pêdivîya me bi şandina nameyeke hêvîyê bo qurbanîyan heye, her weha nameyk bo tawankeran jî ku ew tu carî nikarin birevin.”

Di 25ê îlûnê de, Swêd bû dewleta yekemîn ya ku endamekî artêşa Sûrîyeyê bi tawanên cengê gunehbar dike. tometbarê ku bi rêya wêneyekê ku pêyên xwe li ser sînga termekî danîbû hatibû naskirin rastî tometa binpêkirina rûmeta termekî hat.

Swêd û Almanya her du jî dikarin lêpirsîn û dozlêvekirinên serkeftî bi rê bixe her weha dikare qanûnên gişgir jî deyne. Ji alîyekî din ve gelek koçberên Sûrîyeyê li van her du dewletan in û gelek kesên ku tê gumankirin ku tawankar in di nav destê van dewletan de ne ji lew re qurbanî û delîlên madî her du peyda ne.

Tevî wilo jî; Human Rights Watch giha encama ku Almanya û Swêd rastî astengîyan tên.

Finioly got: “astengîyên girêdayî van dozan mezintir dibin ji ber şerê berdewam li Sûrîyeyê ku gihaştina devera tawan lê hatiye kirin ne pêkan e. ji desthilatên Swêd û Almanyayê tê xwestin ku agahîyan ji jêderine din peyda bike mîna koçberên Sûrîyeyî, kesên ku van karan li dewletên Ewropî yên din dikin, desteyên girêdayî NYyê û grûpên nehikûmî yên ku tawanên li Sûrîyeyê bibelge dikin”.

Human Rights Watchê dît ku hejmareke mezin ji koçberên Sûrîyeyê sîstemên lêpirsîn û dozlêvekirina di tawanên metirsîdar de, awayên pêşkêşkirina alîkarîyê di xebatên bicihanîna dadmendîyê de û mafên qurbanîyan nas nakin.

Ji alîyekî din ve, berhevkirina agahîyên têkildar ji koçberên Sûrîyeyî zehmet e ji ber ku ew di tirsa kesûkarên xwe yên li Sûrîyeyê de ne her weha ji ber ku bawerîya wan bi polis û berpirsên hikûmetê nayê ji ber ezmûnên ku li welatê xwe di wan de derbasbûne û ji ber ku dibînin ku civaka navdewletî ew paşguh kirine.

Sîstemên parastina qurbanî û şahidan li Swêd û Almanyayê hene, Human Rights Watchê got ku divabe her du dewlet bêhtir parastinê ji malbatên şahidan re di van dozên Sûrîyeyê de peyda bike da ku pîvanên dadgehkirina dadmend werin pêkanîn.

Ji ber astengîyan; Human Rights watchê tenê çend dozên piçûk dîtin ku ne li gor mezinbûna binpêkirinên ku li sûrîyeyê çêdibin, piranîya van dozan li dijî kesên ne pilebilind di nav komên çekdar ên ne hikûmî û dijî hikûmeta Sûrîyeyê de.

Li Almanyayê; hemû doz dikevin jêr rêza terorê li şûna tawanên navdewletî yên metirsîdar. Human rights watchê got ev yek tê wateya ku desthilat giranîyê dide dijatîya gefxwarinên navxweyî . divabe karê şopandina tometên terorê li gel karê lêpirsîna di tawanên cengê, yên dijî mirovahîyê û cenosîdan werin meşandin her weha dadgehkirina tawankeran.

Human Rights Watchê got ku desthilat li her du dewletan hewla çareserkirina hin ji van dozan dibin, lê hîn bêhtir ji wan tê xwestin. Ji Swêd û Almanyayê tê xwestin ku yekîneyeke taybet a tawanên cengê çêbike û pêdivîyên wan bicih bîne her weha karmendan û rahênanê jî ji wan re peyda bike, li gel dîtina awayên nû ji bo têkilîdanîna bi koçberên Sûrîyeyî re li xaka wan ew jî bi alîkarîya xebatên ragihandinê.

Finioly got: “ji dewletên ewropî tê xwestin ku li ser şopa Swêd û Almanyayê bimeşin û xebatên bicihanîna dadmendîyê ji bo Sûrîyeyîyên li Ewropayê berfireh bikin. Bigiştî; ev doz bi tena xwe ne bes in, lê bale dikişînin ser pêdivîya bi pêvajoyeke dadwerî bo çareserkirina pirsgirêka reva berdewam ji sezayê li Sûrîyeyê”.

Jêder: Human Rights Watch