Daxuyanîyeke rojnamegerî a hevbeş der barê pêşketina rewşê li başûrê Şamê – vekirîye ji bo îmzekirinê

Herêma başûrî Şamê ji roja pêncşemê ve 19ê nîsanê rastî bombebaraneke berdewam ji hêla hêzên rêjîma Sûrîyayî û hevalbendên wê ve bi behaneya armanckirina herêmên Dewleta Îslamî(DAIŞ)ê û desteya Rizgarkirina Şamê (Elnusreya Berê) tên her weha şerekî tund li herêmê çêdibe li gel ku bi hezarên sivîlên Sûrîyayê lê hene û ji nav wan jî 3000 koçberên Filestînî yên sivîl ku di Kampa Yermûkê de tîrmeha 2013an ve dorpêçkirî ne, li gel ku rewşa wan a tund binpêkirin û kiryarên hovane lê tê zêdekirin.

Dezgehên îmzeker li ser vê daxuyanîyê bi tundî şerê başûrî Şamê şermezar dikin her weha şerê li Kampa Yermûkê ya koçberan jî şermezar dike û ji alîyên şer dixwaze ku wêrandina herêmê demlidest rawestînin û sivîlan bidin alîyekî li gel bangewazîya gihaştina bo çareyekê ji bilî ya leşkerî ku bi rêya çareyê sivîl, samanên wan û binesazî werin parastin her weha doza van xalan dike:

Rêxistin û desteyên civaka navdewletî (li gele Onorayê ya pêwendîdar bi rewşa koçberan) destêwerdaneke demlidest û lezgîn ji bo parastina sivîlan bikin.

Divabe Kombesta Dewletên Erebî û Rêxistina Hevkarîya Îslamî û Yekîtîya Ewropayê fişarê li alîyên xwedî rol di kêşeya Sûrîyayî de bikin bo rawestandina xwînrijê. Ji bo kampa Yermûkê jî em ji desthilatên Filestînê û Rêxistina Rizgarkirina Filestînê dixwazin ku bi erkê xwe rabin ji bo parastina koçberên Filestînî li Kampa Yermûkê her weha têkilîyê li gel hemû alîyên şer li Sûrîyayê deynin da ku kampên Filestînan ji hewldan û armancên wêrankirinê werin parastin li gel rêzdarîya li hebûna Filestînîyan li Sûrîyayê.

Vekirina rêyên ewle, derbaskirina tîmên bijîşkî, veguhestin birîndaran bo nexweşxaneyan, pêşkêşkirina alîkarîya lezgîn bo nexweşan û derbaskirina alîkarîyên hawarçûnê û yê mirovî mîna xwarin, derman û sire zarokan.

Rêxistinên îmzeker:

Grûpa Karê ji bo Filestînîyên Sûrîyayê.

Navenda Xwendinên Komara Demoqratîk.

Rêxistina Elyewm Eltalî – TDA.

Berevanîya Sivîl a Sûrîyayî.

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê – SCM.

Hevgirtina Rojnamegerên Sûrîyayî – SCM.

Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan – VDC.

Tora Sûrîyayê ya Qanûnî li Holendayê.

Tora Huras.

Beytuna Sûrîya.

Yekîneya Encumenên Navxweyî – LACU.

Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan.

Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk.

Jin Nuha ji bo Geşepêdanê.

Dezgeha Bedail.

Tora Jina Sûrîyayî.

Rêxistina Dilovanîya Bêsînor.

Yekîtîya şoreşgerên Helebê.

Navenda Mesaratê ya Xwendinan.

Hevgirtina Parêzerên Sûrîyayî.

Navenda Cusurê ya Xwendinan.

Tevgera Dimêrê.

Kampa Yermûkê News.